Ji bo greva giştî bang li xelkê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê hat kirin

PJAK, KJAR û KODAR’ê bi daxuyaniyeke hevbeş ji bo greva giştî bang li xelkê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê kirin û diyar kirin ku raperîna heyî gihîştiye asteke ber çav û pêwîstî bi pêngavek di asta bilindtir de heye.

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK), Civaka Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) û Civaka Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) bi daxuyaniyek hevbeş bang li hemû xelkê Rojhilatê Kurdistan û Îranê kirin da ku ji bo şermezarkirina dewleta Îranê, îro tevlî greva giştî bibin.

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin; “Heya îro raperîn gihîştiye astek berçav û bersivek bi sûd. Lê pêwîstî bi pêngavek di astek bilindtir de heye, divê bi rêbazên cûda weke grev û nerazîbûn, guhertin werin kirin.

Em bang li jin, karker, xwendevan, xwendevanên zanîngehê, mamoste, rewşenbîr, kasibkar, çalakvanên siyasî, werzîşvan, hunermend û cotyaran dikin ku têkoşîna azadiyê bigihînin qonaxek nû û berfirehtir bikin. Şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ bi tevlîbûna hemû gelên Îran û Rojhilatê Kurdistanê, ji bo bidestxistina azadiyê, bûye haveyna herî mezin a şoreşa sedsala bîst û yekem a li ser bingehê azadiya jinan û gelan. Serhildana gelan niha gihîştiye astek ku destketiyên mezin bi dest xistiye û garantiya azadiyê di demek nêzîk de ye.”

Duh Navenda Hevkariya Partiyên Rojhilatê Kurdistanê, li dijî bombebarankirina baregehên partiyan li Başûrê Kurdistanê banga greva giştî li hemû xelkê Rojhilatê Kurdistan û Îranê kiribû.