HPG: Destana lehengiyê nivîsandin

HPG'ê têkildarî her 7 gerîlayê şehîd got: “Her 7 hevrêyên me yên bi pêşengtiya hevrê Serhet Giravî li Çiyayê Avaşîn bûn qeleyek li pêşberî ketina Mamreşû, bi rojan bê navber her kêlî di nava berxwedanekê de bûn, desteneke lehengiyê ya dîrokî nivîsandin."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya 7 gerîlayên di êrîşên dagirkeriyê yên li Herêma Avaşîn şehîd bûne eşkere kir.

HPG’ê li ser kesayet û têkoşîna gerîlayan ev agahî parve kir:

“Ji roja ewilê ya 23’ê Nîsanê êrîşên dagirkeriyê Hevrêyên me Rûken, Sarya, Canfeda, Xebat, Zafer û Kamûran ên bi pêşengtiya Fermandarê mezin Serhat Giravî ku li Girê Şehîd Mûnzûr a devera Mamreşo ya Herêma Avaşîn tevahî 10 rojan berxwedanekî dîrokî nîşan dan. Hevrêyên me yên di gava yekem a êrîşê de cihê xwe di çeperên şer de girtin, tevahî 10 rojan di êrîşan de bi sabotaj û sekvaniyê bi terzê nû yê gerîlayê demê xistin meryetê bi terzê gerîla yê bûye Bazê Zagorosan, derbên xurt li dagirkeran dan. Hevrêya me Rûken û Sarya ên milîtanên xurt ên YJA Starê, bi baweriyek mezin û biryardarî cihê xwe di vê berxwedanê de girtine, bûne nûnerên vîna ku Jina Kurd a Azad nayê teslîmkirin. Çawa ku di hemû berxwedanên jina Kurd a Azad de cih girt û pêşengtî kir, di berxwedana Mamreşoyê de jî di şexsê hevrê Rûken û Sarya de roleke pêşeng a dîrokî lîstine.

Dagirkerên ku li pêşberî vîna hevrêyên me yên ji pola xurtir û biryardariyeke mezin û ruhê Apoyî bê encam man, ji esmana û bejahiyê ve bi çekên giran çeper dan ber bombeyan. Dîsa hevrêyên me yên leheng tevî hemû teknîk û rêbazên dijmin bi hostayî vala derxistin. Lê dijmin ê dema bê çare man, serî li rê û rêbazên nemerd dan, bi xazên jehrî bi dehan car êrîşî çeperên şer kirin û wisa hevrêyên me şehîd kirin.

Li hemberî van sûcên der mirovî û hiqûqî yên dewleta TC’ê hêzên navneteweyî bêdeng in, nebûne xwedî ti helwestekî. Dewleta TC’ê ji vê bêdengiyê cesaretê digire, serî li rêbazên herî nemerdane dide, heta wezîrê şer got; ‘Ji bo ketina şikeftan divê teknîkên taybet bên bikaranîn’ li xwe mikur hatin. Çekên kîmyewî bikar anîn. Artêşa TC a qirker ku li hember hêzên me têk çûn, bi bikaranîna çekên derhiqûqî û qedexe dixwaze encam bigire.

Her 7 hevrêyên me yên bi pêşengtiya hevrê Serhet Giravî de li Çiyayê Avaşîn bûn qeleyek li pêşberî ketina Mamreşû, tevahî 10 rojan rê nedane dijmin. Bi rojan bê navber her kêlî di nava berxwedanekê de bûn, desteneke lehengiyê ya dîrokî nivîsandin.

NASNAMEYA ŞEHÎDAN WIHA YE:

Nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

 

Nasnav: Serhat Giravî
Nav û Paşnav: Kamûran Alpsar
Cihê Jidayikbûnê: Colemêrg
Navê Dayikê-Bav: Şîrîn – Riza
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Avaşîn/ 03’yê Gulana 2021’ê

***

Nasnav: Rûken Zagros
Nav û Paşnav: Seher Bîngol
Cihê Jidayikbûnê:  Colemêrg
Navê Dayikê-Bav: Newroz – Kerîm
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Avaşîn/ 03’yê Gulana 2021’ê

***

Nasnav: Sarya Diyar
Nav û Paşnav: Bîşeng Hezer
Cihê Jidayikbûnê: Şirnex
Navê Dayikê-Bav: Ayşe – Mehmet
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Avaşîn/ 03’yê Gulana 2021’ê

***

Nasnav: Canfeda Heseke
Nav û Paşnav: Şehbaz Îzzettîn Seydo
Cihê Jidayikbûnê: Hesekê
Navê Dayikê-Bav: Şehnaz – Îzzettîn
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Avaşîn/ 03’yê Gulana 2021’ê

***

Nasnav: Xebat Aso
Nav û Paşnav: Ubeyt Mevludî
Cihê Jidayikbûnê: Kirmanşah
Navê Dayikê-Bav: Hacer – Huseyin Mevludî
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Avaşîn/ 03’yê Gulana 2021’ê

***

Nasnav: Zafer Tolhildan
Nav û Paşnav: Muhammed Abdulkadir Huseyîn
Cihê Jidayikbûnê: Qamişlo
Navê Dayikê-Bav: Hena – Abdulkadir
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Avaşîn/ 03’yê Gulana 2021’ê

***

Nasnav: Kamuran Amed
Nav û Paşnav: Mustafa Şîmşek
Cihê Jidayikbûnê: Amed
Navê Dayikê-Bav: Dilşah – Abdulrahman
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Avaşîn/ 03’yê Gulana 2021’ê

 

SERHAT GIRAVÎ

Serhat Giravî di malbateke gelek welatparêz de ji dayik bûye. Hevrê Serhat taybetiyên welatparêz ên eşîra Giraviyan wergirtiye û ji zaroktiya xwe ve tevgera azadiyê nas kiriye û dema mezin jî bûye ketiye nav xebatên ciwanan. Ligel ku di zanîngeha dewleta Tirk de cihekî baş qezenc kiriye jî zanîngeha pergalê ya ku çerxa qirkirinê ye, kiriye mekanekî şoreşgeriyê. Hevrê Serhat di sala 2011’an de berê xwe daye çiyayan û tevlî nav refên gerîlayan bûye. Li gelek qadên Herêmên Parastinê yên Medyayê xebatên pratîk kiriye û bûye fermandarekî jîr. Hevrê Serhat xeta gerîlatiya dema nû baş fêm kiriye û hemû hewldana wî ev e ku wê têxe pratîke. Hevrê Serhat pêşengtî ji berxwedana Mamreşo ya destanwerî kiriye. Wî pêşengtî ji hevrêyên xwe kiriye û bi çalakiyên xwe tirs û xofeke mezin xistiye dilê dijmin.

RÛKEN ZAGROS

Hevrê Rûken Zagros jî li Gevera Colemêrgê di nav malbateke welatparêz de ji dayik bûye. Hevrê Rûken bi hêviya ku li çiyayên Kurdistanê bibe jineke azad a Kurd di sala 2014’an de tevlî nav refên gerîlayan bûye. Ji roja ku tevlî nav refên gerîlayan bûye, bi evîneke mezin tevlî nav jiyanê bûye. Ew wekî şervaneke YJA Starê di her warî de xwe ji nû ve afirandiye. Wê li gelek qadên Herêmên Parastinê yên Medyayê xebateke pratîk kiriye û di dilê hemû rêhevalên xwe de cih girtiye.

SARYA DIYAR

Hevrê Sarya Diyar jî li Hezexa Şirnexê di nav malbateke welatparêz de ji dayik bûye. Hevrê Sarya di zaroktiya xwe de zilma dijmin dîtiye û bi çîrokên qehremaniyê yên birayê xwe Diyar Gafûr mezin bûye. Piştî şehadeta heval Diyar, ji bo ku çeka wî li erdê nehêle û tolhildanê tevlî nav refên gerîlayan bûye. Hevrê Sarya li gelek qadan têkoşiyaye, wê xeta Tevgera Jinên Azad û milîtaniya wê di şexsê xwe de bi serkeftî temsîl kiriye. Hevrê Sarya heta ku şehîd bûye jî dev ji vê xet û qehremaniyê bernedaye.

CANFEDA

Hevrêyê me Canfeda jî li Hesekê ji dayik bûye û di nav atmosfera şoreşger a Rojava de di nav têkoşînê de mezin bûye. Wî dîtiye ku dewleta Tirk li Rojhilatê Navîn faşîzm û paşverûtiyê ferz dike û ji ber vê li çiyayên Kurdistanê tevlî nav refên gerîlayan bûye. Bi enerjiya xwe ya ciwan û dînamîzma wê li çiyayên Avaşînê bûye gerîlayekî xwedî tecrybe. Di berxwedana Mamreşo de bi awayekî dîrokî li ber xwe daye û şehîd bûye.

XEBAT ASO

Hevrê Xebat Aso li bajarê Kirmanşanê ya ku bajarekî welatparêz ê Rojhilatê Kurdistanê ye ji dayik bûye. Ew bi çanda berxwedanê ya Rojhilatê Kurdistanê û taybetiyên civakî mezin bûye û di sala 2018’an de tevlî nav refên gerîlayan bûye. Ji Qendîlê heta Avaşînê tecrubeyên mezin stendiye û ked daye. Ew wekî hevrêyekî fedakar bi awayekî mutewazî tevlî hemû qadên jiyanê bûye û di dilê hevalên xwe de cih girtiye.

ZAFER TOLHILDAN

Hevalê me Zafer Tolhildan jî li bajarê Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye û di nav malbateke welatparêz de mezin bûye. Di dema ciwaniya xwe de ketiye nav lêgerîna têkoşînê û di sala 2013’an de tevlî nav refên gerîlayan bûye. Li gelek qadan têkoşiyaye û bûye yek ji milîtanê serkeftî û xurt ê Apoyî. Ew tevlî gelek çalakiyên li Avaşînê bûye û herî dawîn jî di berxwedana Mamreşo de rola xwe ya dîrokî bi cih aniye û tevlî nav karwanê şehîdan bûye.

KAMÛRAN AMED

Hevalê me Kamûran Amed jî li Amedê ya ku paytexta Kurdistanê ye ji dayik bûye. Hevrê Kamûran di nav malbateke welatparêz de mezin bûye, di temenekî biçûk de rûyê rastîn ê dewleta Tirk nas kiriye. Li hemberî dewleta Tirk serî hildaye û di sala 2019’an de tevlî nav refên gerîlayan bûye. Ew wekî gerîlayekî serkeftî li Avaşînê têkoşiyaye û di berxwedana Mamreşo ya efsaneyî de cih girtiye û wekî zarokekî Kurd ê xwedî rûmet di nav dîrokê de cihê xwe girtiye.

Vê destana qehremaniyê ya rêhevalên me, wê ji aliyê me û gelê Kurd her dem wekî mînak were dîtin, wê teqez tola wan were stendin û bîranîna wan ew ê li Kurdistana azad were jiyîn.

Li ser vî esasî em ji malbatên hêja yên hevalên xwe yên şehîd û gelê Kurd ê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.”