Kurdên li herêma Saratovê daxwaza azadiya Ocalan kirin

Kurdên li navçeya Yerşov a bajarê Saratovê yê Rûsyayê, bi daxuyaniyekê tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin.

Bi wesîleya pêngava "Bes e ji tecrîd, dagirkerî û faşîzmê re, dem dema azadiyê ye" Kurdên li navçeya Yerşov a bajarê Saratovê yê Rûsyayê, li pêşiya Navenda Çanda Kurd a Yerşovê daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Ji rêveberên Meclîsa Gelê Kurd a Yerşovê Mîrza Elî Yûsûbov aixvî û diyar kir ku ew tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan qebûlnakin.

Mîrza Elî Yûsûbov bal kişand ser êrişên qirkeriyê yên dewleta Tirk ên li çar aliyên Kurdistanê yên li hemberî gelê Kurd û diyar kir ku ew Kurdên li Rûsyayê li pêşberî van komkujiyan bêdeng namînin.

Ji rêveberên meclîsê Gulîzar Yûsûpova jî anî ziman ku li pêşberî polîtîkayên înkar û tunekirinê yên dewleta Tirk a faşîst wê bêdeng nemînin û ji bo azadiya Rêberê xwe têkoşînê bidomînin.

Yûsûpova destnîşan kir ku dem dema azadiya Rêberê Gelê Kurd e.

Endama Komîteya Çandê Sûltan Bakî jî xwest, tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe û bang li Kurdan kir ku li her devera lê ne tevlî pêngava ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd bibin.