HPG'ê nasnameya gerîlayekî li Hatayê şehîd bû eşkere kir

HPG'ê nasnameya gerîlayekî di meha Tîrmehê de li Hatayê şehîd bû eşkere kir û ragihand ku ji bo bîranîna şehîdan wê têkoşîna azadiyê teqez bi ser bixînin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê li ser mijarê daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"Di daxuyaniya xwe ya 3'ê Tebaxê de me ragihandibû ku li bejahiya navçeya Dortyol a Hatayê, di operasyonekê de ku du mehan dewam kir, 21'ê Tîrmehê di şer de hevrêyê me Ciwan şehîd bû. Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me Ciwan ê şehîd bû wiha ye:

Nasnav: Ciwan Siwar

Nav paşnav: Mûhammed Halîl

Cihê jidayikbûnê: Efrîn

Dayik-Bav: Ranya-Abdûrrahman

Dem û cihê şehadetê: 21'ê Tîrmeha 2020'an / Amanos

Tê xwestin ku dagirkerî û mêtingeriya li Kurdistanê ji rêzê bê nîşandan û civaka Kur jî di nava vê sîstema mêtingeriyê de bê helandin û tunekirin. Kiryarên li dijî mirovahiyê, ku bi serkêşiya dewleta Tirk a faşîst ve tên kirin û hêzên emperyalîst bi her awayî piştgirya madî û teknîkê dide wan, veguherîne wezîfeya bingehîn a saziyên dewletê hemûyan, bi vî rengî hewl dide îradeya gelê Kurd têk bibe û tune bike. Li dijî vê hêza ku yekane armanca xwe kolekirina tevahiya gelê Kurd e, têkoşîna herî bi bandor ji aliyê gerîlayên azadiyê ve tê meşandin û roj bi roj rûyê rast eşkere dibe. Pêngava Rêber Apo û dîroka me ya têkoşînê ev rastî li ber çavan girtin û çarçoveya têkoşîna li dijî vê yekê diyar kirine. Pratîka destpêkê ya vê berxwedanê jî bi pêşengiya Mazlûm Dogan li zindana Amedê dest pê kir û heta vê demê bi dayina berdêlên mezin dewam kiriye. Şehîdên me yên leheng ku bi fedakirina canê xwe ev berxwedana bi heybet dan destpêkirin, ji ber ku karakterê vê dewleta faşîst baş zanîbûn, li dijî vê yekê asta fedayîtiyê destnîşan kirin. Yên ku ev ala berxwedanê dewr wergirtin, gihîştin sira wê yekê ku ne rojekê divê her roj faşîzm bê kuştin. Xwe fedayî berxwedana rûmetê kirin û hewesa dewleta faşîst di ber de hiştin. Yek ji van lehengan jî hevrêyê me Ciwan e. Hevrêyê me Ciwan sala 1994'an li warê welatparêziya Kurdistanê û çanda Kurd li Efrînê ji dayik bû. Li nava malbateke welatparêz û kedkar mezin bû û di temenê ciwantiyê de tevlî karên ciwanan bû, sala 2013'an jî berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Her pêvajoya perwerdeyê bi rengekî serketî qedand û ji bo têkoşîna li Amanosan xurtir bike kete nava hewldaneke mezin. Demeke dirêj tevlî gelek çalakiyên li Amanosan bû ku derbên giran li dewleta dagirker hate xistin. Di nava jiyana gerîla de bi dilnizmî û kedkariya xwe, her wezîfe û berpirsyarî bi sekna fedayî bi cih anî.

Di serî de malbata hêja ya hevrêyê me yê şehîd em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soz didin ku em ê têkoşîna azadiyê ku armanca şehîdên me yên leheng bû bi serketinê tacîdar bikin."