Meşa Lozan-Cenevreyê di roja duyemîn de ye

Meşa Yekîtiya Neteweyî ya Kurd a ji Lozanê heta Cenevreyê di roja duyemîn de ye. Beşa duyemîn a meşê ji bajarê Cenevreyê dest pê kir.

Beşa duyemîn a meşê ku zêdeyî 100 siyasetmedar, nivîskar, hunermend, rojnamevan, akademîsyen, nûnerên sazî û partiyên Kurdan tevlî bûn, dest pê kir.

Beşa destpêkê ya meşê doh li Lozanê bi civîna çapemeniyê dest pê kiribû û êvarê li bajarê Renensê yê Swîsreyê bi dawî bû. Piştre li salona Renensê bi beşdariya meşvanan panelek bi mijara yekîtiya neteweyî pêk hat. Li dû panelê hunermendên Kurd ên tevlî meşê bûn konsereke bi heybet pêk anîn. Bi sedan kes tevlî konserê bûn û hunermedan hemûyan bi hev re sirûda 'Herne Pêş' gotin.

Meşvanên Yekîtiya Neteweyî ji Place de Neûve ya Cenevreyê dest bi beşa duyemîn a meşê kirin. Meşvan ber bi Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya li Cenevreyê dimeşin.

Meşvan li gel banga ji bo yekîtiyê her wiha bang li Neteweyên Yekbûyî û saziyên navneteweyî dikin ku li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikevin nava liv û tevgerê.

DAXWAZÊN ÇALAKGERAN

Çalakgeran di beşa dawî ya daxuyaniyê de daxwazên xwe anîn ziman.

Li gorî daxuyaniyê;

"Ji bo yekîtiya neteweyî;

Divê rêxistin û partiyên Kurdistanî hemû li hev kom bibin û bibin yek.

Ji bo stratejiya hevpar, parastina hevpar, dîplomasiya hevpar gav bên avêtin.

Di vê çarçoveyê de ji bo pêkhatina yekîtiya neteweyî em bang li rewşenbîr û hunermendan dikin ku bi berpirsyarî tevbigerin.

Daxwazên ji sazî û raya giştî ya navneteweyî:

Divê artêşa Tirk bêşert û merc tavilê ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û ji Efrînê bê derxistin.

Ji bo ewlekariya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qada hewayî (ji bilî alîkariya mirovî) li firînan bê qedexekirin.

Bi çavdêriya Neteweyên Yekbûyî hêzeke leşkerî ya navneteweyî ji bo parastina aştiyê tavilê li ser sînorê Tirkiye û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê bicihkirin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê naskirin, nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevlî civînên komîteya destûra bingehîn a Sûriyeyê ya li Neteweyên Yekbûyî bên kirin.

Mirovên ji Rojava ji cih û warê wan hatine kirin bi rengekî ewle li warê wan bên vegerandin û zerara ku li wan bûye bê tazmînkirin.

Ji bo paqijiya etnîkî ya li Rojava bê astengkirin ambargoya çekan li Tirkiyeyê bê ferzkirin.

Tûrîzm û malên Tirk bên boykotkirin."