Kedkarê 35 salan ê têkoşîna azadiyê Omer Cager rehmet kir

Kedkarê 35 salan ê Têkoşîna Azadiyê Omer Çager (Xoce Amed) ê ku gelek salan li çiyayê Kurdistanê têkoşiya, ji ber nexweşiyê tê Ewropayê. Çager li Ewropayê dema li nexweşxaneyê dihat tedawîkirin, di 22’ê Çileyê de rehmet kir.

Kedkarê 35 salan ê Têkoşîna Azadiyê Omer Çager (Xoce Amed) ê ku gelek salan li çiyayê Kurdistanê têkoşiya, dema ji ber nexweşiya xwe tedawî dibû, di 23’ê Çileyê de li nexweşxaneyê rehmet kir.

Omer Çager (Xoce Amed) eslê xwe ji Pasûrê Amedê ye û di sala 1952’an de li Mêrdînê ji dayik bûye û bavê 6 zarokan e. Çager di sala 1986’an de ji Erabistanê tevlî nav têkoşîna azadiyê dibe, di salên 1997 û 1998’an de diçe Qada Serokatiyê.

Şehîdê Kedê Çager, Herêmên Parastinê yên Medyayê û Kampa Mexmûrê jî di nav de, li gelek deverên Başûrê Kurdistanê têkoşîyaye. Di sala 2016’an de ji ber nexweşiya wî ya penceşerê giran dibe, tê Ewropayê û li nexweşxaneya xwe dihat dermankirin di 22’ê Çileya 2020’an de rehmet kir.

Keça wî Enîse Şîrîn di merasîmê de axivî û got ku “Hemû rêhevalên wî li ba wî ne, hûn hemû ser seran ser çavan hatin. Min bavê xwe zêde nedît lê wî bi helwesta xwe bandoreke mezin li me kir. Barê min giran e lê ez sozê didim ku ez ê li ser şopa wî bim.”

Cenazeyê Çager di 23’ê Çileya 2020’an de bi girseyî şandin Kurdistanê. Di merasîma cenazeyê de nûnerên gelek saziyên wekî Komeleya Malbatên Şehîdan, Tevgera Azadiyê, KCDK-E, Tevgera Jinan û CÎK’ê axivîn. Axaftvanan diyar kirin ku şehîd Omer Çager 35 salan li ser felsefeya Rêber Apo têkoşîyaye û wî 35 salên xwe da Têkoşîna Azadiyê û axa Kurdistanê parast.

Cenazeyê Çager bi sloganên 'Şehîd Namirin' şandin Amedê.