HPG: Şehîdên Xakurkê bi rêzdarî bibîr tînin
HPG’ê ragihand ku 20’ê Mijdara 2019’an 4 gerîla di êrîşên esmanî de şehîd bûne got: “Li dijî tevgera dagirkeriyê bi vîn, cereteke mezin û ruhê fedayî yê Apoyî li eniyên pêş li ber xwe dan.”
HPG’ê ragihand ku 20’ê Mijdara 2019’an 4 gerîla di êrîşên esmanî de şehîd bûne got: “Li dijî tevgera dagirkeriyê bi vîn, cereteke mezin û ruhê fedayî yê Apoyî li eniyên pêş li ber xwe dan.”
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî gerîlayên şehîd bûne daxuyaniyek da.
Daxuyaniya HPG’ê wiha ye:
20’ê Mijdara 2019’an di encama êrîşa esmanî ya balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker a li ser Herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê hevrêyên me Pale, Serhildan, Stêrk û Zana şehîd bûne.
Nasnameya şehîdên me wiha ne:
Nasnav: Pale Dersim |
Pale – Jiyan Taşdemir
Nasnav: Serhildan Gimgim |
Serhildan – Emîn Karataş
Nasnav: Sterk Hevî |
Sterk – Nupelda Şahîn
Nasnav: Zana Serhed |
Zana – Serhat Guler
Polîtîkayên dewleta Tirk a faşîst a li ser gelê Kurd her carê tar û mar bûye, hişmendiya qirker a dewletê her carê xwestiye bi masekeyek din vê xeyala xwe bi cih bîne. Tevî hemû polîtîkayên asîmlasyon û koçberiyê gelê Kurd xwedî li çand û dîroka xwe derketiye û bi derketina PKK’ê re jî bi berxwedanê tacîdar kiriye. Her ku berxwedan geş bûye, pêkanînên der mirovî û qetlîamên dewleta Tirk jî mezin bûye, xwestiye hêvî û berxwedana gelê Kurd bişkîne.
Ciwanên Kurd ên di zanabûna vê polîtîkaya tinekirinê ya bi salane dewleta Tirk dide kirin de ne, li şûna tirsê cesaret, li şûna koletiyê jî azadî hilbijartine û tevlî têkoşîna azadiya Kurdan bûye û her roja diçe nêzî azadiyê dibe. Dewleta Tirk bi hemû derfetên destê li dijî gelê Kurd û tevgera azadiyê dest bi tevgerek dagirkeriyê ya top yekûn kiriye. Ji roja destpêkirina vê tevgerê û vir ve ji dest gerîlayan derbe li ser derbê xwarine. Hevrêyên me Pale, Sterk, Serhildan û Zana jî bûne milîtanên fedayî yên vê berxwedanê.
Hevrêyên me Pale, Sterk, Serhildan û Zana yên ji deverên cuda yên Kurdistanê û hinek ji li metrepolên Tirkiyeyê hatine dinê û ji nêz ve şahidî ji hişmendiya faşîst a dewleta Tirkiyeyê re kirine.Bi hêviya azadiyê û serketina azadiyê berê xwe dane nava gerîla. Li dijî tevgera dagirkeriyê bi vîn, cereteke mezin û ruhê fedayî yê Apoyî li eniyên pêş li ber xwe dan.
Di serî de sersaxiyê ji malbatên şehîdên xwe û hemû gelê welatparêz ên Kurdistanê re dixwazin û soza gihandina serketinê ya xeyalên şehîdên xwe didin.”