NPG'ê gerîlayên ku derbên giran li dagirkeran xistin, pîroz kir

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) ji ber ku li Çiyayê Reş û Kurojahro yên Zapê derbên giran li artêşa Tirk xistine, gerîlayên li qadê pîroz kir.

Daxuyaniya nivîskî ji bo ‘Fermandariya Sewk û Îdare ya Herêmên Parastinê yên Medyayê’ hate kirin û di daxuyaniyê de bal kişandin ser vî tiştî ku ‘Serkeftinê mezin ên di Operasyonên Tolhildanê yên Şoreşger wê bi serfiraziyên nû were tacîdarkirin.”

Di daxuyaniya Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) de ev tişt hate diyarkirin:

“Artêşa Tirk a faşîst a ku bi seferberiya hemû derfetên xwe ji bo dagirkeriyê êrîşî qadên me yên Zap û Avaşînê kirine, li hemberî hêzên gerîlaya yên ku xwedî ruhekî Apoyî ye, ketiye nav rewşeke xerab. Hêzên me yên gerîla bi bîrbûneke profesyonel tevdigerin û bi tarza xwe ya afirîner a li tunelên şer û bi tarza xwe ya lêdana xurt a tîmên me yên gerok, li hemberî artêşa Tirk a qirker têkoşîneke destanwerî nîşan dide û li qadên Zap û Avaşînê dîrokê dinivîse. Herî dawîn li Qadên Berxwedanê yên Çiyayê Reş û Kurojahro yên girêdayî eyaleta me ya Zapê hêzên me yên gerîla ji bo tolhildana şehîdên me, derbên giran li artêşa Tirk a dagirker dixînin û derseke dîrokî dane hêzên dagirker.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de tîmên me yên gerok ên Şehîd Sema Hesekê û Şehîd Serdem Reşît li hemberî dagirkerên ku xwestine di 24’ê Gulanê de li Girê Cehennem ên Qada Berxwedanê ya Çiyareş bi cih bibin, çalakiyeke serdegirtinê ya bi koordîne li dar xistine û encameke baş ji vê çalakiyê hatiye stendin. Di heman rojê de tîmên me yên Şehîd Mizgîn Ronahî jî li hemberî hêzên dijmin ên li Qada Berxwedanê ya Kurojahro çalakiyeke vedizî li dar xistine û derbeke giran li dijmin hatiye xistin. Li her du qadên me him derbên giran li dijmin hatiye xistin û him jî hêzên me çûne ser cenazeyên dijmin, gelek çek û malzeme desteser kirin. Ev çalakiyên serkeftî yên ku bi ruhê êrîşê yê şehîdê me yê qehreman hatiye lidarxistin, li hemberî çekên kîmyewî û hemû teknolojiya şer a bilind asta gerîlayên HPG’ê ya serdema nû nîşan daye.

Di çalakiya Qada Berxwedanê ya Çiyareş de heval Mahîr Mazlûm bi cesaretekî mezin li hemberî dijmin şer kiriye û di serkeftina çalakiyê de xwedî roleke girîng bû. Em heval Mahîr Mazlûm bi rêz û hezkirineke mezin bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin wekî şertekî girêdayîna bi bîranîna wî em ê têkoşîna xwe bi serfiraziyê tacîdar bikin. Di van çalakiyên li Qada Berxwedanê ya Çiyareş û Kurojahro de yên wekî birûskê û bi taktîkên hosteyî hatine kirin, em ji ber serkeftina wan hemû fermandar û şervanên keda wan di van çalakiyan de hene, pîroz dikin. Em bawer dikin serkeftinên mezin ên ku di Operasyonên Tolhildanê yên Şoreşger de yên ku Qadên Berxwedanê yên Kurojahro û Çiyareş hatine kirin, wê bi serfiraziyên nû were tacîdar kirin. Em serkeftinê ji hemû hevalên ku li qadên Avaşîn û Zapê têkoşîneke dîrokî dimeşînin re, serkeftineke mezin dixwazin.”