Konferansa li PE’yê: Tirkiye rêya ketin û derketina DAÎŞ’ê ye

Rûniştina yekem a konferansa li Parlementoya Ewropa ya têkildarî Rojava û dagirkeriya Tirkiye bi dawî bû. Lêkolînereke ku tevlî konferansê bû, diyar kir ku Tirkiye ji bo DAÎŞ’ê deriyê ketin û derketinê ye.

Konferansa li PE’yê ya Brûkselê pêk hat piştî rûniştina duyemîn roja yekem a konferansê bi dawî bû. Di beşa duyemîn a rûniştinê de li ser polîtîkayên dewleta Tirk a li herêmê û gefên gerdûnî, têkiliyên bi çeteyên cîhadî û metirsiyên vegera Ewropayê hate sekinin.

‘BI DAGIRKERIYA TIRKIYEYÊ RE GELEK PIRSGIRÊK DERKETIN’

Dr. Tasnîm Bûtt ê li Zanîngeheke ULB a Belçîkayê mamostatiyê dike moderatoriya rûniştinê kir. Li ser dagirkeriya dewleta Tirk a li Bakur û Rojhilatê Sûriye, têkiliyên rola cîhadî midurê navenda lêkolînên li ser hevkariya navneteweyî û rabûnê ya zanîngeha ULB’ê Prof. Fîroûzeh Nahavandî nirxandin kir.

Nahavandî ewlilê li ser dagirkeriya dewleta Tirk nirxandin kir, bal kişand ser dagirkeriya li Efrînê. Nahavand diyar kir ku Erdogan ji helwesta Serokê DYE’yê Trûmp cesaret girt û got: “Dewleta Tirk cîhadî û koçberan bikar tîne.” Nahavandî pirsgirêka koçberan jî girte dest.

Her wiha Nahavandî bi domdarî got: “Yek jî pirsgirêka din a bi dagirkeriya Tirk re derketî holê pirsgirêka cîhadî ye û pirsgirêka vegera wan e. Ev yek bi dagirkeriya Tirk re bûye yek ji pirsgirêkên ji nû ve derketî holê ye.”

‘TIRKIYE JI BO DAÎŞ’Ê DERIYÊ KETIN Û DERKETINÊ YE’

Li ser mijara cîhadiyên nîjatperes ên Ewropa dîsa sedem, encam û çareseriyên dewleta Tirk endama Mala Çavdêriyê ya Redîkalbûn û lêkolînerê pispor ê sosyolojiya siyasî û olî ya Rojhilata Navîn Dr. Amelîe Chelly  nirxandin kir. Chelly anî ziman ku deriyê ketine yê DAÎŞ’iyan Tirkiyeye û niha jî bûye deriye vegerê. Chelly got: “Tirkiye bûye fînansorê gelek komên bi çek ên îslamî û laîk.” Chelly diyar kir ku fikir û pratika Ahrar El Şam a Enqere destek dike û yên DAÎŞ’ê hemanin.

‘PIRSGIRÊKA ERDOGAN NE NÛ YE’

Di dewma rûniştinê de ji Baroya Parîsê Parêzer Sevag Torossîan  li ser ‘Sûcên şer ên hevkarên milîsên cîhadî yên Tirk û li dijî vê mekanîzmayên navneteweyî’ axivî. Torossîan got: “Pirsgirêka Erdogan ji bo em pirsgirêkeke kevin e, meseleyekî înkar û heqîqetê ye.” qirkirina Ermeniyan bibîr xist.

Torossîan diyar kir ku dixwaze Osmanîbûnê nû vike û bibe serwerê cihana Ereban. Torossîan li ser mijara darezandinê ya Tirkiye ji ber sûcên kirî jî destnîşan kir ku di mijara sûcên li dijî mirovahiyê, sûcên şer û rewşa êrîşê ne Tirkiye û ne jî Sûriye li ser dadgehkirina ceza ya navneteweyî nîne û got: “Ev kêşekeyek mezin e."

YEKPARETIYA FÎZÎKÎ YA ROJNAMEVANAN DI METIRSIYÊ DE YE

Berpirsê ofîsa Rojhilata Navîn ya Rêxistina Rojnamevanên Bêsînor RFS Sabrîna Bennouî li ser binpêkirin û sûcên ku dewleta Tirk li hemberî sivîl û rojnamevanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêkaniye sekinî.

Bennouî diyar kir ku xebat û yekparetiya fîzîkî ya rojnamevanan xistine bin xeteriyê û got: “Piştî operasyonê heta niha 4 rojnamevan mirine”. Bennouî her yek ji rojnamevanan ku di dema erkê xwe yê pîşeyî de yan jî bi awayekî zanebûn hatine kuştin, girte dest û destnîşan kir ku dîmenên felaket yên derbarê kuştina sivîl û rojnamevanan gihiştiye ber destê wan. Wê her wiha bombebaran kirina konvoya ku ji Qamişloyê ber bi Serêkaniyê ve diçû û di nav de rojnamevan jî hebûn, bibîr xist û yek bi yek qala rojnamevanên hatin qetilkirin û çawatiya qetilkirina wan kir.

Bennouî anî ziman ku mala rojnamevanek jî bi awayekî zanebûn hate armanckirin û hate qetilkirin û wêneya wê/î jî ji dayîka rojnamevan re şandine û got: “Rojnamevan jî weke her sivîlekî xwedî mafê ku werin parastinê ne. ew tenê karên xwe dikin. Hemû êrîşên li ser fîzîka wan ji aliyê huqûqa navnetewî hatiye qedexekirin.” Bennouî di dewama gotinên xwe de bal kêşa ser rojnamevanên ku xebatên wan têne astengkirin û behsa bûyerên bi wî rengî yên ji aliyê dewleta Tirk û leşkerên wê hatine pêkanîn kir û got: “Ew gefane nayên qebûlkirin.” Her wiha destnîşan kir ku ew rêbazekî yê bêdengkirinê ye. Bennouî bal kêşande ser rewşa rojnamevanên biyanî ku wana neçar dikin herêmê biterikînin û derbarê agahiyên herêmê diyar kir ku weke “Çala reş” lê hatiye û ji wê rewşê jî bifikarin. Di dawiya axavtina xwe de anî ziman ku beriya dagirkirina herêmên ku di bin kontrola Kurdan de bû rojnamevanan bi hêsanî tevdigeriyan.

Rojnamevanê bi nav û bang ê medya RTL Jean Pîerre Martîn jî bi wê gotinê berteka xwe nîşan da: “Eger rojnamevan neçin wê derê, wê Tirkiye bi ser bikeve.” Martîn her wiha bal kêşa ser çeteyên dewleta Tirk û diyar kir ku ew weke komkiriyên komên DAÎŞ û El Nusra’yê ne.