HPG'ê şehîdên Heftanîn û Zapê bi bîr anî

HPG'ê gerîlayên li Heftanîn û Zapê şehîd bûn bi bîr anî û destnîşan kir, "Hevrêyên me heta kêliya dawî bi kedeke mezin tevgeriyan."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê der barê mijarê daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"Di êrişên hewayî yên artêşa TC a dagirker de yên di 26 û 27'ê Cotmehê ku li herêmên Heftanîn û Zapê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê hatin kirin 4 hevalên me şehîd bûn. Agahiyên der barê hevalên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Argeş Cûdî

Nav paşnav: Harûn Akyol

Cihê jidayikbûnê: Şirnex

Dayik-Bav: Îydî-Edîp

Dem û cihê şehadetê: 26'ê Cotmeha 2019'an / Heftanîn

Nasnav: Dijwar Koçer

Nav paşnav: Agît Kaçar

Cihê jidayikbûnê: Sêrt

Dayik-Bav: Kûdret-Gorgun

Dem û cihê şehadetê: 26'ê Cotmeha 2019'an / Heftanîn

Nasnav: Baran Nîdal Dîgor

Nav paşnav: Vedat Parlak

Cihê jidaykbûnê: Qers

Dayik-Bav: Bedîa-Mehmet

Dem û cihê şehadetê: 27'ê Cotmeha 2019'an / Zap

Nasnav: Canfeda Xerzî

Nav paşnav: Can Înaç

Cihê jidayikbûnê: Êlih

Dayik-Bav: Çîçek-Mehmet

Dem û cihê şehadetê: 27'ê Cotmeha 2019'an / Zap

Hevrêyên me Argeş, Dijwar, Baran û Canfeda ji bo azadiya gelê Kurdistanê ji bajarên cuda yên Kurdistanê tevlî nava refên gerîla bûn. Hevrêyên me ku hêviya gelekî hildan ser milan ji roja ku tevlî nava refên gerîla bûn û pê ve jiyana xwe diyarî azadî û parastina gelê Kurd kirin. Li her qada ku lê têkoşiyan bi sekna xwe ya samîmî û nêzîkatiya paqij a li hevrêyên xwe dihatin naskirin û bi berpirsyariyeke mezin hewl dan bi rengê herî baş wezîfeyên demê pêk bînin. Tevî şert û mercên giran ji xeta şoreşgerî tawîz nedan û heta kêliya dawî bi kedeke mezin tevgeriyan.

Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Argeş, Dijwar, Baran û Canfeda em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soz didin ku em ê ala hevrêyên ya azadiyê bi ser bixînin."