HPG: 7 dagirker hatin cezakirin, wesayitek hate îmhakirin

Di çalakiyên gerîlayên HPG/YJA Starê de yên li Sêrt û Heftanînê 7 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin, wesayitek jî hate îmhakirin.

Navenda Ragihadina û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla û êrişên dagirkeriyê daxuyaniyek da. Daxuyanî wiha ye:

"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de hêzên me 21'ê Îlonê saet di 14:00 de li qada Bektoryayê li dijî artêşa Tirk a dagirker a li ser Girê Şehîd Şîlan çalakiyeke sûîqestê kirin. Di çalakiyê de leşkerekî Tirk ê dagirker hate cezakirin.

Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Medya Mawa û Şehîd Rizgar Gever de li navçeya Dihê ya Sêrtê, di navbera gundên Gîver û Bûzikrayê de leşkerên Tirk ên dagirker ên rê çêdikirin demekê kontrol kirin û piştre di 20'ê Îlonê danê êvarê bi rêbaza sabotajê çalakiyeke serketî kirin. Di vê çalakiyê de wesayita dijmin bi temamî hate îmhakirin, 6 leşkerên Tirk a dagirker hatin cezakirin. Ev çalakiya bi bandor ji bo bîranîna şehîdên Botanê hate lidarxistin.

Artêşa Tirk a dagirker 19'ê Îlonê li gundên Tacê, Tilora Jêr, Tilora Jor û Kuçe yên navçeya Geverê ya Colemêrgê dest bi operasyoneke berfireh a dagirker kir. Ev operasyon şeva 21'ê Îlonê bi rengekî bêencam bi vekişînê bi dawî bû.

NASNAMEYA 2 GERÎLAYÊN LI BESTAYÊ ŞEHÎD BÛN HATE EŞKEREKIRIN

14'ê Îlonê danê nîvro balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker bombe li qada Gîvara ya herêma Besta ya Şirnexê barandin. Di encama êrişa hewayî de hevrêyên me Laleş û Zerdeşt şehîd bûn. Agahiyên berfireh ên li ser hevrêyên şehîd bûne wiha ne:

 

Nasnav: Laleş Koçer

Nav paşnav: Hogir Mûhammed

Cihê jidayikbûnê: Qamişlo

Dayik-Bav: Sabah-Zeydîn

Dem û cihê şehadetê: 14'ê Îlona 2020 / Besta

Nasnav: Zerdeşt Rêber

Nav paşnav: Seyîthan Akcan

Cihê jidayikbûnê: Sêrt

Dayik-Bav: Vesîle-Rakîp

Dem û cihê şehadetê: 14'ê Îlona 2020 / Besta

Hevrêyên me Laleş û Zerdeşt li nava malbatên welatparêz ên Kurdistanê di demên cuda de ji dayik bûn û bi bandora têkoşîna azadiyê ya bi pêşengiya PKK'ê mezin bûn. Li dijî kiryarên dûrxistinê û parçekirina gelê Kurd ku dewletên dagirker bi salane dimeşîne, gelê Kurd bi felsefeya kûr û îdeolojiya xurt a Rêberê Gelê Kurd Rêber Apo, bi gerîlayên azadiyê têkoşîneke bêhempa ya ji bo azadiyê dimeşîne. Hevrêyê me Laleş û Zerdeşt jî weke ewladên hêja yên gelê Kurd ê bi rûmet, ji bo dawî li dagirkeriyê bînin û azadiya gelê Kurd misoger bikin, tevlî nava refên gerîla bûn.

Hevrêyên me yên şehîd ên qehreman ên ku berpirsyariya bûyina hêviya azadiya civakekê û roj bi roj mezinkirina vê ji kûr ve jiyane, her bihosteke axa Kurdistanê bi xwîn û xwêdana xwe av dane û şanî her kesî dane ku çendî pîroz û binirx e. Hevrêyên me Laleş û Zerdeşt jî bi helwesta milîtanî û bi kedê li xeta wan a lehengê û mîrateya wan xwedî derketine, her demê li serfiraziyê asê bûne û serketinên mezin bi xwe re anîne. Tim dane ber xwe ku li felsefeya Rêbertî hûr û kûr bibin, ji bo ku hewcehiyên gerîlayê serfiraziyê yê profesyonel bûyî yê Modernîteya Demokratîk bi cih bînin, kedeke mezin dane, bi vê çarçoweyê berê xwe dane Bakurê Kurdistanê, li Botanê hewl dane ku xeta gerîlayê serdema nû bi cih bînin. Bi kelecanî û coşiyeke mezin li diyarê Egîd û Delalan, li qada Bestayê ya Botanê berxwedaniyeke bêhempa nîşan dane û tevlî nav karwanê nemiran bûne. Hevrêyên me Laleş û Zerdeşt bi têkoşîna xwe û vîna xwe ya qewîm her demê wê weke lehengên nemir ên Kurdistanê werin bibîranîn.

ÊRÎŞA LI SER HERÊMÊN PARASTINÊ YÊN MEDYAYÊ

Balafirên şer ên artêşa TC'ê ya dagirker êrîşa hewayî aniye ser Herêmên Parastinê yên Medyayê. Derheqê êrîşan agahiyên berfireh wiha ne:

17'ê Îlonê saet 17.30'an û 22'yê Îlonê saet 08.50'î gundê Guzê yê li herêma Garê hatiye bombekirin.

19 û 20'ê Îlonê gundê Erdwêl ê herêma Avaşînê hatiye bombekirin. 21'ê Îlonê saet 18.00'an qada Mervanos a herêma Avaşînê û 18.40'an qada Şehîd Dîren hatiye bombekirin."