Ji bo salvegera Şoreşa Rojava kampanyayek tê destpêkirin

Tora Rojava ya RISEUP, ji bo 7’emîn salvegera Şoreşa Rojava ya 19’êTîrmehê li ser tevnên civakî kampanyayek didin destpêkirin.

RISEUP bi daxuyaniyekê bang li her kesî kir ku di salvegera Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê de têkildarî Şoreşa Rojava vîdeo, dîmen û peyaman parve bikin.

Kampanyaya li ser tevna civakî bi etîketa “#pirozbe / # riseup4rojava” bê kirin. Bi taybet kampanya wê li ser Twîtter û Facebookê bê kirin.

Şoreşa Rojava 19’ê Tîrmeha 2012’an li Kobanê destpê kir piştre li Efrîn, Qamişlo û Dêrikê belav bû.

RIESUP di daxuyaniya xwe de bal kişand ser berxwedan û serfiraziya li Kobanê ya li dijî DAÎŞ’ê hate bidestxistin û ev hate gotin: “Şoreş bi hemû kêmaniyên xwe bû hafizeya bi xwebûn a azadiya civakê bi xwe. Ti êrîşa nekarî vê hesretê têk bibe! Kurdistan, civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her roja çû bilind bû û xwe gihande sala heftan.

DAÎŞ bi berxwedana Kobanê têk çû.Bi berxwedana Kobanê re Rojava li gelemperiya cîhanê bû sembola hêviyê.

Hesret nirxên vê şoreşê ne. Hesret asta şoreş îro gihiştiyê pêk aniye. Bê wan şoreş nabe, ew tinebana, ti tiştekî me niha nebû ku em 19’ê Tîrmehê pîroz bikin. Sosyalîzim li dijî nirxên gelemperî bi biryardarî bi heskirina ji bo hemû cîhanê dîrok nivîsandin.

Lorenzo, Ivana Hoffmann, Anna Cambell, Leger Ciya, Dilsoz Bahar û gelek enternasyonalîstên din bi biryardariya xwe bûn parçeyek ya vê serpêhatiyê. Domandina nivîsandina vê serpêhatî û pêşxistina vê şoreşê mîrasê me ye.”