Karasû: Divê gelê me bi temamî bibe parçeyek ji têkoşîna mezin

"Em bi berxwedanê li ser piyane. Em têkoşîneke mezin dimeşînin. Em şer dikin. Li her deverê şer heye. Jin, ciwan, tevahiya gelê me divê bibe parçeyek ji vê têkoşînê. Divê ciwan berê xwe bidin çiyê, tevlî nava refên gerîla bibin."

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû bû mêvanê bernameya "Ulkeden" a televîzyona Medya Haberê.

Karasû destpêkê salvegera 35'an a Pêngava 15'ê TebaxAê pîroz kir û got, "Bi vê wesîleyê cejna vejînê 15'ê Tebaxê li Rêber Apo, gelê Kurd, dostan hemûyan, gelên Rojhilata Navîn pîroz dikim." Karasû cangoriyên têkoşîna azadiyê jî bi minet û rêzdarî bi bîr anî.

Karasû bal kişand ser peyamên ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtina dawî de ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd eşkere kir û got, "Rêbertî ji bo aştiyê, ji bo çareseriya demokratîk ji sala 1988'an ve têdikoşe, hewl dide, xwedî kedeke mezine. Bi vî rengî seknra Rêber Apo li holê ye. Sekna tevgera me li holê ye. Tevgera me dixwaze pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk çareser bike. Bêyî guhertina sînorên Tirkiyeyê, di nava sînorên siyasî yên Tirkiyeyê de di çarçoveya demokratîkbûna Tirkiyeyê de dixwaze çareser bike. Lê belê yê ku di vê mijarê de gavê neavêje dewleta Tirk e. Ji ber ku zîhniyeta wan nehatiye guhertin. Em dikarin vê yekê bêjin; me berpirsyariya xwe pêk anîn. Ji bo çareseriya demokratîk me her tişt kir. Bêçalakîtî jî bû, agirbest jî hate ragihandin, me hêzên xwe yên leşkerî jî vekişand, ji bo çareseriya demokratîk me hemû derfet pêşkêş kir, niyeta xwe ragihand. Lê belê ji ber ku niyeta dewleta Tirk neguherî, ji ber ku niyeta desthilatdariya AKP'ê neguherî, ji ber ku zîhniyet neguherî çareserî pêk nehat. Rêber Apo hewl dide rewşa psîkolojîk a vê çareseriyê biafirîne, hewl dide atmosfera siyasî amade bike, rewşa civakî û dîrokî amade bike."

RÊBER APO DIBÊJE; EM JI ÇARESERIYÊ RE AMADE NE

Karasû destnîşan kir, ku Ocalan û ew ji bo çareseriyê amade ne û got, "Em amade ne. Lê belê em ji tiştekî wiha re neamade ne; Kurd dest ji azadiya xwe berdin, dest ji mafên xwe yên demokratîk berdin, dest ji xweseriya xwe berdin, dest ji jiyana xwe ya azad berdin, em ji tiştekî bi vî rengî re neamade ne. Divê Tirkiyeyeke nû ya ku xwe dispêre biratiya Kurd û Tirkan, ne tenê biratiya Kurd û Tirkan xwe dispêre biratiya gelên Anatoliyê hemûyan divê bê avakirin. Tirk jî her kes jî wê di rewşeke wiha de bi ser bikevin. Tirkiye wê demê wê xurt bibe. Wê demê wê pirsgirêka mayindebûnê ya Tirkiyeyê nemîne. Niha dibêjin, 'pirsgirêka mayindebûnê ya Tirkiyeyê heye', eger ev polîtîka bê domkirin, eger Kurd bên înkarkirin, eger polîtîkaya şer timî bê meşandin, eger dijminatî li demokrasiyê bê kirin wê pirsgirêka mayindetiyê li Tirkiyeyê hebe. Eger Tirkiye dixwaze xwe ji pirsgirêka mayidetiyê rizgar bike, divê bi Kurdan re li hev bike, divê Tirkiyeyeke nû ya xwe dispêre demokratîkbûnê û biratiya gelan bê afirandin. Ji ber vê yekê Rêbertî dibêje; eger nêzîkatiyeke rast bê kirin em amade ne."

Karasû anî ziman ku ji bo vê yekê divê dest ji înkarkirina Kurdan bê berdan û diyar kir, "Divê dest ji helwesta xwe berde ku dixwaze Kurdan bi demê re tine bike. Dest ji vê berdaye? Na. Lewma em vê dibêjin. Rêber Apo jî bi biryar e; bi zîhniyeta demokratîk dikare çareser bibe, bi demokratîkbûnê dikare çareser bibe. Ji ber vê yekê Rêber Apo di navbera çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûnê de têkilî destnîaşn kir. Hinek dibêjin; bêyî demokratîkbûnê jî çareserî dikare pêk were. Çareserî pêk nayê, pirsgirêka Kurd çareser nabe. Li deverên din ên dinyayê desthilatdariyên rastgir çareser kirine, hêzên otorîter çareser kirine. Belê, dikare çareser bike, lê belê desthilatdariya rastgir jî be divê zîhniyet bê guhertin. Divê dest ji înkarkirina Kurdan bê berdan û Kurdistanê weke qada belavbûna netewetiya Tirk nebîne. Lê belê ev yek jî di nava rastiya Tirkiyeyê de bêyî xwegihandina zîhniyeta demokratîk nepêkane. Beriya her tiştî divê ve zîhniyet bê guhertin. Wê ev zîhniyet neyê guhertin lê pirsgirêka Kurd çareser bibe? Bila kes xwe nexapîne! Divê ti kes pirsgirêka Kurd neşibîne pirsgirêkeke li devereke din a dinyayê. Naxwe wê şaşitiyê bike, wê bikeve nava xefletê. Wê nikaribe polîtîkaya rast bimeşîne. Wê nikaribe tedbîrên rast werbigire. Ji ber vê yekê Rêbertî di mijara demokratîkbûna Tirkiyeyê de gelekî hewl dide. Heta ku demokratîkbûna Tirkiyeyê girîng neyê dîtin pirsgirêka Kurd çareser nabe."

'EW DEVER JI XWE EWLE YE, YÊ KU GEFÊ DIXWE TIRKIYE BI XWE YE'

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû der barê gefên dewleta Tirk ên li dijî Rojavayê Kurdistanê jî nirxandinên girîng kir.

Karasû bal kişand ser nîqaşên der barê 'herêma ewle' de û got, "Ew dever ji xwe herêmeke ewle ye. Yê ku gefê li ewlekariyê dixwe Tirkiye bi xwe ye. Çima ji yekî nayê ku bêje; herêma ewle çi ye? Tu dest ji gefxwarinê berde. Yê ku gefê dixwe tu bi xwe ye. Dibêje; Minbic. Ya çi eleqeya te bi Minbicê heye? Wî gelî DAÎŞ ji wê deverê qewirandiye. Dibêje 'ez ê bikevim wê deverê'. Yek nabêje; çi karê te li wir heye? Bi rastî jî polîtîkayên bêexlaq dikin. Çi eleqeya Tirkiyeyê bi Bakurê Sûriyeyê re heye? Tenê eleqeyeke xwe heye; dibêje 'ez ê dagir bikim, ez ê Kurdan mîna li Efrînê koçber bikim, polîtîkaya qirkirinê li dijî Kurdan bimeşînim'. Dixwaze Kurdan li wê deverê jî qir bike. Dixwaze Kurd li ti deverê nebe xwedî îrade, divê tine bibe. Dibêje, 'Ez ê Efrînê jî tine bikim, rojhilatê Firatê jî tine bikim, Bakur jî tine bikim. Firsendê werbigirim ez ê Başûr jî tine bikim, ez ê Kurdan tine bikim'. Derdê xwe Kurd e. Pirsgirêka xwe ya ewlekariyê nîne. Pirsgirêka xwe ew e ku Kurdên azad nebin. Dixwaze Kurdên azad tine bike. Dixwaze Kurdên azad qir bike.

'PIŞTÎ 35 KÎLOMETREYAN JI XWE KURD NÎNE, LEWMA ARMANCA WAN KOÇBERKIRINA KURDAN E'

Lewma divê were pirsîn; herêma ewle çi halê çi? Çi eleqeya xwe pê heye? Bi rastî jî me fêhm nekirine. Nizanim qala 35 kîlometreyan dikin. Meseleya 35 kîlometreyan tê vê wateyê; hemû Kurdan koçber bikin. Ji xwe piştî 35 kîlometreyan Kurd nîne. Piştî 35 kîlometreyan herêma Ereb e. Yanî dibêje, 'Ez ê bikevim wê deverê, Kurdan ji wir derxînim'. Belkî mîna li Efrînê çend ENKS'iyan bihêle. Lewma divê ev zîhniyeta qirker neyê qebûlkirin. Baş e, Bakurê Sûriyeyê polîtîkayê dike, bêyî şer dixwaze pirsgirêkê çareser bike. Bêguman naxwazin şer biqewime. Ji xwe re sîstemeke demokratîk xweser ava kirine. Sîstema xwe ava kirine. Bêguman naxwazin bi şer tengav bibin. Em vê fêhm dikin, lê belê gef û ferzên dewleta Tirk ji bo tinekirina wê sîstemê ye. Ji bo tinekirina Kurdan e, tinekirina rêveberiya xweser e. Daxwaza dewleta Tirk ne ya qebûlkirinê ye.

QEBÛLKIRINA DAXWAZA TIRKIYEYÊ TÊ WATEYA TINEBÛNÊ

Qebûlkirina daxwaza Tirkiyeyê tê wateya tinebûnê. Lewma daxwaza Tirkiyeyê nayê qebûlkirin. Heta Kurdekî bi tenê bimîne divê li ber xwe bidin. Ji ber ku daxwaza Tirkiyeyê tinebûna Kurdane. Divê li dijî daxwazên Tirkiyeyê derkevin. Nizanim qala 5 heta 9 kîlometreyan dikin. Gelo tiştekî wiha pêkane? Gelo heqê Tirkiyeyê ye ku li wê deverê daxwaza mafekî wiha bike? Tiştekî wiha nabe. Ev yek eşqiyatî ye. Ew dibêjin, 'em eşqiya ne. Ez bi vî rengî dixwazim, dixwazim Kurdan tine bikim, wê demê divê bi vî rengî bibe'. Li dinyayê exlaq nemaye, wijdan nemaye. Gelo demokrasî nayê wateya maf, edalet û wijdanê? Welatên ku xwe demokrat dibînin gelo çawa dikarin vê yekê qebûl bikin?"

Karasû ragihand, divê mirovahî li dijî vê yekê raweste û got, "Ev yek binpêkirina nirxên mirovahiyê, nirxên gerdûnî, nirxên hiqûqî ye. Dibêjin; gef li me tê xwarin. Gef nîne, lê gef li dijî Kurdên azad heye. Ji ber ku dibêjin, 'eger Kurdên li wê deverê azad bibin, wê yên me jî azadiyê bixwazin'. Ya ku dibêje ev e. Divê gelê Kurd xwe ji berxwedanê re amade bike. Divê heta ferdê xwe yê dawî li ber xwe bide. Divê dest ji şûna xwe bernede. Bi ço be, bi keviran be divê li ber xwe bide. Eger gel bi biryardarî li dijî tank, topên wan biço û keviran li ber xwe bide wê çi bikin? Wê hemûyan bikujin? Nikarin vê bikin. Eger gel li wê deverê li ber xwe bide wê dewleta Tirk têk biçe."

'DIVÊ GELÊ KURD BI TEMAMÎ BIBE PARÇEYEKÎ VÊ TÊKOŞÎNA MEZIN'

Karasû berxwedana gerîla ya li Başûrê Kurdistanê ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk jî bi bîr xist û got, "Dewleta Tirk hikumeteke şer ava kiriye. Hikumeta AKP-MHP'ê hikumeteke şer e. Hikumeta şer hemû derfetên aborî, civakî, çandî, dîplomatîk, siyasî yên dewleta Tirk, gelê Tirk, yê Tirkiyeyê ji bo tinekirina Kurdan sewq kiriye. Ji bo vê êrîş dike. Derfetên vê yekê destnîşan dike. Erdogan her roj dibêje; hûn çima qala bihatiyê dikin, hûn çima qala maeş dikin, çima qala krîza aboriyê dikin, hûn zanin ku buhayê fîşekekê, fuzeyekê, bombayekê çiqas e? Hûn zanin ku buhayê balafireke şer çiqas e? Yanî vê dibêje. Em her tiştên xwe didin şer. Hikumeteke bi vî rengî ya şer heye. Ev hikumeta şer li her deverê êrîş dike. Binerin girtîgeh tijî kirine. Mirov nikarin derkevin ber deriyên xwe. Li Wanê, Colemêrgê li her deverê derketina derve qedexe kirine. Dibêje, hûn nikarin çalakiyan bikin. Serdema Rewşa Awarte ye. Vê ji bo vê yekê dike. Şerek tê kirin. Li dijî gel şer tê kirin. Armanc ji van qedexeyan tasfiyekirina gerîla ye. Gotinek heye ku dibêje 'avê ziwa bike wê masî bimire'. Di salên 1990'î de çawa ku gund hemû valakirin, şewitandin, daristan şewitandin, bi hezaran mirov koçber kirin niha heman şerî dikin. Şerê ku di salên 1990'î de hate kirin û yê niha yek in. Ji bo tinekirinê ne. Di salên 1990'î de bi hezaran hevrêyên me şehîd bûn, li ber xwe dan. Çi bû? Konsepta salên 1990'î hate têkbirin. Li Amedê, Botanê, Serhedê, Dersimê bi hezaran hevalên me şehîd bûn. Niha jî bi deh qatan zêdetir ji salên 1993-94'an hevalên me şehîd bûn. Şehîdên ku me di nava du salan de dan bi deh qatan ji yên wê demê zêdetire. Têkoşîn bi vî rengî li ser piyan ma. Tevger bi vî rengî li ser piyan ma. Şehîdên wê demê bi rêz û minet bi bîr tînim. Îro jî şehîdên me rû didin. Em bi berxwedanê li ser piyan in. Em têkoşîneke mezin didin, Şer dikin. Li her deverê şer heye. Dijmin veşêre jî li Amed, Botan, Mêrdînê, li Serhed, Colemêrg, Çewlik û Dersimê şer heye. Li Amanos, Semsûrê.  Li her derê şer heye û em şehîdan didin. Em van şehîdan bi minet û hurmet bi bîr tînin. Ev şehîdên me ji bo ku hebûna gelê Kurd li ser piyan bihêlin şehîd dibin. Ji bo ku têkoşîna azadiyê li ser piyan bihêlin şehîd dibin. Dibêjin; em ê jiyana xwe bidin, gelê Kurd wê li ser piyan bimîne. Em ê jiyanê bidin, lê têkoşîna azadiyê wê bidome û jiyana xwe didin. Her roj em çend şehîdan didin. Her meh bi dehan şehîdên me çêdibin. Her sal bi sedan şehîd em didin. Gelê me divê nirxê van şehîdan zanibe. Jin û ciwan, welatparêz divê nirxê vê berxwedanê zanibin. Bi vê wesîleyê divê desteka xwe zêde bikin. Jin, ciwan û gelê me divê bibin parçeyek ji vê têkoşînê. Dijmin zalim e, zextê dike, dikuje, dixe girtîgehê, divê bi paş ve gav neavêje. Di televizyonan de şehadetan dibihisin, dema ku şehîd bihistin divê ciwan di cih de xwe komî ser hev bikin, em dibêjin em divê şûna wan dagirin û tevlî nav têkoşîna azadiyê bibin. Têkoşîneke mezin, bi lehengî, bi şertên dijwar didin. Hemû gelê me divê li vê têkoşînê xwedî derkeve û desteka hewce bide.