Li dijî zexta polîsên Elman KON-MED banga tevlêbûna li çalakiyan kir

KON-MED'ê li dijî zexta polîsên Elman a Nurnbergê banga tevlêbûna li çalakiyên protestoyî kir.

Konfederasyona Civakên Kurdistanî ya Elmanyayê (KON-MED) serddegirtina polîsên Elman a li ser Navenda Civaka Kurd a Nurnbergê şermezar kir û banga tevlêbûna li çalakiyên protestoyî kir.

KON-MED'ê bang li hikûmeta Elmanya kir, diyar kir hemû komeleyên di bin sîwana federasyona wan de xebatên yasayî dikin, xizmetê ji pirsên çandî, civakî yên Kurdan re dikin û diyar kir ew qebûl nakin ku polîs bi rengekî korsanî bi ser Mala Gel a Medya ya Nurnbergê û malên rêveberên wê de bigirin û xwest ku hikûmeta Elman dev ji van polîtîkayên zextê yên li ser Kurdan biqere.

KON-MED'ê bi bîr xist ku duh li Nurnbergê Kurdan û dostên wan mitîngeke protestoyî kirine, îro jî saet 15:30'an vê carê proesto li Nurnberg Meydana Aufseßplatzê were kirin û di serî de Kurd, bang li raya giştî ya demokratîk kir ku tevlî çalakiyên protestoyî bibin.

Polîsên Nurnebergê bi ser Mlaa Gel a Medya ya Nurnbergê, Navenda Civaka Kurd a Demokratîk û bi ser mala Hevseroka Makbûle Kartal de girtibûn. Makbûle Kartal dema ku polîsan bi ser mala wan de girtiye ji hiş ketibû, rakiribûn nexweşxanê û hê jî rewşa wê giran e.