Li Efrîkaya Rojava genên celebekî mirovan hate dîtin

Li Efrîkaya Rojava piştî lêkolîna genetîk a li ser gelek civakan, genên celebekî mirovan yê ku ku heta niha hê nehatiye pênasekirin, hate tespîtkirin.

Di genên mirovên niha Homo Sapîens de şopên genên Neandertal û Denîsovayan hene ku bi beriya niha bi deh hezaran salan qeliyane. Lê genên mirovokên ku heta niha bi wan nayê zanîn li Efrîkaya Rojava derkete holê.

Di lêkolîna genetîk de ku pisporên Zanîngeha Calîfornîyayê ya li Los Angelasê kirine, li şûna fosîlên miroan, DNA'yên mirovên ku niha dijîn hate dahurandin. Di encama van analîzan de genên celebekî mirovan hate dîtin ku heta niha nehatiye pênasekirin û bi rengê, ''celebe reşeyan'' hatiye qeydkirin.

Di lêkolînê de ya ku li kovara Scîence Advances de weşiyaye tê gotin genên ku nû hatine dîtin di wê zincîrê de ku pêşiyên mirovan pêk anîne wê bibe xwedî cihekî nû. Di mirovên niha de genên Neandertalan bi kêmanî hebe jî, bêhtir li nav Ewropiyan xuya dike, li Asyayê jî, kêm jî be genên Denîsova hene.

Genên nû ku li Efrîkaya Rojava hatine dîtin ji ber sedema ku heta niha taybetmendiyeke wê ya karakterîstik an jî pênaseyawê nehatiye kirin girîng tê dîtin. Ji ber vê jî wiha tê hesibandin ku ev gen yên ''celebekî reşeyan'' e, ango yê celebekî winda ye û heta niha nehatiye dîtin.