Mêvanên navneteweyî yên kongreyê: Bila deriyê Îmraliyê bê vekirin!

Kesayetên ji welatên cuda tevlî kongreya HDP'ê bûn berxwedana gelê Kurd silav kirin û destnîşan kirin ku Erdogan wê têk biçe. Beşdaran gotin, "Divê deriyê Îmraliyê bê vekirin."

Kesayetên ji qada navneteweyî beşdarî 4'emîn Kongreya Mezin a HDP'ê bûn ji beşdaran re axivîn. Destpêkê bi navê Partiya Sosyal Demokrat a Swêdê û Partiya Sosyalîst a Ewropayê Kadîr Kasirga axivî. Kasirga got, "Li vê erdnîgariyê gelekî xwîn rijiya, komkujî bûn. Em ji vê derê bang li yên li qesrê dikin, bang li yên li Enqereyê dikin; deriyê Îmraliyê vekin û dest bi danûstandinên aştiyê bikin."

'HÛN ÇAVKANIYA ME YA SÛDWERGIRTINÊ NE'

Serokê Koma Çep a Ewropaya Yekbûyî ya Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê Tîny Kox got, "Di vê civînê de weke ku li mala xwe bim. Ji bo min, ji bo hevalên min ên li nava çep a Ewropayê têdikoşin hûn çavkaniyeke mezin a sûdwergirtinê ne. Têkoşîna we û her gava ku hûn diavêjin ji aliyê aliyê me ve gelekî baş tê zanîn û hêja tê dîtin. Têkoşîna we têkoşîna me ye. Em bi qîmetê piştevaniya navneteweyî zanin. Zext û zordarî çiqasî giran jî be em zanin ku hûn ê paşve gav neavêjin û ez ê vê peyama we ji hevrêyên xwe re ragihînim."

Kox bi dewamî got, "Bi navê Çep a Ewropayê bang li Erdogan û rayedarên Tirk dikim; eger hûn dixwazin bibin endamê Yekîtiya Ewropayê berdêleke vê heye. Eger hûn dixwazin bibin endam hingî berpirsyariyên xwe pêk bînin."

'EZ WÊREKIYA WE SILAV DIKIM'

Seroka Tifaqa Azad a Ewropayê (EFA) Lorena Lopez de Lacalle jî got, "Bi navê 46 partiyên 19 welatên Ewropayê ez li vir im. Em partiyeke ku ji bo mafê diyarkirina çarenûsa xwe ya mirovan têdikoşin. Min ji we re ji Galîçyayê, ji Korsîkayê silav anî. Ji Baskê silav anî. Gotina min a destpêkê wê ji bo jinên vê partiyê be. Wêrekiya we ya demên zehmet, bi taybetî jinên li zindanan silav dikim. Hem ji ber ku aktîvîstên siyasî ne hem jî jin in. Di şexsê hevala me Leyla Guven de biryardarî û berxwedana we silav dikim."

'GEL WÊ LI DIJÎ ERDOGAN BI SER BIKEVIN'

Endama Polîtburo ya FHKC'ê Leyla Xalid jî li ber çepikan dest bi axaftina xwe kir. Xalid got, "Min ji hevrêyên li zindanên Filistînê girtîne silav ji hevrêyên li girtîgehan li ber xwe didin anî. Min ji Ahmet Saadet ji bo Demîrtaş û Kişanak silav anî. Ji parlamenterê endamê Eniya Rizgariya Gel a Filistînê (FHKC) Xalîde Cerrar ku li zindanên Îsraîlê ye silav ji Ocalan ê li Îmraliyê re anî. (...) Çi karê artêşa Tirkiyeyê li Sûriyeyê heye? Zarokên me dikuje. Gelên Sûriyeyê wê li dijî Erdogan bi ser bikevin. Bijî Filistîn, bijî Kurdistan."

Berpirsyarê Têkiliyên Derver ya Partiya Tifaqa Gel a Sosyalîst a Misrê Mamdoûh Habeshî jî got, "Bi dîtina vê tevgera gel gelekî kêfxweş im."