'Li dijî zilmê dengê xwe bilind bikin'

Berîvan Edîn ku hevsera yekji şehîdên Cizîrê Sahîp Edîn e diyar kir, dengê Cizîrê bi têrkerî nehate bihîstin û got, "Her kes bêdeng ma, lê belê divê Kurd li her devera Kurdistanê xwedî li îradeya xwe derkevin, li dijî zilmê dengê xwe bilind bikin."

Nobeta Demokrasiyê ya li dijî tayînkirina qeyûman hatî destpêkirin di roja 33 de li Cadeya Lîseyê ya li hemberî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê berdewam dike. Nobeta di pêşengiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de berdewam dike. Her wiha bi pişgiriya welatî, komele, sazî, rêxistinên sivîl û endamên Meclîsa Dayikan çalakî didome. Ji hêla din ve dopêça polîsan jî didome. Malbatên şehîdên berxwedana xwerêveberiyê ya li Cizîrê jî hatin qada berxwedanê û li dijî qeyûman dengê xwe bilind kirin. Hevsera şehîdê berxwedana xwerêveberiyê ya li Cizîrê Sahîp Edîn, Berîvan Edîn bi kurê xwe yê sê salî re li dijî qeyûman dengê xwe bilind kirin.

Li Kurdistanê zarokên Kurd hîna di zikê dayika xwe de şahîdiya berxwedan, komkujî û têkoşînê dikin. Zarokê sê salî yê bi navê Sahîp Baran Edîn jî yek ji van zarokan e. Sahîp hîna di zikê dayika xwe de bû, bavê wî Sahîp Edîn di berxwedana xwerêvberiyê li Cizîrê de şehîd bû. Piştî bavê Sahîp şehîd dikeve, Sahîp tê dinê û navê bavê xwe yê leheng Sahîp digre. Sahîp berî sê salan şahîdîya komkujî û lehgeniyê kir û niha bi dayika xwe Berîvan re li qada berxwedanê ya Amedê ye. Sahîb bi dayika xwe re bi tiliyên xwe yên biçûk nîşaneya serkeftinê dike û ala li ser ‘Li vîna xwe xwedî derkeve’ dihejîne. Hêjayî gotinê ye ku li Kurdistanê zarokên Kurdan dema destpêkê hînî axaftinê dibin, berî gotina bav û dayik, hîna dirûşma ‘Bijî Seroka Apo’ dibin.

‘XWEDÎ LI ÎRADEYA XWE DERKEVIN’

Li qada berxwedanê me mîkrofona xwe dirêjî hevsera şehîdê berxwedana xwerêveberiyê ya li Cizîrê Sahip Edin, Berîvan Edîn kir û wiha axivî: “Dengê Cizîrê bi baş nehat bihîstin, her kes bêdeng ma, lê divê li her devera Kurdistanê Kurd xwedî li îradeya xwe derkevin û li hemberî diwarê zilmê dengê xwe bilind bikin.”

‘ZAROKÊN MIN DIBÊJINÊ POLÎSAN BAVÊ ME KUŞTIYE’

Bêrîvan Edîn (27) ew jî wekî 3 zarokê xwe li hemberî  hovîtiya dewleta Tirk a li Cizîrê bi bertek e û bi van gotinan behsa bîranînên xwe yên bi hevjînê xwe re kir: “Em 9 sal bû zewicî bûn. Hevjînê min hat berî ku şehîd bikeve me bi derfetên xwe pêwistiyên xwe jiyana xwe berdewam dikir. Dema yek ji zarokê me re qala bavê wan dike, zarokên me jî dibêjin polîs bavê me kuştiye. Dema ku qedexe destpê kir em 25 roj li Cizîr man, lê ji ber ku ez du canî bûm û zarokên me yên piçûk hebûn, em neçarî ji taxê derketin. Zarokên min her tim weneyên bavê xwe mêze dike û maç dikin. Kûrê min Suleyman dibêje bavê min nemiriye. Piştî hevserê min şehîd ket, kûrê min hate li ser dinê û min navê wî Sahîp Baran Edîn danî. Ez li hemberî vê dewletê bi hêrs im. Dengê Cizîrê bi baş nehat bihîstin, her kes bêdeng ma, lê divê li her devera Kurdistanê Kurd xwedî li îradeya xwe derkevin û li hemberî diwarê zilmê dengê xwe bilind bikin.”

Edîn destnîşan kir ku bila kes nebêje wê ev zilm tenê li van dera be û ev tişt got: “Sibê wê dor bê hemû navçe û bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê. Dawiya vê tune ye. Divê ev bêdengî xera bibe. Divê her kes rabe ser piya û li dijî vê dengê ji bo aştî û biratiyê bilind bike. Em doza aştiyê dikin. Em doza vîna xwe dikin. Em darê zorê qebûl nakin. Duh çawa bi têkoşînê tecrîd hate şikandin, îro jî em dikarin bi heman têkoşînê qeyûman bişînin.”