Li Girê Amediyê 5 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin

Di çalakiya Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê de 5 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin. 2 sîstemên kamera yên mobesse hatin îmhakirin û derb li konteynirekê hate xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê got, "Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi şerekî fedaî derbên giran li artêşa Tirk a mêtinger dixin. Artêşa Tirk a faşîst ku bi rêya medya şerê taybet hewl dide xwe ji rewşa xitimandî rizgar bike, li pêşberî îradeya xurt a Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê û çalakiyên bi bandor, nekarî armancên xwe yên qirêj bi ser bixîne. Di çalakiyên tîmên me yên bi tevger de ku bi taktîkên dewlemend û afirînerî kirin, 5 dagirker hatin cezakirin, 2 sîstemên kamera yên mobesse hatin îmhakirin û derb li konteynirekê hate xistin.

Artêşa Tirk a dagirker Qadên Berxwedanê 6 caran bi helîkopterên êrîşê, bi dehan caran bi obus, tank, hawan û çekên giran bombe kir.

Agahiyên berfireh ên çalakiyan û êrîşan wiha ne:

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê de;

30'ê Mijdarê saet di 08:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê, tîmên me yên bi tevger ji sê baskan ve bi koordîneyî li dagirkeran xistin. Baskê destpêkê yê çalakiyê avêt ser dagirkerên li dora çeperên şer ên li Şehîd Cesûr, bi çekên ferdî û bombeyên destan 5 dagirker ceza kirin. Baskê duyemîn ê çalakiyê jî bi çekên nîv otomatîk derb li dagirkerên li dora çeperên şer ên li Şehîd Sîpan xistin û 2 sîstemên kamera yên mobesse îmha kirin. Baskê sêyemîn ê çalakiyê jî bi çekên nîv otomatîk li dagirkerên li derdora çeperên şer ên li Girê Şehîd Pîrdoxan xistin.

Dewleta Tirk a mêtinger bi rêya medya xwe ya şerê taybet îdîa kir ku di vê çalakiyê de tenê yek ji wan hatiye kuştin û careke din rastî ji raya giştî veşart. Bi senaryoyên serketinê yên sexte bi rêbazên şerê taybet hewl dide ku derbên ji Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê dixe veşêre. Bila gelê me yê welatparêz û raya giştî guh nede van propagandayên şerê qirêj.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Xakurkê;

30'ê Mijdarê saet di 15:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Şehîd Şahan, tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkeran xistin. Di vê çalakiyê de derb li konteynirekê hate xistin.

30'ê Mijdarê saet di 16:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Şehîd Axîn tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê bi çekên giran li dagirkeran xistin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

30'ê Mijdarê û 1'ê Kanûnê Qadên berxwedanê yên Girê Amediyê û Girê Şehîd Şahan bi helîkopterên êrîşê 6 caran hatin bombekirin.

29'ê Mijdarê Qadên Berxwedanê yên Sîda, Çemço, Girê FM û Girê Amediyê bi dehan caran bi obus, hawan, tank û çekên giran hatin bombekirin."