Hunermendên Kurd: Em ê ji bo Bariş bistirên

Hunermendên Kurd nerazîbûn nîşanî qetilkirina Bariş Çakan da ku ji ber li strana Kurdî guhdarî dikir li Enqereyê hate kuştin. Hunermendan gotin, "Em ê ji bo Bariş bistirên."

Pêla faşîzmê ya li dewleta Tirk her ku diçe zêdetir û xeternak dibe. Li hêlekê hikûmeta AKP-MHP’ê bi her rê û rêbazî şovenîzmê gur dike û li hêla din jî hem di aliyê leşkerî, hem jî ji aliyê siyasî, civakî û çandî ve li dijî gelê Kurd êrîşên dijwar pêk tîne. Ji ber polîtîkaya şovenîzmê ya dewletê, roj nîne ku Kurd li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê nabin hedefa êrişên nîjadperestiyê.

Şeva 31'ê Gulanê saet derdora 22.30'an li Enqereyê, ciwanê bi navê Bariş Çakan (20) bi hinceta ku li muzîka Kurdî guhdarî dikir hate qetilkirin. Hunermendên Kurd li ber vê êrişa hovane ya nîjadperestiyê rabûn û û gotin wê stranên xwe hemûyan ji bo Bariş bistirên.

'KURD JI BER ZIMANÊ XWE TÊN QETILKIRIN'

Hozan Kawa: Gelê Kurdistanê timî di serdemên awarte re derbas dibe, sedem jî welatek azad û serbixwe tineye. Li çar aliyê welatê xwe ji bo azadî, mafên rewa û serxwebûnê berdelên giranbiha tên dayin. Di têkoşînê de çand û huner lingê bingehîne. Çanda qedîm ji roja ewil heta îro dayik, bav û kalepîrên me parastine û heta vê serdemê hatiye. Hêzên dagiker dixwazin vî zimanî û çanda qedîm tine bikin. Ji bo vê yekê bi salane muzîk, jiyan, ziman û hatina li ba hev a Kurdan li Tirkiyeyê qedexe ye. Dixwazin me ji hev qut bikin û bîra me tine bikin. Rêberê me û pêşengên me bi salan in di girtîgehê de ne û di bin tecrîdek giran de ne. Berdêla fikir û ramanên azad li Tirkiyeyê gelek giran e. Nîjadperestan îro şitlê rihanê û ciwanek nûgihayî ji dilê dayikek Kurd qetandin. Bariş Çakan ciwanek nûgihîştî mafê xwe yê herî rewa bikardianî, bi Kurdî diaxivî û li muzîka Kurdî guhdarî dikir, bû hedefa êrişa nîjadperestiyê. Sê kesên nîjadperest û xwedî hişmendiya gemar bi kêran dilê me û ciwanekî me qetil kirin. Li ti deverên dinyayê ti kes li ser zimanê xwe nehatiye kuştin. Lê mixabin îro Kurd li Tirkiyeyê li ser zimanê xwe tên qetilkirin. Em weke hunermendên wijdana civakê vê bûyerê bi tundî şermezar dikin û em dibêjin em klam û stranên xwe ji bo Bariş û aştiyê biqîrin.

'EM Ê STRANÊN XWE JI BO BARIŞ BIBÊJIN'

Azad Bedran: Berî her tiştî ez bejna xwe li ber şehadeta Bariş Çakan ditewînim. Bi vê bûyerê êdî gotin qediyane û têr nake, ev wêneyê rast ê hezaran salan ê dewleta dagirker a Tirk e. Kesên nîjadperest hêzê ji dagirkeriya dewletê digirin. Muzîk ji hêz û qanûnên dewletan bandortire, ji bo vê yekê li dijî Bariş êrîş pêk hat û hate kuştin. Ji bo vê yekê ji çand û hunera Kurdan ditirsin. Li Tirkiyeyê nîjadperestî gihiştiye asta herî jor, serkêşiya vê jî welat bi xwe dike. Îro li Emerîka jî li dijî reşikan û li Tirkiyeyê jî li dijî Kurdan êrîşên di bin kontrola dewletê de pêk tên. Ji bo civakê nîjdperestî nexweşiyek herî talûkeye. Divê gelê Kurdistanê, rewşenbir, nivîskar, rojnamevan û hunermend li ser vê negrin û li pey rastiyê bimeşin. Îro ev êrîş ne tenê li dijî Bariş pêk hatiye, li dijî Kurdan hemûyan pêk hatiye. Li Enqerê çand, muzîk û welatê me hatiye qetilkirin. Ji niha û vir ez ê hemû stranên xwe diyarî Bariş bikim û ji bo Bariş bibêjim. Me ji bo destketiyên xwe gelek têkoşîn daye, em ê teqez bi ser bikevin.

'KUJERÊ BARIŞ DEWLET E'

Mesûd Gever: Di hêlekê de em qala pêşketinên hişmendî, teknolojîk, feza û cûr be cûr dikin. Lê hêla din sazî û dezgeh qala gerestrêkên cuda dikin ku gelo li ser jiyan heye yan na û lêkolîn dikin. Lê mixabin hîna jî li Rojhilata Navîn û li welatê me mirov li ser sedema ziman û çandan tên qetilkirin. Divê ev dewlet rûnê û bifikire û bibêjin em di kîjan serdemê de ne. Li vî welatî li ser ziman û stranên Kurdî mirov tên qetilkirin. Sedama vê hêrsê çiye û ji kû destpê dike? Çawa dibe ciwanek li ser zimanê xwe bê kuştin? Ev bûyer li kûçeyê pêk hat, lê belê kujer dewlet bi xwe ye. Polîtîkayên dewletê û zimanê rayedaran dihêle ku bûyerên nîjadperestî zêde bibe. Wê rojek were em ê li welatê xwe bi awayek azad stranên xwe bibêjin. Wê stranên me hemû ji bo Bariş bin û em ê her demê bi zimanê xwe biaxivin. Ti zilm û zordestî nikare me ji ziman û çanda me dûr bixe.

'LI DIJÎ FAŞÎZMÊ EM XWEDÎ LI NIRXÊ XWE DERKEVIN'

Hunermed Seyîtxan: Gelên Kurdistanê di pêvajoyek gelek girîng de derbas dibe. Li aliyekê operasyonên leşkerî li aliyê din qirkirinên siyasî. Li gel vê jî nirx, ziman û çanda me hatiye qedexekirin. Rojane mirov têne binçavkirin û girtin. Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê tinekirina Kurdan ji xwe re kirine armanc. Bi vê re mirovên rojane mexdûr dibin. Gefê li hunermendan dixwin, kesê bi zimanê xwe diaxive yan tê qetilkirin yan jî li wan dixin. Ev zilim rastiyekê datîne li ber çavan û her roja diçe li Kurdan sûcê ji derveyî mirovahiyê dike. Li Tirkiyeyê ne hiqûq û ne jî edalet nemaye. Bi dehan mirovên Kurd li kûçeyan ji aliyê nîjadperestan ve hatin lînçkirin. Herî dawî ciwanê bi navê Bariş Çakan ku li stranên Kurdî guhdarî dikir ji aliyê nîjadperest û faşîstên Tirk ve hate qetilkirin. Dixwazin bi kuştin û qetilkirinê peyamê bidin gelê Kurdistanê. Li dijî van êrîşên faşîstane tişta dikeve li ser milê me em çiqas dikarin xwedî li nirxên xwe derkevin. Eger em bixwazin dahatuyek azad bi dest bixin, mafê Barişan biparêzin û tola Barişan hildin em ê li hebûna xwe xwedî derkevin û bibin şopdarên wan. Ji bo pêşîgirtina li êrîşan divê em yekitiya xwe ava bikin û li dor desketiyên xwe bibin yek. Eger em yekitiya xwe ava nekin wê sibe hin ciwanên bibin hedefa êrişên faşîstan. Bariş ciwanekî Kurd û Kurdistanî bû, ji ziman, nasname û çanda xwe hez dikir. Ev jî mafek herî rewa û xwezayî ye.