HPG'ê 3 gerîlayên li Heftanînê şehîd bûn bi bîr anî

HPG'ê 3 gerîlayên di 21'ê Mijdarê de li Heftanînê ji ber êrişa hewayî şehîd bûn bi bîr anî û destnîşan kir ku wê nirxên têkoşînê yên şehîdan bi ser bixînin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê der barê mijarê daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"Di êrişa hewayî ya artêşa Tirk a dagirker de ya 21'ê Mijdarê ya li herêma Heftanînê ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê 3 hevalên me şehîd bûn. Agahiyên der barê hevalên me yên şehîd bûn:

Nasnav: Bese Azer

Nav paşnav: Nûrten Atalay

Cihê jidayikbûnê: Wan

Dayik-Bav: Ayten-Cemal

Dem û cihê şehadetê: 21'ê Mijdara 2019'an / Heftanîn

Nasnav: Çîçek Kîçî

Nav paşnav: Gul Sakçak

Cihê jidayikbûnê: Şirnex

Dayik-Bav: Reyhan-Şerîf

Dem û cihê şehadetê: 21'ê Mijdara 2019'an / Heftanîn

Nasnav: Siyajin Devrîm

Nav paşnav: Hîlal Başak

Cihê jidayikbûnê: Şirnex

Dayik-Bav: Zehra-Mahmût

Dem û cihê şehadetê: 21'ê Mijdara 2019'an / Heftanîn

Hevrêyên me Bese, Çîçek û Siyajin li dijî komkujî, zext, hilweşandin û zilma dewleta Tirk a dagirker a li Kurdistanê ji bo afirandina jiyaneke bi rûmet û parastina vê jiyanê di demê cuda de tevlî nava refên gerîla bûn. Hevrêyên me ku di demên êrişên giran ên dewleta Tirk a dagirker de tevlî nava refên gerîla bûn, bi sekneke fedayî wezîfe û berpirsyariyên partiyê hildan ser milên xwe û bi kedeke mezin tevgeriyan. Hevrêyên me Bese, Çîçek û Siyajin bi wêrekî û sekna xwe ya bi rûmet ji aliyê hevrêyên xwe ve hatin hezkirin. Li ser bingeha îdeolojî û felsefeya Rêbertî her kêliya xwe bi rengekî tijî û dagirtî derbas kirin, ji bo li ser bingehek rast bibin milîtanên Apoyî xwe timî bi pêş ve xistin û şareza kirin. Hevrêyên me herî dawî li herêma Heftanînê bi jiyan û têkoşîna xwe ji me hevrêyan re bûn mînak.

Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd bûn bila serê tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz sax be û em soz didin ku em ê nirxên têkoşînê yên şehîdan bi ser bixînin."