HPG’ê nasnameya 4 gerîlayên şehîd eşkere kir

Hêzên Parastina Gel nasnameya 4 gerîlayên li Qada Berxwedanê ya Girê Hekkarî şehîd bûne, eşkere kir.

Li gorî daxuyaniya HPG’ê Gulistan Aydemîr (Devrîm Hêjar), Ayşe Mûhammed (Dîcle Rohat), Alî Nûrî (Andok Serhat) û Mervan Şahnalî (Rojger Gabar) di dema şerê berxwedanê ya li dijî artêşa Tirk de şehîd bûne.

HPG’ê derbarê gerîlayên şehîd ev daxuyanî da:

“Yek ji fermandarên YJA-Starê Devrîm Hêjar û hevrêyên me Dîcle û Andok di 27’ê Cotmeha 2022’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Hekkarî ya Metînayê di êrîşên dijmin de şehîd bûn. Ev hevrêyên me yên hêja ji bo herêma Girê Hekarî veguherînin keleha berxwedanê, kedên girîng dane, bûne mînaka herî berbiçav a gerîlayên Kurdistanê ku nehiştine dagirker derbas bibin. Hevrêyên me Devrîm, Dîcle û Andok ku di berxwedana dîrokî ya bi pêşengiya gerîlayên me yên YJA Starê de bi pêşxistina gelek çalakiyan erk û berpirsyariyên xwe bi awayekî serketî bi cih anîn, çawa ku bi têkoşîn û berxwedana xwe pêşengiya me kirin, wê bi şehadeta xwe pêşiya me jî ronî bikin.

Nasnameya hevalên me yên şehîd wisa ye:

  Nasnav: Devrîm Hejar

  Nav û paşnav: Gulistan Aydemîr

  Cihê jidayikbûnê: Amed

  Navê dê û bav: Bedriye - Latîf

  Dîrok û cihê şehadetê: 27’ê Cotmeha 2022’an / Metîna

 

  Nasnav: Dîcle Rohat

  Nav û paşnav: Ayşe Muhammed

  Cihê jidayikbûnê: Kobanê

  Navê dê û bav: Hîlale - Muhammed

  Dîrok û cihê şehadetê: 27’ê Cotmeha 2022’an / Metîna

 

  Nasnav: Andok Serhed

  Nav û paşnav: Alî Nûrî

  Cihê jidayikbûnê: Kobanê

  Navê dê û bav: Fatma - Ahmet

  Dîrok û cihê şehadetê: 27’ê Cotmeha 2022’an / Metîna

DEVRÎM HÊJAR

Navçeya Licê ya Amedê ku rêxistineke me ya PKK'ê lê ava bû, ji roja ku têkoşîna me ya azadiyê dest pê kiriye heta îro girêdayî Rêbertiya me û jiyana pîroz a şehîdên me ye. Gelê me yê Licê bi tevlîkirina zarokên xwe yên herî hêja yên di nava refên Gerîlaya Azadiya Kurdistanê de bûye cewhera vê jiyanê. Tevî hemû komkujî, şewitandina gundan û pêkanînên derveyî mirovahiyê yên dijmin jî dev ji helwesta xwe bernedaye. Îro tevî her cure propagandaya şerê taybet jî têkoşîna me dimeşîne. Hevrêya me Devrîm a li Licê ji dayik bû. Piştî Licê ji aliyê dijmin ve hat şewitandin, neçar ma tevî malbata xwe koçî navenda Amedê bike. Li vir mezin bûye û piraniya jiyana xwe li Amedê derbas kiriye. Hevrêya me Devrîm ji temenê xwe yê biçûk ve dest bi naskirina têkoşîna me kir, ji ber ku li cihekî weke Amedê ku têkoşîna me bi rê ve dibir mezin bû, êrîşên dijmin yek bi yek dît, xwişk û mamê wî yê mezin tevlî nav refên gerîla bûn. Weke her ciwaneke Kurd hevrê Devrîm jî ku xwe ji têkoşîna azadiyê ya gelê me berpirsyar dibîne, demeke dirêj di nava xebatên ciwanan de ma. Di xebatên xwe yên ciwantiyê de alîkariya bi dehan ciwanên Kurd kir ku hişyar bibin û tevlî nava refên têkoşînê bibin. Di salên lîseyê de jî xwest tevlî nava refên gerîla bibe, lê ev daxwaza wê pêk nehat. Lê hevrêya Devrîm ku îdiaya jiyana azad her tim mezin bû, lêgerîna xwe qut nekir û li benda roja tevlîbûna gerîla bû. Hevrêya me Devrîm ku di dibistanên pergalê de jî xwendekareke pir serkeftî bû, zanîngeh qezenç kir û çû metropolên Tirkiyeyê. Di pêvajoya zanîngehê de rastiya dijmin û nêrîna dijmin a li hemberî gelê me zelaltir dît û bêtir xwedî li Kurdbûna xwe derket. Hevrê Devrîm, anî ziman ku ew ê ti carî jiyana derewîn a ji aliyê pergalê ve tê dayîn nejî, di sala 2011'an hîn bû ku xwişka wê ya mezin di sala 1996'an de şehîd bûye û fikirî ku dem hatiye ew jî tevlî têkoşînê bibe. Her wiha xalê hevrê Devrîm di sala 1995’an de şehîd bûye û şehadeta xalê wê xeta wê ya têkoşînê zelaltir kiriye.

Hevrê Devrîm ku di sala 2011’an de ji zanîngeha xwe derket û ji axa ji dayîk bûye tevlî nava refên gerîla bû, pêşî navê Hêjar li xwe kir. Her çiqas dixwest navê xwîşka xwe hilde jî, lê bi giraniya layiqê wî navî hîs kir. Demek dirêj li ser vê yekê sekinî. Ji ber ku şoreş û şoreşgerî barekî giran bû û divê bi layiqî ev peywir bi cih bianiya. Hevrêya me Devrîm ku di kesayeta xwe de piştî konsantrasyona ku jiyabû, serkeftinên girîng bi dest xist, bi guherandina navê xwe Devrîm Hêjar têkoşîna xwe domand. Ji wê kêliyê û pê ve hemû jiyana wê bi şoreşgerî derbas bû, bi tevahî şoreşgerî kir. Hevrê Devrîm ku xwe di warê leşkerî û îdeolojîk de pêş xist, hemû dema xwe da têgihiştina Rêbertî û kûrbûna di Îdeolojiya Rizgariya Jinê. Ji bo ku her kêliya bi Rêbertiyê re bijî kedeke mezin da. Bi jiyana bi Rêbertî re hewl da Rêbertî hîs bike û wateya Rêbertiya me ya ji bo gelê me û Tevgera me ji kûr ve fêm bike. Hevrêya me Devrîm ku xwedî jiyaneke têr û serketî ya gerîla ye, ji fermandarê tîmê heta fermandarê herêmê di hemû astê de cih girtiye. Li qadên Metîna, Garê, Zap, Xakûrkê û herî dawî jî li Heftanînê têkoşiya. Bi beşdarbûna di gelek lêkolînan de, her dem di nav hewldanan de be ku bi hilgirtina berpirsiyariyên girîng zêdetir beşdar bibe. Hevrê Devrîm ku bi kesayeta xwe ya cewherî û hevrêtiya xwe bandor li ser hemû hevrêyên xwe kir û bi jêhatiya xwe di gelek qadan de bû fermandareke mînak. Ji bo ku taktîkên gerîla yên serdema nû bi serketî bi cih bîne û bikaribe bersivê bide êrîşên dijmin ên li dijî Tevgera me, xwedî ked û hewldaneke mezin bû. Bi taybet piştî sala 2018’an beşdarî gelek çalakiyên li dijî dijmin bû û di van çalakiyan de hemû kîn û hêrsa xwe ya li hember dijmin eşkere kir. Di gelek çalakiyan de beşdar bû û ji plansazkirin û pêkanîna gelek çalakiyan berpirsyar bû. Hevrêya me Devrîm a ku di pêşengtiya YJA Starê de bi hêvî bû, dizanibû ku bi zêdekirina destkeftiyên nû wê layiqî Rêbertiya me û rêhevalên me yên şehîd be. Ji bo vê jî bi berdewamî jiyaye ku çawa dikare têkoşîna xwe mezintir bike.

Hevrêya me Devrîm ku di sala 2022’an de li dijî operasyonên ku dijmin li herêma Metîna dabûn destpêkirin, li gelek herêman bi taybet li Girê Hekariyê li dijî dijmin çalakiyên bi bandor koordîne kir. Herî dawî hevrêya me Devrîm ku li Qada Berxwedanê ya Girê Hekarî erka xwe ya fermandariyê dianî, beşdarî hemû pêvajoyên amadekariyên Pêngava Şoreşgerî ya 26’ê Mijdarê bû.  Lê ew di di 27’ê Cotmeha 2022’an de di êrîşa dijmin de şehîd bû. Hevrêya me Devrîm ku bi keda xwe, bi israra xwe ya di azadiyê de, bi dilsoziya xwe ya bi Rêbertî û şehîdan, her tim pêşengiya milîtaniya PKK-PAJK’ê kir, wê bi şehadeta xwe jî pêşengiya me bike.

DÎCLE ROHAT

Kobanê ku sembola Kurdayetiya azad e û her wiha bi berxwedana dîrokî ya ku li hemberî dijminê mirovahiyê, çeteyên paşverû, mirovahî ji tengasiyên mezin rizgar kir. Hevrêya me Dîcle weke jineke qehreman a Kobanê li gundê welatparêz Berxbotan ji dayik bû. Malbata hevrêya me Dîcle ji serdema yekemîn a têkoşîna me ya azadiyê ve li qada Rojava di nava têkoşînê de ye û bi van taybetiyan bûye malbateke mînak. Ev malbata me ya hêja di berxwedana Kobanê ya dîrokî de li hemberî çeteyan xwe kir mertal.Di têkoşîna destanî de birayê hevrêya me Dîcle gihişt şehadetê û bû yek ji lehengên Berxwedana Kobanê. Ji malbateke bi vî rengî ya têkoşer bû, dilê hevrêya me Dîcle ji biçûkatiya xwe bi agirê azadiyê lêdixist û li benda hevdîtina bi gerîlayan re bû.  Hevrêya me Dîcle dema ku tovên destpêkê yên Şoreşa Azadiyê ya Rojava hatin çandin, di nava refên şoreşê de cih girt. Dema ku gelê me yê Rojava gelekî nêzî azadiya xwe bû, bi hişmendiya ku divê weke jineke ciwan a Kurd erk û berpirsyariyên xwe bi cih bîne beşdarî çalakiyan bû. Piştî demekê li dijî êrîşên çeteyan ên li dijî gelê me pêş dikevin, di nava yekîneyên parastina gelê me de cih girt. Di vê pêvajoyê de di şerê dijwar de bi awayekî çalak cih girt. Hevrêya me Dîcle ya ku ji bo gelê me ji êrîşên çeteyan bi lehengî şer kir, ji lingê xwe birîndar bû, lê di demeke kin de rabû ser xwe û dîsa cihê xwe di çeperên berxwedanê de girt. Dema Kobanê bû keleha berxwedanê, wê jî ked da. Hevrêya me Dîcle ku di Berxwedana Kobanê de bi dehan hevalên me re di heman çeperê de têkoşiyan, cewhera felsefeya Apoyî ji van şehîdên ku bi şehadeta xwe dîrok nivîsandine girt û xwest bibe şagirtê vê felsefeyê. Li ser vê bingehê biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe û berê xwe da çiyayên Kurdistanê.

Hevrêya me Dîcle ya ku di nava refên gerîla de ku xeyala wê ya zarokatiyê bû, bi coş û heyecaneke mezin tevlî jiyanê bû û hewl da hesreta bi salan ji holê rake. Jiyana gerîlatî weke cihê naskirina xwe, hebûn û jiyana xwe dihesiband. Dîsa tevlîbûna nava refên gerîla ku weke deriyê azadiyê didît, ji bo xwe şoreşek nirxand û di vê pêvajoya şoreşê de kêlî bi kêlî ji bo xwe biafirîne kedeke mezin da. Hevrêya me Dîcle ku xwedî ezmûna şer e, ji bo şopandina rêhevalên xwe yên ku li Kobanê şahidî ji jiyana derwêşiyê re kiriye, pêdivî pê dît ku xwe bi îdeolojîk perwerde bike. Li ser vê bingehê li Akademiya Jina Azad a Şehîd Bêrîtan li gel komek rêhevalên jin perwede bû. Perwerdeya ku li vir girtiye weke xala veguherîna jiyana xwe nirxand, keda hevrêyên xwe yên ku bi wan re perwerde bû û bi wan re jiyanek hevpar ji bîr nekir. Hevrêya me Dîcle piştî ku perwerdeya xwe bi serkeftî qedand, li qada Avaşînê bi ezmûna xwe ya leşkerî û bi zanebûna bîrdozî ya ku girtibû, bi xurtî beşdarî pratîkê bû. Li herêma Avaşîn a ku nêzî 2 salan lê ma, bi tevlîbûna gelek çalakiyên li dijî dijmin, peywira pêşengiyê ya ku ji gerîlayekî YJA Starê jê dihat hêvîkirin, bi serkeftî bi cih anî. Piştre jî ji bo gerîlatiya serdema nû, taktîk û şêwaza wê bi awayekî serkeftî nîşan bide, di nava tîmên çalak de cih girt. Di çarçoveya hewldanên dagirkeriyê yên dijmin ên ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê de, li dijî êrîşên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê taktîkên gerîlayên gerok bi awayekî serketî pêk anî. Tecrubeyên xwe yên şer bi hevrêyên xwe re parve kir û hewl dida ku erka xwe bi rêk û pêk bîne.

Ji destpêka Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê ya Şehîd Savaş Maraş ve ku li dijî êrîşa dagirkeriyê ya dijmin a li ser herêma Metîna hate pêşxistin, bi tîmên gerok derbên giran li dijmin xist. Di bikaranîna gelek taktîkên gerîla de pêşengî kir û bi vî awayî têkneçûn û israra gerîlayê Kurdistanê careke din nîşanî dijmin da. Hevrêya me Dîcle ya ku di êrîşa dijmin a 27’ê Cotmeha 2022’an de dema li Qada Berxwedanê ya Girê Hekarî şehîd bû, mîrateyek mezin a têkoşînê li dû xwe hişt. Em soza xwe dubare dikin ku em ê xwedî li mîrate û armancên heval Dîcle derkevin.

ANDOK SERHED

Bajarê Kobanê ku navê wê bi azadî û berxwedanê tê binavkirin, bi zarokên qehreman ên ku mezin kirine, ji bo mirovahiyê xwedî wateyeke mezin e. Hevrêyê me Andok di malbateke welatparêz a ku bi sedsalan li vî bajarê qedîm çanda Kurdî parastiye hat dinê. Ji ber ku malbat û derdora wî welatparêz in û di Şoreşa Azadiyê ya Rojava de cih girtine, hevrêyê me Andok ji temenê xwe yê biçûk de bi hişmendiya welatparêziya Rêber Apo mezin bûye. Hevrêyê me Andok, ji ber ku salên destpêkê yên ciwaniya xwe bi destpêka Şoreşa Azadiyê ya Rojava re bû, di nava şert û mercên şoreşgerî de kesayeta xwe ava kir. Ji bo vê jî hevreyê me Andok bi şoreşa gelê me mezin bû û wî bi xwe jî di nav şoreşê de cih girt. Hevrêyê me Andok jî bi hişmendiya ku pêşengê civakê ye, mîna her ciwanê Kurd ê bi rûmet, hewl dide hêviyên gelê me bi cih bîne û bibe layiqî hevrêyên xwe yên ji bo gelê me canê xwe feda kirine. Ji bo vê jî beşdarî çalakiyên ciwanan bû û bi biryar bû ku bibe şopdarê stêrka me ya sor Alî Çîçek. Demeke dirêj di gelek astên xebatên ciwanan de cih girt û xwest bersivê bide pêdiviyên pêvajoya şoreşê. Dema guncav bû pêşengiya çalakiyên sivîl kir û weke hilgirê daxwazên gelê me cih girt û dema pêwîst bû li eniya şer meşiya û gelê me li hemberî êrîşên çeteyan parast. Hevrêyê me Andok ku ji bo layiqî mîsyona pêşengiya ciwanan be kedeke mezin da, bi enerjiya ciwantiya xwe û her wiha bi zelalbûna armanca xwe bû şoreşgerekî pêşeng. Hevrêyê me Andok ku bi serkeftina xwe ya di xebatên ciwanan de ji hemû hevrêyên xwe re bû mînak, ti ​​carî xwe bisînor nekiriye. Her tim li rêyên têkoşînê geriyaye û bi awayekî herî baş xizmeta gelê me kir. Hevrêyê me Andok ku li dijî êrîşên dijmin li gelek eniyên herêma Rojava cih girt, di pêvajoya şer de rastiya dijmin nas kir û rûyê talanker û qirker ê dewleta Tirk a dagirker bi awayekî zelaltir dît. Hevrêyê me Andok ku bi taybet di dema şerê Efrînê de şahidiya komkujiyên li ser gelê me bû, soz da ku ew ê tola gelê me hilîne.

Hevrêyê me Andok zanibû ku bi tevlîbûna nava refên gerîla dikare vê tola xwe hilîne, di sala 2018’an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nav refên gerîla bû. Rêhevalê me Andok ê ku piştî tevlîbûna nava refên gerîla di warê leşkerî û bîrdozî de jêhatîbû, xwest li tunelên berxwedanê û di çarçoveya tîmên gerîla de li gel hevalên xwe li ber xwe bide. Ji bo vê jî xwe di taktîkên gerîlatiyê yên serdema nû de pêş xistiye û bi hostayî helwesta gerîlatiyê pêk aniye. Hevrêyê me Andok ê ku bi beşdarbûna di berxwedana dîrokî ya li hemberî êrîşên dijmin ên li dijî herêmên Avaşîn, Zap û Metîna de, xwest erka xwe ya weke milîtanekî pêşeng Apoyî bi cih bîne. Ew li benda wê kêliyê bû ku tevlî berxwedanê bibe da ku ezmûnên xwe bike pratîkê. Hevrêyê me Andok hem ji aliyê afirîneriya taktîkî ve hem jî di naskirin û bikaranîna çekên gerîla de her tim xwe pêş xistiye. Ji ber vê yekê li gorî şert û mercên şer bi tevahî xwe perwerde kir û bi cih kir. Wext hat, ji bo li hemberî dijmin têkoşîneke bi bandor bimeşîne, her kêliya xwe bal kişand ser xwe û di dema şer de feydeya vê yekê dît.

Hevrêyê me Andok ku li dijî êrîşên dijmin ên di sala 2022’an de li dijî herêma Metîna pêk anîn, bi tevlîbûna tîmên gerok çû eniya şer, ji roja destpêkirina êrîşên dagirkeriyê heta kêliya ku gihişt şehadetê beşdarî gelek çalakiyan bû. Dizane ku di her derbeya ku li dewleta Tirk a dagirker dixe hem tola hevrêyên xwe yên şehîd û hem jî ji gelê me hiltîne. Hevrêyê me Andok ê ku bi sekna xwe ya lehengî û fedaî di şer de taca xwe ya dilsoziya tevlîbûna jiyanê girt, di 27’ê Cotmeha 2022’an de di êrîşên dijmin ên li Qada Berxwedanê ya Girê Hekarî de şehîd bû û cihê xwe di nava berxwedana  karwanê şehîdan de girt.

2. Me di daxuyaniya xwe ya di 10’ê Mijdara 2022’an de diyar kiribû ku hêzên me di 27’ê Cotmeha 2022’an de li herêma Şehîd Piling a Qada Berxwedanê ya Girê Hekarî komeke dagirker xistine bin kontrola xwe û ji nêz ve li dagirkeran dane. Di vê çalakiyê de 12 dagirker hatibûn cezakirin û 8 dagirker jî birîndar bûbû. Di van şer û êrîşên hewayî de hevalên me Sîpan, Cesûr û Rojger piştî şerekî qehremanî şehîd bûbû. Me nasnameya hevalê we Sîpan û Cesûr eşkere kiribû û diyar kiribû em ê nasnameya hevalê xwe Rojger piştre eşkere bikin.

Nasnameya hevalê me Rojger wisa ye:

  Nasnav: Rojger Gabar

  Nav û paşnav:  Mervan Şahnalî

  Cihê jidayikbûnê: Şirnex

  Navê dê û bav: Hediye - Ahmet

  Dîrok û cihê şehadetê: 27’ê Cotmeha 2022’an / Metîna

ROJGER GABAR

Hevrê Rojger li navçeya Hezex a Şirnexê li nava malbateke welatparêz ji dayîk bû. Weke her malbateke ji Botanê, malbata hevrêyê me Rojger jî xwedî çanda qedîm a Botanê ye. Ji ber vê yekê dilsoziya bi ax û azadiyê re li ser hemû tiştê girtine. Hevreyê me Rojger di nava malbateke wiha de mezin bûye û li gel hemû şerê taybet û pêkanînên qirkirinê yên dijmin cewhera xwe parastiye. Lewma ji pêvajoya ciwantiyê ve weke her ciwanekî Kurd ê bi rûmet li dijî mêtîngeha li ser gelê me û ji bo azadiya gelê me tevlî nava refên têkoşînê bû. Hevreyê me Rojger ku demek dirêj di nava xebatên ciwanan de dimîne, di sala 2018’an de ji bo bibe bersiva êrîşên dagirkeriyê ên dewleta Tirk a li ser Efrînê û bi gelê me re li hemberî arteşa Tirk a dagirker têbikoşe, tevlî hêzên parastina Rojava dibe. Komkujiya li ser gelê me ya Efrînê û careke din koçberkirina ji cîh û warên wan ji bo hevreyê me Rojger bû sedema hêrseke mezin. Lewma her roj bêhtir têkoşiya û tevlîbûna xwe ya heyî xurttir kir. Piştî ku li Rojava di nava gelek xebatan de ma, fêm kir ku êrîşên dagirkeriyê û siyaseta qirkirinê yên li ser gelê me bi têkbirina dewleta Tirk ve ji holê rabe. Bi hişmendiya ku ev yek tenê di nava refên gerîla de pêkan e, berê xwe dide çiyayên Kurdistanê û tevlî nav refên gerîla dibe.

Piştî ku tevlî nava refên gerîla dibe, ji bo ku bigihêje armanca xwe ango azadiya gelê me bi coş, moral û kelecaneke mezin tevlî xebatan dibe. Di demeke kin de bi perwedeyan fêrî jiyana çiya û gerîla dibe û roj bi roj bû milîtanekî pêşeng. Ji bo ku bibe bersiva şerê germ, destpêkê xwe di şêweyê şerê gerîla de perwerde kir û di taktîkên gerîla yên serdema nû de bû pispor. Her wiha bi hişmendiya ku Gerîlatiya Modernîteya Demokratîk tenê bi leşkerî pêk nayê, xwe di felsefeya Rêbertiyê de kûr kir û hewl da xwe bigihîne sira jiyana azad. Hevreyê me Rojger ku lêhûrbûnên xwe yên li ser vê yekê roj bi roj pêş dixe, di kesayeta xwe de taybetmendiyên milîtaniya pêşeng bi cîh dike. Dema ku êrîşên dagirkeriyê li dijî Herêmên Parastina Medyayê dest pê kir armanca wî ya sereke ev bû ku di çeperên berxwedanê de li kêleka hevreyên xwe têbikoşe. Hevrê Rojger li hemberî êrîşên dijmin ên li ser Metînayê di nava tîmên gerok ên gerîla de cîh digire, bi gelek hevreyên xwe re derbasî Metîna bû û tevlî berxwedanê bû. Li hemberî operasyona dijmin ên ji bo dagirkirina Mêtîna her tim hişyar bû û di nava çalakiyên ku derbên giran li dijmin hatin xistin, cih girt. Hevreyê me Rojger ku taktîkên gerîlaya serdema nû bi rengekî serkeftî pêk anî, ji bo mezinkirina têkoşîna hevreyên xwe yên şehîd û ji bo ku li ser bingeheke rast xwedî li bîranînên wan derbikeve, roj bi roj tevlîbûna xwe xurttir kir. Hevrê Rojger di wê baweriyê de bû ku encex bi tevlîbûneke fedayî dikare bibe bersiva êrîşên dijmin û ev tişt di pratîkê de jî piştrast kiriye.

Hevreyê me Rojger û hevreyên me pê re Sîpan û Cesûr ku di Cotmeha 2022’an de li Girê Şehîd Piling a li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî komeke leşkerên dijmin ferq kirin, bi rihê fedayî yê Apoyî bi ser dijmin ve çûn û derbên bi bandor li dijmin dan. Di encama derbên bi bandor ên hevreyê me de 12 dagirker hatin cezakirin û 8 dagirker jî birîndar bûn. Hevreyê me Rojger heta nefesa xwe ya dawî şer kir û gihişt asta şehadetê.

Hevreyê me Rojger ku bi tevlîbûna xwe ya bi coş û ji dil bû milîtanekî Apoyî ya mînak, ve yekê bi lehengî û fedakariya xwe ya di nava şer de domand û tevlî karwanên nemîran bû. Em careke din soz didin ku em ê teqez têkoşîna hevreyê xwe Rojger bigihînin serketinê ku qasî têkoşîna xwe bi şehadeta xwe re jî talîmata têkoşîna zêdetir da me hevreyên xwe.

Em sersaxiyê ji hemû gelê xwe yê welatparêz ê Kurdistanê û bi taybet malbatên hêja yên hevreyên me Devrîm, Dîcle, Andok û Rojger re dixwazin ku bi têkoşîna xwe li hemberî dewleta Tirk a dagirker li ber xwe dan û bûn sembola serketina Kurdistanê.”