KJK’ê ji bo George Flyod daxuyanî da

Koordînasyona KJK’ê: Em vê cînayeta nijadperest şermezar dikin a ku ji aliyê hêzên dewletê hatiye kirine.

Koordînasyona KJK’ê nerazîbûn nîşanî kuştina George Flyod a bi destê polîsên DYE’yê da. Koordînasyona KJK’ê û diyar kir ku kuştina George Floyd di heman demê de parçeyekî şerê dewletê ya li dijî civakê ye.

Di daxuyaniya KJK’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“Li bajarê Mînneapolîsê ya DYE’yê di 25’ê Gulana 2020’an de afro-Emerîkanê George Floyd ji aliyê polîsekî hate qetilkirin. Em vê cînayeta nijadperest a bi destên dewletê şermezar dikin. Vê cînayeta siyasî mixabin ne ya pêşîn e û ne jî ya dawîn e. Di 19’ê Sibata 2020’an de li bajarê Hanaû yê Elmanyayê du Kurd jî di nav de, 10 kes ji aliyê faşîstekî ve hatin kuştin. Ji ber ku Kurd in, her roj êrîşî Kurdan tê kirin û tên qetilkirin.

Divê êrîşên bi vî awayî wekî êrîşên takekesî neyên nirxandin û di nav qada siyasî û civakî de were nirxandin. Heta ku nijadperestî û zayenperestî di çarçoveya netewe dewlet û kapîtalîzmê de neyê nirxandin, mirov nikare li dijî wê têkoşînê bike.

Em Kurd ku li ser me êrîşên nijadperestî hene, em li ser sedemên nijadperestî û mêtingeriyê difikirin. Ev gel bi sedan salane ji bo heq û azadiyê têdikoşe û ji bo têkoşîneke rast em berdêlên mezin didin û em ê bidin jî. Ev zext û mêtingerî n xwezayî û ne jî qeder e.

Kuştina George Floyd di heman demê de parçeyê şerekî dewletê ya li dijî civakê ye. Di salên dawîn de dewlet tevdîrên xwe yên ewlehiyê zêde dikin û ji ber vê jî li ser mûxalifan gefeke mezin heye.Li gorî çapemeniyê sala borî li DYE’yê 1099 kes hatine kuştin. Îro jî li ser her qadan hegemonyaya dewletan zêde bûye.

Vê pergala mêtinger dema zêde dibe, divê têkoşîn û berxwedana li dijî vê jî zêdetir bibe. Têkoşîna yekgirtî ya li dijî vê pergalê, nijadperestî, kapîtalîzm, netewe dewlet û zayendparêziya wê û avakirina pergaleke alternatîf gelekî girîng e. Bi avakirina pergala Demokratîk, Ekolojîk û Azadiya Jinan Diparêze wê tola hemû cangoriyan were stendin û wê pêşiya hemû qetlîaman were girtin.”