Lubnan û gerîla

Lubnan dişewite û gerîla li Heftanînê li qada cengê şer dike. Hem ji bo Lubnanê hem jî ji bo rizgariya gelê xwe... Serketina ji xweliya xwe bila ya gerîla be! Ji xwe gerîla ji nava Lubnanê û nava êgir afirî...

Welatek ku bedewî di çavên wê de aliqî ye. Kes nizane kî ji ber çi miriye.

Welatek... Welatekî gelekî bedew... Welatekî ku dişewite... Çarenûsek jê re hatiye destnîşankirin ku mirov dikare jê re bêjin, berdêla giran a bedewiya wê.

Cara yekê min ji kalkê xwe navê wê bihîstibû. Sala 2011'an bû. Li gelek welatên Rojhilata Navîn dengê azadiyê bilind dibû. Jê re 'Bihara Ereb' dihate gotin. Û di televîzyonê de wêneyek li ser Lubnanê hatibû nîşandan. Kalkê min wê demê li televîzyonê nihêrî û ji min re got, 'Tu zane, Lubnan yek ji xaka herî bedew a cîhanê ye'. Bedewiyek ji lêvên kalkê min herikî bû û gihîşt dilê min. Cihekî navbera min û kalkê min; Lubnan.

'SERKETIN BILA YA BEYRÛDÊ BE'

Mîna hevokên ku timî dişewitin, qet li ser nayê axaftin, li ber jibîrkirinê ne. Ew timî xwe bi bîr bixe jî yên derdikevin pêşiyê timî kêm in yan jî rê li ber nayê vekirin. Sal di ser re derbas bûn, niha ew bedewî dişewite. Dûyê wê bi ezmanan ketiye û veguheriye ewrekî ku bi rojane dewam dike. Zarokeke bêbav dimîne, dayikeke bêzarok dimîne, pitikek bêdayik digirî. Welatekî ku bedewî li çavên wê aliqî ye; Lubnan. Kes nizane kî ji ber çi miriye. Ne sedema vê mirinê tê fêhmkirin ne jî sedema dûyê bi hewa ketiye. Nizanin ku wê miriyên xwe jî li ku veşêrin, ji kesî rehmê jî nikare bixwaze Lubnan.

Mirov li nava xaka dişewite, li nava xaka li ber teqînê ye tên veşartin. Bi dehan, bi sedan mirov... Niha her kes nameya strana "Li Beyrûd" a Feyroûz baştir fêhm dike:

"Ew şerabeke ji dilê gel çêbûye,

Ew welateke ji bayê yasemînekê û nên

Gelo niha tehma wê çawa ye?

Ew niha bi ehma agir û dû ye

Bila ya Beyrûdê be, bila ya Beyrûdê be!

Bila serketina ji xweliyê ya Beyrûdê be!"

WELATEKÎ KU HEVPARÊ DILÊ LUBNANÊ...

Welatekî din jî heye ku bûye hevparê dilê Lubnanê, ji nava ruhê gelê Rojhilata Navîn ava bûye, agirê xwe her geş bûye û ji xweliyên xwe serketin afirandiye. Welatê ku tenêtiya hev nîşanî hev dide. Welatekî ku şer dike. Devereke ku mîna Lubnanê hemû welatên bedew lê digihêjin hev. Gelo hûn zanin ew der ku der e? Welatekî ku nijad, çînî, zayend, reng, ziman qet lê nayê nîqaşkirin. Welatekî rasteqîn û azad; Welatê Gerîla. Welatekî ku fedayiyên xwe afirand, mezin kir, perwerde kir û dema pêwîstî pê çêbû li refên herî pêş feda kir. Pêwîstiya rizgariyê bi çi hebe, pêwîstiya azadiyê bi çi hebe, welatê gerîla welatekî welê ye. Ev welat li wê astê ye ku yên lê dimirin zanin ji ber çi mirine. Welatek ku bi sînga zaliman digire... Hebûneya ku azadî li çavên wan aliqî ye; gerîla. 54 roj in li Heftanînê li qada cengê li dijî dagirkeran şer dikin. Heftanîn niha ew welat e ku 54 roj in bombardûman lê kêm nabe, şewat lê kêm nabe, agir lê kêm nabe. Ne wext heye ku li ber dar û zindiyên tên şewitandin bikevin, ne jî şervanên di oxira wê de canê xwe fedakirine ji eniya wan bên maçîkirin. Şîna şervanan niha qedexe ye. Ji bo gerîla tolhildan gotina herî di cih de ye. Ji ber vê yekê bi şev bêxew dimînin û çalakiyan li ser çalakiyan dikin.

Lubnan dişewite û gerîla li Heftanînê li qada cengê şer dike. Hem ji bo Lubnanê hem jî ji bo rizgariya gelê xwe... Serketina ji xweliya xwe bila ya gerîla be!

Ji xwe gerîla ji nava Lubnanê û nava êgir afirî...