HPG: Em şehîdên Xerzanê bi hurmet bi bîr tînin

HPG'ê nasnameya gerîlayên li Xerzanê şehîd bûn eşkere kir û diyar kir, "Hevrêyên me Şoreş, Ronahî, Mahîr, Zerdeşt, Besê û Têkoşer bi berxwedana xwe ya lehengî destanî careke din ruhê fedayî yê gerîla bi rengekî eşkere nîşan dan."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê nasnameya gerîlayên li Xerzanê şehîd ketin eşkere kir.

Daxuyanî wiha ye:

"5'ê Îlona 2020'an piştî ku artêşa Tirk a dagirker li qada Şêx Cûma ya Bedlîsê êrişa hewayî pêk anî, dest bi operasyoneke berfireh kir. Di dema operasyonê de di navbera hêzên me û dagirkeran de şerekî giran qewimî. Hevrêyên me Şoreş, Mahîr, Zerdeşt, Besê û Têkoşer derbên giran li artêşa Tirk a dagirker xistin. Di şerê giran ê du rojan de û di encama êrişên hewayî de şehîd bûn. Hevrêya me Rnahî jî piştî ku birîndar bû heta fîşeka xwe ya dawî şer kir û ji bo dîl nekeve destê dijmin bombeya xwe bi xwe ve teqand û şehîd bû.

Agahiyên li ser hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

 

Nasnav: Şoreş Nemrût

Nav paşnav: Devrîm Erdemîr

Cihê jidayikbûnê: Stenbol

Dayik-Bav: Radîfe-Cevdet

Dem û cihê şehadetê: 6'ê Îlona 2020'an / Bedlîs

Nasnav: Ronahî Dersim

Nav paşnav: Ozlem Atsak

Cihê jidayikbûnê: Wan

Dayik-Bav: Zeytûn-Kerem

Dem û cihê şehadetê: 6'ê Îlona 2020'an / Bedlîs

Nasnav: Mahîr Garzan

Nav paşnav: Îbrahîm Yilmaz

Cihê jidayikbûnê: Stenbol

Dayik-Bav: Besra-Bozdîn

Dem û cihê şehadetê: 6'ê Îlona 2020'an / Bedlîs

Nasnav: Zerdeşt Garzan

Nav paşnav: Umran Aslan

Cihê jidayikbûnê: Bedlîs

Dayik-Bav: Şefîka-Kadrî

Dem û cihê şehadetê: 6'ê Îlona 2020'an / Bedlîs

Nasnav: Besê Havîn

Nav paşnav: Dîlan Arslan

Cihê jidayikbûnê: Mûş

Dayik-Bav: Hayat-Fesîh

Dem û cihê şehadetê: 6'ê Îlona 2020'an / Bedlîs

Nasnav: Têkoşer Kurdistan

Nav paşnav: Mûhammed Şerîfî

Cihê jidayikbûnê. Taliş

Dayik-Bav: Sirahî-Abdulhuseyîn

Dem û cihê şehadetê: 6'ê Îlona 2020'an / Bedlîs

Gelê Kurd, di herikîna dîrokê de her tim li çiyayên Kurdistanê yên pîroz li ber xwe da ku ti carî serî netewand û ev çiya bûn navenda berxwedanê. Ev berxwedana xwe veguherand kevneşopiyeke esîl û gihand vê serdemê. Partiya me PKK'ê xwe spart vê kevneşopiya berxwedana esîl, xeta berxwedanê ya gelê me gihand asta herî bilind û deriyê meşeke bênavber a ber bi serketinê vekir. Bêguman ev meşa serketinê ya bênavber bi keda bêdawî ya şehîdên me yên leheng afiriye. Xeta jiyanê ya şehîdên me hinceta me ya têkoşîn û serketinê ye. Partiya Şehîdan PKK bi her şehadetê re hêz û biryardariya xwe bi agirê tolhildanê geş dike û têkoşîna xwe her tim bi gavekê bi pêş ve dibe. Ev yek ji bo xwe kiriye felsefeya bingehîn. Xwîna ewladên leheng ên Kurdistanê ya rijiya ye nava xaka Kurdistanê temînata paşeroja azad a gelê me ye. Bi vê têgihiştinê gerîlayên me yên leheng bêdudilî li dijî dagirkeran li ber xwe didin û daxwaza mêtingeran dagirkeran di ber wan de dihêlin. Gerîlayên me ku pêşengê têkoşînê yê ruhê berxwedêr ê gelê Kurd e, wê têkoşîna rûmetê bi ser bixînin. Hevrêyên me Şoreş, Ronahî, Mahîr, Zerdeşt, Besê û Têkoşer ên li qada Şêx Cûma ya Bedlîsê tevlî karwanê nemiran bûn bi berxwedana xwe ya lehengî detanî careke din ruhê fedayî yê gerîla destnîşan kirin.

ŞOREŞ

Hevrêyê me Şoreş li Bedlîsê ji dayik bû. Li herêma Xerzanê li nava malbateke welatparêz mezin bû. Hevrêyê me her tim bi nirxên gelê xwe re dilsoz ma. Hevrêyê me Şoreş ku xwest têkoşînê di asta herî bilind de bimeşîne, sala 2013'an tevlî nava refên gerîla bû. Dayika hevrêyê me Şoreş Radîfe ERDERMÎR a welatparêza hêja, sala 2016'an di encama êrişa hewayî ya hovane ya dewleta Tirk a dagirker de li Xerzanê hate şehîdxistin. Hevrêyê me Şoreş ku dilsoziya wî ya bi şehîdan re di asta herî bilind de bû, li pêşberî vê şehadetê di şexsê dayika xwe Şehîd Radîfe de bilindkirina têkoşînê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê danî ber xwe. Milîtanê dilsoz ê Rêber Apo, hevrêyê hevêyan, evîndarê Kurdistanê û ewladê şehîdekê, tevî israra partiya me jî her tim ji bo li refên herî pêş têbikoşe gelekî hewl da. Xwest ku li dijî dagirkeran li welêt şer bike û tola şehîdên azadiyê hilîne. Hevrêyê me li xaka ku lê ji dayik bû û Xerzan a ku dayika wî lê şehîd bû, tevlî karwanê nemiran bû. Rêbaza wî ya têkoşînê, biryardarî, îrade û hêrsa wî ya tolhildanê wê ji bo hevrêyên wî yên mayî bibe sekn û tevlîbûna bingehîn.

RONAHÎ

Hevrêya me Ronahî li Wanê li nava malbateke welatparêz, dilsozê nirxên Kurdistanê û berxwedêr ji dayik bû. Li dijî hewldanên dewleta Tirk a faşîst ên sîxurkirin û dejenerekirina ciwanên Kurdistanê tevlî nava refên gerîla bû. Dilxwaziya xwe ya ji bo azadiyê û dilsoziya wê ya bi nirxan re kir ku di rêya rastiyê de bibe xwedî têkoşîneke xurt. Di meşa azadiya jinê de ya li çiyayên Kurdistanê her tim ji xwe re kir pîvan ku li qadên herî zehmet têbikoşe. Hevrêya me Ronahî bi gotina 'Azadî û rastî bêyî berdêlan bi dest nakevin' afirandina nirxan ji xwe re kir pîvana bingehîn a jiyanê. Hevrêya me Ronahî Îdeolojiya Azadiya Jinê bi kûrahî pejirand, têgihişt, xeta fermandariya jinê ya pêşeng a fedayî ya Bêrîtan, Zîlan û Delal bi pratîka xwe ya fermandariyê nîşan da. Berxwedan û keda wê wê bibe çavkaniya sûdwergirtinê ji bo têkoşîna me ya azadiyê û jinan. Wê rêya me ya serketinê ronî bike.

MAHÎR

Malbata hevrêyê me Mahîr ji ber zext û zilma dewleta Tirk koçî Stenbolê kiriye û rêheval Mahîr di malbateke welatparêz de ji dayik bûye. Li dijî asîmîlasyon û hewldana dijmin a ku dixwaze Kurdan ji welatê wan veqetîne, hevrê Mahîr girêdayî gelê me û nirxên me maye û tevlî nav refên gerîlayan bûye. Hevrêyê me di warê fizîkî de ji Kurdistanê dûr mezin bûye lê welatê xwe her dem di dilê xwe de hîs kiriye. Hevrêyê me bi pratîka xwe ya serkeftî di warê gerîlatiyê de xwe xurt kiriye û li Xerzanê bûye fermandar. Hevrê Mahîr li hemberî siyaseta înkar û îmhayê ya dagirkeran bûye mînaka şênber a têkoşîna me ya wê bi ser bikeve.

ZERDEŞT

Hevrêyê me Zerdeşt li Bedlîsê di malbateke welatparêz û kedkar de ji dayik bûye û ji ber zextên dewleta Tirk a dagirker tevî malbata xwe koçî Edeneyê kiriye. Hevrê Zerdeşt di temenekî ciwan de, bala wî çûye ser têkoşîna azadiyê û bi naskirina partiya me PKK û felsefeya Rêber Apo hatiye çiyayên Kurdistanê. Hevrêyê me salên pêşîn ên gerîlatiya xwe li Botanê maye û li her qada ku çûye tecrubeya xwe bi pêş ve biriye. Hevrêyê me li Xerzanê li hemberî dagirkeran bûye xwediyê têkoşîneke mezin û watedar û li ser axa ku ji dayik bûye, nemir bûye.

BESÊ

Hevrêya me Besê jî li Mûşê ji dayik bûye û di nav malbateke welatparêz de mezin bûye. Hevrê Besê di temenekî ciwan de tevî nav refên gerîlayan bûye, çanda partiyê û xeta jinên azad ji kûr ve fêm kiriye. Berxwedêriya axa ku lê ji dayik bûye û gerdîşa têkoşînê tu carî ji bîr nekiriye, li hemberî dagirkeriyê bûye yek ji temsîla herî serbilind a jinên Kurd.

TÊKOŞER

Hevrê Têkoşer ê ku li bajarê Talîşê yê Rojhilatê ji dayik bûye, bi çanda dewlemend a gelê Hewreman mezin bûye. Hevrê Têkoşer ê ku felsefeya Rêber Apo û felsefeya PKK’ê nas dike, bêyî ku gumanan bike tevî nav refên PKK’ê dibe. Hevrêyê me bi daxwaza ku mêtingeriyê ji axa Kurdistanê biavêje li Bakurê Kurdistanê gerîlatiyê dike û li hemberî dagirkeran dibe xwediyê berxwedaneke mezin.

Malbatên hêja yên hevrêyên me Şoreş, Ronahî, Mahîr, Zerdeşt, Besê û Têkoşer di serî de, em sersaxiyê ji hemû gelê Kurdistanê re dixwazin û soza xwe dubare dikin ku em ê jiyana azad bi Rêber Apo re pêk bînin."