HPG: Ew fermandarên pêşeng a tarza gerîlatiya serdema nû ne

HPG’ê nasnameya 3 gerîlayên ku di operasyona şoreşgerî ya li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî de şehîd bûbûn eşkere kir û got “Ew mînakên şênber ên fermandariya pêşeng a tarza gerîlatiya serdema nû ne.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ev agahî da:

“Me di daxuyaniya xwe ya 28’ê Mijdara 2022’an de diyar kiribû ku di 26’ê Mijdarê de li dijî dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî ya Metîna çalakiyeke şoreşgerî ya berfireh hatiye lidarxistin û 42 dagirker hatine cezakirin û gelek alavên leşkerî hatine desteserkirin. Me agahî bi gelê xwe û raya giştî re parve kir ku rêhevalên me Amed, Binevş û Baran ên ku bi şêwazeke fedaî beşdarî vê operasyona şoreşgerî bûne, çûne ser çeperên dijmin, dagirker ceza kirine û piştî ku heta nefesa xwe ya dawî bi lehengî şer kirin, şehîd bûne.

Rêhevalên me di encama êrîşên bi çekên kîmyewî yên ku bikaranîna wan ji aliyê hiqûqa navneteweyî ve hatiye qedexekirin, şehîd bûne. Ev operasyona şoreşgerî di şexsê hevalê me yê Fermandariya Eyaleta Metîna rêhevalê me Nûrî Yekta de ji bo bîranîna hemû hevrêyên me yên ku bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî şehîd bûne, weke pêngaveke tolhildanê hate lidarxistin. Ev operasyona şoreşgerî bûye îfadeya herî şênber a milîtaniya fedaî ya Apoyî, dilsoziya ji bo rastiya şehîdan û rêhevaltiyê. Rêhevalên me Amed, Binevş û Baran ku bi canê xwe mîlîtan û fermandarên Apoyî yên mînak in, li qada şer ketine çeperên dijmin û di qehremaniyê de gihiştine asta herî jor. Van rêhevalên leheng ên ku bi îddîa û îradeyeke mezin derketin rê, ji bo bicihanîna îddîa û biryardariya xwe ya bilind di bin şert û mercên herî hovane de bi kedeke sermirovî şer kirin. Tevî birînên xwe yên giran, gav bi paş de neavêt, operasyona şoreşgerî berdewam kirinn. Heta hemû çeperên dagirkeran bi dest xistin li ber xwe dan û bi lehengî şehîd bûn.

Em sersaxiyê ji malbatên hêja yên welatparêz ên rêhevalên me Amed, Binevş û Baran re ku mînakên herî şênber ên îradeya Apoyî, fedakarî, ruhê bilind ê êrîşê ne û fermandarên pêşengiya şêwaza gerîla ya serdema nû kirine û ji hemû gelê xwe re dixwazin. Em soz didin ku em ê têkoşîna şehîdên xwe yên mezin bi heman ruh û îradeyê heta bi serketinê bidomînin.

Agahiyên nasnameya hevrêyên me yên ku şehîd bûne, wisa ne:

  Nasnav: Amed Avesta

  Nav û paşnav: Diyar Solmaz

  Cihê jidayikbûnê: Amed

  Navê dê û bav: Menîce - Yilmaz

 Dîrok û cihê şehadetê: 26’ê Mijdara 2022’an / Metîna

 

  Nasnav: Binevş Vejîn

 Nav û paşnav: Yonca Gokalp

 Cihê jidayikbûnê: Wan

  Navê dê û bav: Nûran - Şefîk

 Dîrok û cihê şehadetê: 26’ê Mijdara 2022’an / Metîna

 

  Nasnav: Baran Çirav

  Nav û paşnav: Çekdar Ogûz

  Cihê jidayikbûnê: Sêrt

  Navê dê û bav: Xatûn – Mehmet Alî

  Dîrok û cihê şehadetê: 26’ê Mijdara 2022’an / Metîna

AMED AVESTA

Gelê me yê welatparêz ê Licê ku li dijî êrîşên dewleta Tirk a faşîst a di dîrokê de her tim li ber xwe da, bi serhildanên xwe re bûye yek ji navendên berxwedanê yên ku bersiva herî mezin daye dagirkerî û qirkirinê. Li Licê bingeha partiya me hatiye danîn, gelê me yê Licê dît ku azadiya gelê me ancax bi şêwazê şerê şoreşgerî yê PKK'ê pêkan e, ji roja destpêkê ve bi PKK'ê ve dilsoz e û jê bawer kir. Gelê me yê Licê yê ku li hemberî qetlîam, şewitandina gundan û êşkenceyên dewleta Tirk a faşîst a qirker, berxwedana herî bi rûmet nîşan da, bi hezaran zarokên leheng ên ku mezin kirin tevlî nav refên PKK'ê kirin û gelek fermandarên pêşeng perwerde kirin. Rêhevalê me Amed di nava çandeke wiha de, di malbat û derdoreke welatparêz de mezin bû. Malbata rêhevalê me Amed ku bi eslê xwe ji gundê Fîsê yê ku Partiya me PKK'ê lê hatiye avakirin, rastî polîtîkayên dewleta Tirk a faşîst a şewitandin û wêrankirina gundan hat û neçar ma koçî navenda Amedê bike. Ji ber vê sedemê rêhevalê me Amed ku li navenda Amedê ji dayik bû û mezin bû, li ser sedemên hesreta xaka xwe rawestiya, anî ser hişê xwe û bi hêrseke mezin li dijî dewleta Tirk hîs kir. Di pêvajoya berxwedana xwerêveberiyê de êrîşên hovane yên dewleta Tirk ên li dijî daxwazên rewa yên gelê me, ji nêz ve dît. Rêhevalê me Amed mîrateya berxwedanê ya gelê ku jê hatî li dijî barbarî û her cure êrîşên dewleta Tirk berdewam kir û tevlî berxwedana xwerêveberiyê bû. Rêhevalê me Amed ku di vê berxwedana dîrokî de lehengiya xwe dîtiye, bûye şahid ku gelê me ji bo azadiya ku armanca mezin a şehîdên me ye, berdêlên mezin daye. Rêhevalê me Amed ku ji bo layiqî vê hewldan û şehîdên xwe bibin û armancên şehîdên xwe bigihînin serkeftinê, di sala 2015’an de tevlî nava refên PKK’ê bû.

Rêhevalê me Amed bi kelecaneke mezin gavan davêje çiyayên qedîm ên Kurdistanê, bi kesayeta xwe ya kedkar û fedakariya xwe zû hînî gerîlatiyê bû. Rêhevalê me Amed li her qada ku lê ye bi berpirsyariya xwe ya jiyanê bi rêhevalên xwe re bûye rêhevalekî rêzdar. Bi dîtina enerjiya bêdawî ya rêhevalê me Amed ku di her kêliya jiyanê de bi ked û hewldan beşdar dibe, rêhevalên wî jî bi enerjiya rêhevalê me Amed tevlî jiyanê bûn. Rêhevalê me Amed bi van taybetmendiyan li her qada ku diçe nirxên nû li nirxên ku jiyanê xweş dike zêde kiriye. Piştî ku tevlî nava gerîla bû, dema çeteyên DAIŞ'ê êrîşî gelê me yê Rojava kir, li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer kir. Rêhevalê me Amed ê ku bi cesareteke mezin li hemberî çeteyan şer kir, tevî ku ji dest, ling û pişta xwe bi giranî birîndar bû, bi îradeyeke mezin sax bû û ber bi hevalên xwe yên li çeperan ve bazda. Yek ji mînakên diyar ên îradeya Apoyî rêhevalê me Amed her tim ji aliyê rêhevalên xwe ve mînak hatiye girtin. Rêhevalê me Amed ku ji bo paqijkirina çeteyên DAIŞ’ê û ji holê rakirina gefên komkujiyê yên li ser gelê me kedeke mezin da, piştre berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Rêhevalê me Amed ku taybetmendiyên wî yên leşkerî li pêş in, ji zû de dît ku gerîlayekî profesyonel nikare li ser aliyekî tenê bisekine, ji bo ku di aliyê îdeolojîk de pêş bikeve, hesabê pêkanînên ku kiriye û leşkerîya xwe bike yek, perwerdehiya akademiyê wergirt. Hevrêyê me Amed bêyî ku guh bide zehmetiyên fizîkî yên ji ber birînên xwe yên berê, beşdarî hemû xebatên jiyanê bû û bi vê taybetmendiya xwe ji aliyê hevalên xwe ve weke mînak hate girtin. Rêhevalê me Amed ku perwerdeya xwe ya îdeolojîk bi serketî bi dawî kir, li ser têgihiştin û pratîkkirina taktîkên gerîla yên serdema nû sekneke kûr pêş xistiye. Piştî pêvajoya perwerdeyê rêhevalê me Amed xwest konsepta xwe weke fermandarekî jêhatî pêk bîne û çû qadên şer.

Rêhevalê me Amed yek ji rêhevalên me ye ku ji roja destpêkê ya operasyonên dagirkeriyê yên li herêma Metîna li eniya şer li dijî operasyona dagirkeriyê têkoşiyaye. Rêhevalê me Amed ku her tim di refên herî pêş ên lêdana dagirkeran de cih girtiye. Rêhevalê me Amed bi hêza xwe ya leşkerî bi pêşketina bîrdozî re rêhevalên xwe di pratîkê de bi rê ve bir û ji parvekirina tecrubeyên xwe dudilî nebû. Hevrêyê me Amed ê ku di operasyona şoreşgerî ya li dijî dagirkeran a li Qada Berxwedanê ya Girê Hekkarî erka xwe ya fermandariyê bi serketî bi cih anî, heta nefesa xwe ya dawî bi lehengiyeke mezin û îradeya Apoyî li dijî dagirkeran meşiya û tirs û xof xistiye nava çeteyan. Rêhevalê me Amed ê ku di operasyona şoreşgerî de birîndar bû, tevî birîndarbûna xwe jî dest ji pêşveçûnê berneda, di serkeftina operasyona şoreşgerî de kedeke mezin da, heta nefesa xwe ya dawî bi qehremanî şer kir û şehîd bû.

Em soz didin ku em ê layiqî mîrateya berxwedanê ya hevrêyê xwe Amed bin ê ku yek ji fermandarên pêşeng ên Pêngava Şoreşgerî Cenga Xabûre ya Şehîd Savaş Maraş de ku di şer de jiya û li ber xwe da. Em soza xwe dubare dikin ku em ê di şexsê wî de bîranîna hemû şehîdên xwe di têkoşîna xwe de bidin jiyîn û bi serkeftinê tacîdar bikin.

BINEVŞ VEJÎN

Hevrêya me Binevş li navçeya Şaxê ya Wanê, di malbateke ji eşîra Êzdînan û hewirdorek welatparêz de hatiye dinê. Hevrê Binevş ku ji biçûkatiya xwe ve destanên Partiya me PKK'ê guhdarî dikir, eleqeyeke mezin nîşanî Gerîlaya Azadiya Kurdistanê da. Di ciwaniya xwe de ev meraq veguherî lêgerîna azadiyê. Bi taybet statuya koletiyê ya ji aliyê sîstemê ve li ser jinê hatiye ferzkirin û jinê tenê weke amûrek dîtin, hişmendiya dewleta Tirk a qirker, polîtîkayên qirkirinê yên li ser gelê me, tevlîbûna xizmên nêzîk ên nava refên gerîla navnîşana lêgerîna hevrêya me Binevş diyar kir. Weke jineke ciwan a Kurd li hemberî azadiya gelê me xwe berpirsyar hîs kir û biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe û van erkên xwe bi awayekî herî baş û bi bandor bi cih bîne.

Hevrêya me Binevş ku di sala 2014’an de tevlî nava refên gerîla bû, bi taybetmendiyên xwe yên kedkar û fedakar derket pêş û ji ber van taybetmendiyan bi lez bi jiyana gerîla û çiyan ve bû yek. Hevrêya me Binevş a ku yekemîn perwerdeya xwe li qada Zapê dît, di vê qadê de jî pratîka xwe ya yekemîn a gerîlatiyê kir. Hevrêya me Binevş ku gerîlayeke YJA Starê ya xwedî tecrûbe û jêhatî bû, bi qasî 2 salan li herêma Zapê ma û piştre derbasî herêma Cîlo bû. Li vir di gelek çalakiyan de cih girt û di lêxistina derbên giran li dijmin de roleke girîng lîst. Tevî ku demekê bi giranî birîndar bû jî bi îradeya xwe ya xurt di demeke kin de baş bû û dîsa erkên xwe yên şoreşgerî domand. Piştre hevrêya me Binevş ê ku çû herêma Xakûrkê vê carê hêj çalaktir tevlî çalakiyan bû. Bi taybet li hemberî êrîşên dijmin ên li dijî herêma Xakurkê bi moral û cesareteke bilind li ber xwe da û bû sedem ku dijmin derbên giran bixwe. Hevrê Binevş ê ku di şerê li Xakurkê de careke din birîndar bû, bi enerjiya ruhê xwe yê ciwantiyê û hêrsa xwe ya li hemberî dijmin bi mînakeke mezin a fedekariyê nîşan da, dîsa jî qada şer terk nekir.

Hevrêya me Binevş ku ezmûneke leşkerî bi dest xist û bû namzeta pêşeng a fermandariya YJA Starê, xwest xwe di aliyê bîrdozî de pêş bixe û di vî warî de kedek mezin da. Ji bo vê lêhurbûna xwe bi awayekî sîstematîktir bimeşîne, tevlî perwerdeyên leşkerî û bîrdozî bû. Di dema perwerdehiya xwe de li ser Îdeolojiya Azadiya Jinê kûr bû. Di vê wateyê de xwe di xeta jina azad de bi pêş xistiye û bûye xwedî seknek pêşengiyê. Di heman demê de lêhûrbûna xwe ya li ser taktîkên şerê gerîla yê serdema nû kûrtir kir. Hevrêya me Binevş ku piştî pêvajoya perwerdeyê derbasî herêma Metîna bû, herî zêde li herêma Girê Hekkarî beşdarî xebatên perwerdeyê bû. Di vî warî de bi kesayeta xwe ya fedekar û kedkar derket pêş û ji bo temamkirina binesaziya şer kedek mezin da. Hevrêya me Binevş ku hemû derên herêma Girê Hakkarî nas dikir, weke gerîlayeke YJA Starê di erka pêşengiyê de cih girt û bû yek ji fermandarên ciwan ên serdema nû.

Li hemberî êrîşên dijmin ên li dijî herêma Girê Hekkarî, ji qonaxên ewil ên şer de bi ruhekî fedaî, îradeyek mezin û mejiyê fermandariya jina azad li hemberî dijmin derket. Di vî warî de ji bo berxwedana li herêma Girê Hekkarî mayînde bike, kedek mezin daye. Li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî ku bi xwîn û keda gelek hevrêyên me hat afirandin, weke fermandareke pêşeng a YJA Starê ji bo tinekirina dijmin fedakariyeke mezin, bi israr û daxwazeke ji dil tevlî operasyona şoreşgerî bû. Hevrêya me Binevş ku weke yek ji hevrêyên me cihê xwe di çeperên herî pêş ên operasyona şoreşgerî ya Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî de girt, bi ruhê fedayî yê Apoyî bi ser dagirkeran çû û di cezakirina gelek leşkerên dijmin de rol lîst. Hevrêya me Binevş ku ji bo têkbirina dijmin li herêma Girê Hakkarî heta nefesa xwe ya dawî li ber xwe da û gihişte şehadetê, di Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê ya Savaş Mereş de weke yek ji pêşeng û fermandarên sembol di dîroka me de cihê xwe yê bi rûmet girtiye.

BARAN ÇIRAV

Hevreyê me Baran ku li gundê Torik ê navçeya Dihê ya Sêrtê ku li wir bi pêşengiya fermandarê me yê nemir Mahsun Korkmaz (Egîd) de guleya yekemîn li dijî dewleta Tirk a dagirker hate avêtin, di nava malbateke ku girêdayî xeta welatparêzî û kevneşopiya Kurdistanê de mezin bûye. Hevreyê me Baran ku bi naskirina xeta berxwedan û serketinê mezin bû, di temeneke biçûk de cihê xwe di refên têkoşînê de digre. Hevreyê me Baran bi saya birayê xwe Şehîd Çirav Botan ku di sala 2004’an de tevlî refên Gerîlayên Azadiyê bû, fermandarekî xwerêveberiyê yê Hêzên Taybet bû û di sala 2016’an de li Sertê di pêvajoya Berxwedana Rêveberiya Xweser de şehîd bû, eleqeyekî mezin dide gerîlatiyê. Hevreyê me ku dema di zanîngeha Sêrtê de beşa Makîneyê dixwîne bi awayekî bibandortir tevlî têkoşînê dibe û felsefeya azadiya Rêber Apo ji nêz ve nas dike, tevlî xebatên ciwanan bûye û ji bo ku ciwanên Kurd li hember polîtîkayên qirêj ên dewleta Tirk a qirker hişyar bike, kedeke mezin daye. Hevreyê me ku di vê demê de rastî êrîşên giran ên dewleta Tirk hat, gelek caran hatiye destgîrkirin û di sala 2012’an de jî hat girtin. Hevreyê me Baran ê ku 14 meh di zîndanên faşîstan de li ber xwe da, di vê pêvajoyê de xwe zêdetir pêşxistiye û biryara xwe ya têkoşînê mezintir kiriye. Di malbata hevreyê me Baran de gelek kes tevlî Têkoşîna Azadiyê bûye. Hevreyê me Baran jî weke ciwanekî Kurd bersiva pêwîst dide êrîşên dewleta Tirk a dagirker û di sala 2014’an de tevlî refên gerîla dibe. Hevreyê me Baran li Dihê tevlî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bû, piştre derbasî Hêrêmên Parastinê yên Medyayê dibe û li wir perwerdeya bingehîn a gerîlatiyê dibîne û bi serkeftinekî mezin bi dawî dike.

Bi xwestek û moraleke mezin tevlî jiyana pîroz a gerîla dibe û bi awayek lêz xwe pêşdixe û bi kesayeta xwe ya kedkar her tim derdikeve pêş. Hevreyê me Baran ku hezkirina hevalatiyê ji kûr ve hîs dike û giredanbûnên bihêz ava dike, her keliya jiyana xwe ya şoreşger li ser xeta têkoşînê bi rê ve dibe. Hevreyê me ku bi perwerdeyên akademiyê re di xeta Rêbertiyê de kûr dibe bi vê yekê re dibe xwedî daneheveke îdeolojîk a xurt. Hevreyê me Baran bi saya meyla xwe ya li ser qada leşkerî û lêhûrbûnên xwe yên li ser taktîkên gerîlatiyê, di gerîlatiya serdama nû de dibe pispor û bi awayek lêz xwe digihîne asta fermandariyê. Hevreyê me ku li herêmên Heftanîn û Xakûrkê yekemîn pratîka xwe ya gerîlatiyê bi serkeftî pêk anî, gelek xebatên stratejîk ên ku partiya me daniyê pêş û baweriyeke bilind dixwaze, bi awayek serkeftî pêk aniye. Hevreyê me Baran ku di sala 2019’an de di encama êrîşa artêşa Tirk a faşîst de birîndar bû, bi vîna xwe ya bihêz a Apoyî bi awayekî lêz baş dibe û erkên xwe yên şoreşgerî bêkêmasî didomîne. Hevreyê me ku di tarza tîmên gerok a serdema nû de dibe şervanekî pispor û fermandarekî pêşeng, herî dawî erka fermandariya yekîneyê girt ser xwe, li ser şopa Egîdan meşiya û bû yek jî fermandarên mînak ên xeta serketinê. Hevreyê me Baran ku bi hevaltî û fermandariya xwe re li her derê baweriyeke mezin diafirîne û bi armanca serketina teqez nêzî her karî  bû, ji roja destpêka tevlîbûnê xwe ve tarzê tevlîbûna fedaî û şer esas digre. Hevreyê me Baran ku di Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûre ya Şehîd Savaş Mereş  de gelek çalakî li dar dixe û derbên giran li dagirkeran dixe, di operasyona şoreşgerî ya ku di 26’ê Mijdara 2022’an de li qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî li dijî dagirkeran pêk hat de, di eniyên herî pêş de cihê xwe digre. Hevreyê me Baran ku ji bo operasyona şoreşgerî bi serkeftî encam bibe kedekî mezin da, bi ruhê fedaî bi ser dagirkeran re çû gelek dagirker ceza kir. Hevreyê me Baran ku birîndar bû gavek paşve neavêt, heta nefesa xwe ya dawî li ber xwe da , qehremaniyeke mezin nîşan da bû şopdarê şehîdên me û fermandarekî layiqî partiya me.”