HPG’ê şehîdên Colemêrgê Qendîl û Kendal bi bîr anî

HPG’ê Qendîl Mezlû (Dersîm Ahme) û Kendal Umût (Mervan Abî yên ku 14’ê Hezîranê di şerekî ya operasyona dagirkeriyê ya li devera Çiyayê Reşkê ya Colemêrgê de şehîd bûbûn, bibîr anî.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ya daxuyaniyek da, gerîlayên HPG’ê Qendîl Mezlûm û Kendal Ûmût ên 14’ê Hezîranê şehîd bûbûn, bibîr anî.

HPG’ê li ser mijarê ev agahî parve kir:

Me di daxuyaniya xwe ya 11’ê Tîrmehê de ragihandinbû ku 14’ê Hezîranê li devera Çiyayê Reşkê ya Colemêrgê di operasyona pêk hatibû de şerek giran qewimîbû û me nasnameya hevrêyê xwe Qendîl û Kendal ên derbên giran li dagirkeran dabû eşkere kiribû.

Nasnameya hevrêyên me yên şehîd wiha ne:

Nasnav: Qandîl Mazlûm
Nav û Paşnav: Dersîm Ahme
Cihê Jidayikbûnê: Amûdê
Navê Dayîkê-Bav: Hediye - Yûsûf

Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Botan/14’ê Hezîrana 2020’ê

 

NAsnav: Kendal Ûmût
Nav û Paşnav: Mervan Abî
Cihê Jidayikbûnê: Wan
Navê Dayikê-Bav: Songul - Siddik
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Botan/14’ê Hezîrana 2020’ê

JI BO PARASTINA NIRXÊN KU ŞOREŞA ROJAVA AFIRANDIBÛ, TEVLÎ REFÊN TÊKOŞÎNÊ BÛ

Hevrêyê me Qendîl li Rojavayê Kurdistanê, li Amûdê li nav malbateke weletperwer ji diya xwe bûye. Bûye şahidê komkujiyên dewletên mêtinger ên li ser Kurdistanê û kîna xwe ya li dijmin her roj geş kiriye. Dema zanîngehê dema ku Şoreşa Rojava ku hemû cîhan hejijandî û ji gelan re bû hêvî destpê kirî hevalê me Qendîl jî ji bo ku nirxên ku ciwanên Kurd ên leheng afirandin biparêze tevlî nav têkoşîna şoreşê bûye. Hevrê Qendîl ku bi hîsên welatparêziyê mezin bûyî û gihayî di têkoşîna şoreşê de fersend çêdibe ku zêdetir rastiya Rêbertî têbigihe. Bi vê bingehê hemû têkoşîna xwe li ser têkoşîna azadiya welatê xwe û gelê xwe kûr kiriye, di nav rêxistiniya ciwanên Apoyî û tevlî nav şoreşê kirinê de cih girtiye. Hevrêyê me Qendîl ku demeke dirêj di nav xebatên ciwanan de maye 2015'an biryar li ser dide ku têkoşîna xwe ya dijî dagirkeriyê li çiyayên Kurdistanê rê ve bibe û tevlî nav refên gerîla dibe. Hevrêyê me Qendîl bi perwerdehiya rêxistinî, bi aliyê xwe yê dilnimz, fedekar û welatparêz dibe xwedî kesayateke hevrêtiya kûr û milîtanê Apoyî û di xebatên şoreşê de bûye xwedî kedeke mezin. Li Efrînê, li Rojhilatê Kurdistanê û herî dawî li cihê Egîdan Botanê li dijî dewleta Tirk a dagirker li nav eniya berxwedanê cihê xwe girtiye û bûye xwedî lehengiyeke mezin û kedeke zêde. Hevrêyê me Qendîl di meşa şoreşê ya bêrawest de li hemû qadên ku lê têkoşiyayî bi xisletê xwe yê têkoşer, kedkar û fedayiya Apogerî her demê şopên kûr li pey xwe hiştiye.

LÊGERÎNA NASNAMEYÊ BERÊ WÎ DA ÇIYAYÊN AZAD ÊN KURDISTANÊ

Hevrêyê me Kendal li nav malbateke welatparêz bi ser nirxê xwe ve jidayik bûye. Li nav derdoreke wiha ku di têkoşîna azadiyê de berdêlên mezin dane û her demê bi berxwedana xwe tê zanîn reng girtiye, hê bi ciwanî felsefeya Rêber Apo nas kiriye. Hevrêyê me Kendal li dibistanên ku bûne navendên asîmîlasyonê yên dewleta Tirk û armanc dike ku Kurdan ji xwebûna wan dûr bigire dest bi lêgerîna nasnameyê kiriye, jê re zor nebûye ku nasnameya xwe ya azad li Çiyayên Kurdistanê yên azad bibîne. Hevrêyê me Kendal dema êrîşên giran dianîn ser gelê me bi wijdanî tevgeriyaye, berê xwe daye nav ref3En gerîla û piştî demeke kurt tesîra pergala asîmîlasyonê ji xwe xwe avêtiye û gihaştiye nasnameya xwe ya resen. Hevrêyê me Kendal di lêgerîna xwebûnê de ku Rêber Apo ji bo lêgerîna li nasnameya xwe Xwebûn gotiye, dibe şervanekî têkoşer, dema ku DAÎŞ êrîş bi ser Mexmûr û Şengalê de anî, tevlî berxwedana berevaniya gel dibe, li van deran li dijî qirkirina gelê me dibe xwedî roleke girîng. Hevrêyê me Kendal yek ji xasetê girîng ê xisletê milîtaniya Apoyî dilnizmbûn danîbû ber xwe û tim xwe deyndarê gel dîtiye. Hevrêyê me Kendal vê carê bi rengê gerîlayê azadiyê vedigere ser xakên lê bûyî û heta bi fîşeka xwe ya dawî li dijî artêşa Tirk şer kiriye.

Ji ber şehîdbûna hevrêyên me yên leheng û dilêr di serî de serê malbatên wan ên hêja û gelê Kurdistanê yê welatparêz sax be, em sond dixwin ku têkoşîna hevrêyên xwe bibin sêrî û bi serfiraziyê tacîdar bikin.”