HPG: Li Dersimê kontrayek hate cezakirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku kontrayê di meha Hezîranê di şehîdbûna 3 gerîlayan de rola wî hebû, ceza kirin.

HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û operasyonên artêşa Tirk a dagirker daxuyaniyek da û agahî parve kir.

HPG’ê ev agahî parve kir:

LI SÊRTÊ OPERASYONA DAGIRKERIYÊ

“Artêşa Tirk a dagirker 10’ê Îlonê saet 23:00’an li deverên Deriyê Egîda, Dîwana Mîr, Deriyê Keper, Şehîd Sorxwîn, Şehîd Resûl, Bêmereşê, Çemê Karê û Şehîd Berxwedan ên girêdayî Herêma Herkol a Sêrtê leşker danî û dest bi operasyoneke ya dagikeriyê kirin. Artêşa TC’ê ya du rojan li deverê xebatên lêgerînê kirin, 12’ê Îlonê saet 18:30’î vekişiyane.

LI DERSIMÊ KONTRAYEK HATE CEZAKIRIN

Me di daxuyaniya xwe ya 4’ê Tîrmeha 2020’ê de ragihandibû ku 24’ê Hezîranê artêşa TC’ê li devara Neynika ya navçeya Pûlur a Dersimê dest bi operasyoneke ya dagirkeriyê kiriye, me agahiya ku di şer û êrîşên hewayî yên li vê herêmê de 3 hevrêyên me bi lehengî şer kiribûn û şehîd bûbûn bi raya giştî re parve kiribû. Kontrayê bi navê Mûrat Panzerogûllari yê li nuqteya hevrêyên me lê dima cîhazê nuqte nîşanê danî û cihê hevrêyeke me yê birîndar bûbû ji bo dijminan ragihandiye 13’ê Îlonê li cihê ku hevrêyên me şehîd bûbûn ji aliyê hêzên me ve hatiye cezakirin. Ev çalakî ji bo bîranîna hevrêyên me Savaş, Argeş û Şiyar pêk hatiye.

LI ZAGROSÊ ÇALAKIYA SABOTAJÊ

Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de 16’ê Îlonê saet 13:00’an li dijî artêşa TC a li ser rêya Girê Çarçela ya Herêma Zagrosê çalakiyeke ya bi taktîka sabotajê hatiye kirin. Di vê çalakiyê de ku wesayîta leşkerî ya bi tîpa Jep hatiye hedefkirin, hejmara leşkerên hatin cezakirin û birîndar bûne nehatine zelalkirin. Artêşa TC’ê piştî çalakiyê dever bi obus, hewan û helîkopteran bombe kiriye.

LI ŞIRNEX Û COLEMÊRGÊ OPRASYONÊN DAGIRKERIYÊ

6’ê Îlonê artêşa TC’ê li dever Cehenem Deresî ya Elkê ya Şirnexê dest bi operasyonekê kiriye. Ev operasyon 8’ê Îlonê bê ku encamek bigirin vekişiyaye. 15’ê Îlonê artêşa TC’ê li dever Geliyê Marînos a navçeya Çelê ya Colemêrgê dest bi operasyoneke ya dagirkeriyê kiriye. Ev operasyon 16’ê Îlonê bê encam vekişiyaye.

Dîsa 15’ê Îlonê artêşa TC’ê li zozanên Beytanê ya girêdayî navenda Colemêrgê dest bi operasyoneke ya dagirkeriyê kiriye. Artêşa TC a bi balafirên şer dever bombe kir leşker danî, operasyona li herêmê berfireh kir. Di operasyonê de şer di navbera hêzên me û dagirkeran de bi dijwarî derket. Hevrêyên me Nûman, Eylem û Dîlan ên li dijî dagirkeran bi lehengî li ber xwe dan û derbên xurt li dagirkeran dan, di şer û êrîşên esmanî de şehîd bûn. Em ê piştre nasnameya hevrêyên xwe yên şehîd bûne bi raya giştî re parve bikin.

ÊRÎŞÊN LI SER CIHÊN GERÎLA

Êrîşên balafirên şer ên artêşa TC’ê ya li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê jî bê navber dewam dike, di vê çarçoveyê de;

17’ê Îlonê saet 22:10’î dever Keste ya Herêma Metîna hate bombekirin, ji ber bomberdûmanê şewat li herêmê derket.

17’ê Îlonê saet 23:15’î minteqa Berbizina ya dever Goşîne ya Herêma Xakûrkê hate bombekirin.

Dîsa heman rojê saet di navbera 22:30-23:30’î de Gundê Cansûsan û Sergulê ya devera Şehîd Harûn a Qendîlê bombe kirin.

Di van bomberdûman de tiştek bi hevrêyên me nehatine.”