Li Rojava çalakiyên Cejna Vejînê

Li Kobanê, Minbic, Tebqa û Şehbayê ji bo silavkirina Pêngava 15’ê Tebaxê Cejna Vejînê çalakî hatin lidarxistin.

Li Kobanê, Minbic, Tebqa û Şehbayê bi boneya Pêngava 15’ê Tebaxê çalakî hatin lidarxistin.

KOBANÊ

Bi sedan şêniyên Kantona Kobanê tev li şahiyekê bûn ku Yekitiya Jinên Ciwan a navçeya Qenayê ya herêma Firatê li rojavayê Kobanê organîze kir. Di şahiyê de Berdevka Yekîtiya Jinên Ciwan a Herêma Firatê Firyal Temî axivî û Pêngava 15’ê Tebaxê li pêkhateyên herêmê pîroz kir û got: “Dem dema serhildana gelên herêmê yên li hemberî dagirkeriya Tirk û têkbirina wê ye. Hemû pêkhateyên herêmê, xwedî şehîd in ku ji bo parastina ewlehiya herêmê canê xwe feda kirin e. Werin em bi hev re û bi yekîtiya xwe dagirkeriyê têk bibin, hevgirtina xwe xurt bikin û destkeftiyên şehîdên xwe biparêzin.”

Di şahiyê de hunermendên Navenda Çand û Hunerê ya Kobanê stran gotin.

Şahî, bi gerandina govendê li ber stranên şoreşgeriyê bi dawî bû.

Her wiha Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê jî bi boneya Cejna Vejînê, şahiyek li Kobanê li dar xist. Bi dehan malbatên  şehîdan tev li şahiyê bûn.

Di heman çarçoveyê de, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya herêma Firatê meşek bi çirayan li dar xist.

Meş, ji Girê Meştenûr dest pê kir ta bi Qada Jina Azad rawestiya.

Meş, li qadê veguherî mîtîngê. Di mîtingê de Hevseroka Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya herêma Firatê Hebûn Mihemed axivî û got: “Heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk neyê, em ê li têkoşîna xwe dewam bikin. Ev roj, rojeke dîrokî ye. Bi saya Rêber Apo û hevalên wî, em ji tariyê xilas bûn.”

Mîtîng, bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

MINBIC

Li Minbicê jî li ser bangewaziya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya Minbicê, meşeke bi çirayan hat lidarxistin.

Meş, ji navenda ciwanan a li bajêr dest pê kir û li çerxeriya Cizîrê veguherî mîtingê.

TEBQA

Li Tebqayê jî Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê, çalakiyek bi wesayîtan li dar xist. Di çalakiyê de êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê hatin şermezarkirin û berxwedana gerîla û QSD’ê hatin silavkirin.

Bi dehan şêniyên bajêr tev li çalakiyê bûn û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên Yekîtiya Jinên Ciwan, Tevgera Ciwanên Şoreşger, Partiya Sûriyeya Pêşerojê hildan û li dijî êrîşên dagirkeriyê diruşm berz kirin.

ŞEHBA

Li Şehbayê jî bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya herêma Efrînê, bi sedan şêniyên herêma Efrînê tev li meşeke girseyî ya bi boneya salvegera 38’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxê bûn.

Meş ji naverasta navçeya Fafînê dest pê kir û bi berzkirina dirûşmeyên silavkirina berxwedana gerîla heta bi qada navenda Fêrkirina Ajokariyê ya li navçeyê dewam kir û li wir veguherî mîtîngê.

Piştî rêzgirtinê, endama Rêveber a Yekîtiya Jinên Ciwan a herêma Efrînê, Emîne Hec Ebdo diyar kir ku Pêngava 15’ê Tebaxê bi berxwedana gerîla hîna didome û got: “Berxwedana gerîla ya li çiyayên Kurdistanê li dijî artêşa Tirk a dagirker, berhema Pêngava 15’ê Tebaxê ye û divê em wek ciwan xwedî lê derkevin.”

Emîne Hec Ebdo bang li gel kir ku asta berxwedan û têkoşînê bilind bikin û piştgiriyê bidin gerîla.

Her wiha endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya herêma Efrînê, Reşîd Silêman jî axivî û ev tişt anîn ziman: “Em îro dibînin ku gerîla çawa li Zap, Avaşîn û Metînayê li hember êrîşên dagirkeriya Tirk li ber xwe dide, ev berxwedan mîrateya Pêngava 15’ê Tebaxê ye.”

Şahî bi stranên hunermendan bi dawî bû.