Kurdan Olof Palme li ser gora wî bi bîr anîn

Serokwezîrê berê yê Swêdê Olof Palme yê ku di 28’ê Sibata 1986’an de li Stockholmê hatibû kuştin ji aliyê Kurdan û Swêdiyan li ser gora xwe hate bibîranîn.

Serokwezîrê berê yê Swêdê Olof Palme yê ku di 28’ê Sibata 1986’an de li Stockholmê hatibû kuştin, li ser gora xwe hate bibîranîn.

Di destê sibehê de gelê Swêdê çûn ser gora Palme û piştî nîvro jî komeke qelebalix a Kurd çûn ser gorê.

Kurdan çelenga bi amblema PKK’ê danîn ber gora Palme.Di bibîranînê de Hevserokê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê Ahmet Karamûş diyar kir ku gelê Kurd ji ber kuştina Palme gelekî xemgîn û dostekî Kurdan ê ji bo demokrasî, edalet û azadiyê têdikoşe kêm bûye.

Karamûs diyar kir ku Olof Palme dixwest doza Kurdan bi rêyên aştiyane were çareserkirin û got, “Ligel ku kujerê Olof Palme hate diyarkirin, welatên wekî Tirkiyeyê îddîa dikin ku Kurdan Palme kuştine. Kurdan gelek caran ji raya giştî ya dinyayê re eşkere kirin ku tu eleqeya wan bi kuştina Palme tune. Kurd tu carî qetlîameke wisa hovane nakin.

Hevseroka Navenda Civakî ya Kurdan a Demokratîk a Swêdê Nadîa Saleh jî diyar kir ku hê li holê tu delîl tunebû polîsên Swêdê cînayeta li ser Palme xistibûn stûyê Kurdan. Saleh bal kişand ser vî tiştî ku heke Palme a niha sax bûya wê bi Têkoşîna Azadiyê ya Kurdan re bûya. Saleh xwest ku bila PKK lîsteya rêxistinên terorê were derxistin.

Parlementerê berê û Serokê Koma Partiya Karkeran a Demokratên Civakî ya şaredariya Stockholmê Kadîr Kasirga jî ji ANF’ê re axivî. Kasirga diyar kir ku serdozger par diyar kiribû ku cînayeta Palme hatiye girtin û got, “Serdozger diyar kir ku tu eleqeya Kurdan bi cînayeta Palme re tune, lê hin hêzên di bin bandora Tirkiyeyê hê jî Kurdan sûcdar dikin.”

Kurdê bi navê Ahmet Yildiz jî bi bîr xist ku Kurdan ji Palme hez dikirin û got, “Abdullah Ocalan di sala 1998’an de dema ku li Romayê bû nameyek ji Goran Graîder re şandibû û diyar kiribû ew Palme wekî şehîdên xwe dibînin.”