HRE: 6 çete hatin kuştin, wesayitek hate îmhakirin

Şervanên HRE'yê li Efrînê di çalakiyan de 6 çete kuştin û wesayitek îmha kirin.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyeke nivîskî ev agahî da:

"Roja 26'ê Adarê hêzên me li gundê Omera yê bi ser navçeya Şera li dijî çeteyên artêşa dagirker çalakiyeke serdagirtinê li dar xist. Di encamê de 3 çete hatin kuştin.

Roja 1'ê Nîsanê hêzên me li ser rêya gundê Birc Heyder ya bi ser navçeya Şêrawa de li dijî seyareya berpirsyarê çetayan, bi navê Ebû Xalid çalakiyeke sabotajê li dar xist. Di encamê de tevî Ebû Xalid 3 çete hatin kuştin, 1 çete birîndar bû, her wiha seyare jî hate îmhakirin.

Hêzên me li taxa Mehmûdiyê ya bajarê Efrînê li dijî çeteyên artêşa dagirker çalakiyeke sabotajê li dar xistin. Di encamê de ziyanên madî gihîştin çeteyan.

Bi giştî di encama çalakiyên hêzên me de 6 çete hatin kuştin, 1 çete birîndar bû û seyareyek jî hat rûxandin.

Her wiha artêşa dagirker gund û navçeyên girêdayî herêma Efrîn û Şehbayê bê navber topbaran dike û li herêmê tevgera balafirên bêmirov berdewam dike."