HPG'ê 2 gerîlayên li Zapê şehîd bûn bi bîr anî

HPG'ê nasnameya 2 gerîlayên li Zapê şehîd bûn eşkere kir û diyar kir, "Wê weke lehengên nemir ên têkoşîna azadiyê her tim di têkoşîna me de bin."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî 2 gerîlayên li Zapê şehîd bûn daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"Di êrişa hewayî ya 7'ê Tîrmehê ya li herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê, ku ji aliyê artêşa TC a dagirker ve hate kirin, hevrêyên me Agît û Zana şehîd bûn.

Agahiyên li ser nasnameyên şehîdan wiha ye:

Nasnav: Agît Cûdî

Nav paşnav: Îdrîs Oren

Cihê jidayikbûnê: Şirnex

Dayik-Bav: Nûrcan-Seyfettîn

Dem û cihê şehadetê: 7'ê Tîrmeha 2020'an / Zap

Nasnav: Zana Farqîn

Nav paşnav: Sîdar Çîçek

Cihê jidayikbûnê: Amed

Dayik-Bav: Fehîme-Zehî

Dem û cihê şehadetê: 7'ê Tîrmeha 2020'an / Zap

Cografyaya Kurdistanê bû dergûşa dîroka mirovahiyê û nirxên bingehîn ên mirovahiyê afirand, bi pêş ve bir. Civaka Kurdistanê ya bi vê xaka kevnar re bû yek, bi fedakarî û keda xwe mohra xwe li dîrokê xist. Hêzên dagirker ên dixwazin nirxên civaka me talan bikin, di dîrokê de gelek caran li xaka Kurdistanê sefer kirin û xwestin lê serwer bin. Civaka me li dijî van êrişên dagirkeriyê berê xwe dan çiyê û bêyî teslîm bibin bi rengekî mezin li ber xwe dan. Rêber Apo bi felsefeya xwe çanda qedîm a gelê Kurd veguherand bingeha tevgereke însanî û di şexsê gelê Kurd ve veguherî hêviya azadiyê ya gelên bindest. Qonaxa destpêkê ya vê têkoşînê li dijî hevkarên hêzên dagirker dest pê kir û bi lêdana derbên giran li dagirkeran, gihîşt vê astê. Di nava herikîna berxwedana dîrokî de gelek lehengên me canê xwe feda kirin û berxwedana pîroz gihandin nifşên nû. Hevrêyên me Agît û Zana jî cihê xwe di nava vê berxwedana pîroz de girtin û bûn lehengê Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ku emaneta şehîdên leheng in.

Hevrêyên me Agît û Zana bi çanda Kurd a qedîm û welatparêziya Kurdistanê mezin bûn û hîn di temenê ciwantiyê de tevlî nava refên Têkoşîna Azadiyê bûn û ji bo xewn û xeyalên azadiyê yên gelê Kurdistanê pêk bînin tevlî têkoşîneke bêrawestan bûn. Di nava gerîla de bi sekna fedayî û milîtanî wezîfeyên xwe bi rengekî serketî û kedeke mezin bi cih anîn. Li dijî hewldana dagirkeriyê ya dewleta TC a faşîst, weke Gerîlayên Modernîteya Demokratîk ên demê li refên herî pêş cih girtin û bi têkoşîna xwe bûn meşaleyek ku rêya hevrêyên xwe ronî dikin. Hevrêyên me Agît û Zana bi ked, ruhê fedayî û îradeya ji pola bûn çavkaniyeke xurt a moralê ji hevrêyên xwe re. Hevrêyên me ku têkoşîna xwe bi şehadetê tacîdar kirin weke lehengên nemir ên têkoşîna azadiyê wê her tim di nava têkoşîna me de bin.

Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd bûne serê tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz sax be û em soza xwe dubare dikin ku weke şopdarên şehîdên leheng em ê berxwedana hevrêyên xwe yên şehîd bi ser bixînin û xewn û xeyalên şehîdên leheng bi cih bînin."