Kardarên Kurd ên li Ewropayê: Em piştgiriyê bidin gelê li Xarpêtê
Yekîtiya Kardarên Kurd a li Ewropayê (AKEE), bangî endamên xwe kir ku ji ber erdhejê bila ew piştgiriyê bidin gelê li Xarpêt û Meletiyê.
Yekîtiya Kardarên Kurd a li Ewropayê (AKEE), bangî endamên xwe kir ku ji ber erdhejê bila ew piştgiriyê bidin gelê li Xarpêt û Meletiyê.
Yekîtiya Kardarên Kurd a li Ewropayê bangî ji ber erheja li Xarpêt û Meletiyê banga alîkarî û piştgiriyê li endamên xwe kir.
Yekîtiya Kardarên Kurd a li Ewropayê bi peyama xwe ya bangê de ev tişt diyar kir:
“Li ser navê Yekîtiya Kardarên Kurd a li Ewropayê (AKEE), ji ber erdheja li Xarpêt û Meletiyê em xemgîn in.
Di vê erdhejê de, ya ku heta li bajarên Amed, Çewlig, Mêrdîn û derdora wê hate hîskirin, bi dehan mirov mirine, bi sedan kes jî birîndar bûne.
Em bangî hemî endamên xwe dikin ku bila ji bo alîkarî û piştgiriyê seferber bibin.
Li ser navê hemû Kardarên Kurd em sersaxiyê ji malbatên ku xizmên wan mirine re dixwazin û şifaya xêrê ji birîndaran re dixwazin.”