‘Meşa dirêj’ di roja 5’an de didome

Ciwanên Kurd û enternasyonalîst ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Kolnê dest bi meşeke dirêj kiribû. Meş di roja 5’an de li ber baranê didome.

Meşa dirêj a ku her sal li Ewropayê tê lidarxistin îsal bi şîara ‘Dest bi dest, mil bi mil werin cenga azadiyê’ tê lidarxistin.

Meş li Kolnê heta Aachenê wê bidome. Ji Elmanya, Fransa, Evûstûrya, Swêd, Hollanda, Îngîltere û Swîsreyê bi sedan ciwan tevlî meşê bûne.

Meş di 11’ê Îlonê de li Kolnê dest pê kir. Ciwan di roja 5’an de li Parka Ciwanan a li Neûssê kom bûn.

Piştî rêzgirtin û sirûdan ciwanan bi pankart û dovîzên ‘Cenga azadiyê geş bike’ , ‘Avaşîn, Zap, Metîna, Bijî Gerîla’ ber bi Monchengladbachê dest bi meşê kirin.

Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger Azad Zagros derbarê meşê agahî da û diyar kir çiqasî astengî û provokasyon were kirin jî wê meş bigihêje armanca xwe.

Endama TekoJIN’ê Bêrîvan Xelat jî diyar kir ku vê meşa 5 rojan ji bo hemû kesan dibe moral û got “Dijmin li her qadê êrişên xwe zêdetir kiriye û tecrîda li ser Rêber Apo girantir kiriye. Di pêvajoyeke wisa de ev çalakî ji bo hemûyan dibe moral. Em bang li Kurd û enternasyonalîstan dikin, werin tevlî me bibin û vê têkoşînê mezin bikin.”

Çalakgera rêxistinkirina Antî-Faşîst a Fransayê Daphneyê jî diyar kir ku ev meş moraleke mezin dide wan û got “Em ê hemû enternasyonalîstan dora vê têkoşînê kom bikin û li Ewropayê Tevgera Kurdan mezin bikin.”

Di roja 6’an a meşê de wê ciwan ji Monchengladbachê biçin Aachenê. Di bidawîbûna meşê de wê hunermendên TEV-ÇAND’ê konsereke mezin bide.