Li Hesekê 89 çeteyên hewl dan birevin hatin girtin

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), li Hesekê 89 çete girrtin ku piştî êrişa DAÎŞ'ê hewl dan ji girtîgehê birevin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên ewlekariyê hatin wergirtin, 89 çeteyên ku 20'ê Çileyê hewl dan ji Hesekê birevin, hatine girtin.

Piştî êrişa çeteyên DAÎŞ'ê li bakur û rojavayê girtîgehê şer dewam dike.

Navenda Ragihandinê ya QSD'ê diya rkir ku şaneyên DAÎŞ'ê li taxa Zihûr û li bakurê Girtîgeha Xiwêranê sivîlan weke mertalên zindî bi kar tînin.

Her wiha hate ragihandin ku çeteyên DAÎŞ'ê gelek sivîlên li ber wan rabûn, qetil kirine.

QSD'ê diyar kir ku ji bo zerar li sivîlan nebe, gelekî bi baldarî tevdigerin.