Li dijî nîjatperestiyê li Hîldesheîm Kurd û dostên wan li ser piyan bû-NÛ BÛ

Li Hîldesheîm ê Elmanyayê Kurdistanî û dostên wan li gel çepgirên Tirk li dijî êrîşa nîjatperest a li Hanaû ya Elmanyayê ku 9 kes mirin daketin qadan.

Kurdistanî û dostên wan li gel çepgirên Tirk li dijî êrîşa nîjatperest a li bajarê Hanaû ya Elmanyayê daketin qadan û êrîş protesto kirin.

Di çalakiyê de hêrs û nefreta li dijî nîjatperstiyê di asta herî jor de bû.

Meş ber bi navenda sûkê ve destpê kir û li pêşiya avahiya AfD’ê veguherî mîtîngekê. Li vir peyamên li ser navên saziyan hate xwendin û piştre jî meş ber bi gara trenê ve dom kir.

Li gara trenê jî ji bo bîranîna qûrbaniyan find hatin pêxistin û lale danî erdê. Çalakî bi dirûşman ve bi dawî bû.