Hozat: Tifaqa Kurd-Ereb ji bo demokratîkbûna herêmê diyarker e

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Hozat: Tifaqa Kurd-Ereban ji bo demokratîkbûna herêmê diyarker e. Demokratîkbûna Rojhilata Navîn bi xurtbûn û mayindebûna tifaqa Kurd-Ereban dibe.

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat di destpêka beşa duyemîn a hevpeyvîna xwe de salvegera duyemîn a dagirkirina Efrînê bi bîr xist û destnîşan kir, ku êrişa dagirkeriyê ya dewleta Tirk a 20'ê Çileya 2018'an a li dijî Efrînê planeke navdewletî bû, dewama komploya navdewletî ya 9'ê Cotmehê û 15'ê Sibatê bû.

LI EFRÎNÊ SÎSTEMEKE ÇETE AVA KIRIN

Hozat diyar kir, li Efrînê ji dema ku hatiye dagirkirin û vir ve, çeteyên El Nûsra û DAÎŞ'ê yên xwe dispêrin dewleta Tirk komkujiyên hovane, êşkence û talanê dikin û got, "Dîrok, erdnîgarî, mîrateya çandî yên Efrînê bi destê van çeteyan tên tinekirin. Xwezaya wê, dehl û rezên wê tên şewitandin. Çemên wê tên ziwakirin. Demografiya wê tê guhertin. Ev hemû li pêş çavên cîhanê bi destûra Rûsya, DYE û dewletên Ewropayê tên kirin. Bi piştgiriya van hêzan sîstema demokratîk a li Efrînê ji hev hate xistin û li şûna wê sîstemeke çete hate avakirin. Dewleteke bi tenê jî nîne ku li ber vê radibe.

Divê gelê me û hêzên wê yên pêşeng bi têkoşîna xwe bikin ku gelên cîhanê û dewlet li dijî van polîtîkayên qirêj helwestê nîşan bidin. Têkoşîna ji bo azadkirina Efrînê pêwîste mezin bibe û bidome."

Hozat bi bîr xist ku di 9'ê Cotmeha 2019'an de êrişên ji bo dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî dest pê kirin û got, "Dagirkirina Rojava êrişeke ji bo tasfiyekirina temamiya sîstema Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ye. Bi vê êrişê xwestin ku biratiya gelan û yekîtiya demokratîk parçe bikin. Bi berxwedana mezin a dijî dagirkeriyê re hin planên qirêj hatin pûçkirin jî tê dîtin ku dixwazin planên xwe yên tasfiyekirinê bidomînin. Êrişên dagirkeriyê ji 9'ê Cotmehê ve bênavber dewam dike. DYE û Rûsya wê piştgiriya xwe ya ji bo dewleta Tirk dewam bikin. Di hevdîtinên Tirkiye-Rûsya û Tirkiye-DYE de yên meha Çileyê hatin kirin, eşkere ye ku li ser planên nû xebitîne. Ev hêzên navborî bi israr hewl didin şerê Ereb-Kurdan derxînin. Tifaqa Kurd-Ereb ev hesabên qirêj heta niha pûç kir.

TIRKIYE Û DYE LI HEV KIRIN

DYE bi rêya Tirkiyeyê ku endamekî NATO'yê ye dixwaze Sûriyeyê dîzayn bike. Xwe dispêre Tirkiyeyê û bi vî rengî dixwaze li Sûriyeyê bimîne, di dîzaynkirina paşeroja Sûriyeyê de xwedî bandor be. DYE û Tirkiye di vê mijarê de li hev kirine. Ji ber vê yekê DYE û dewletên Ewropayê bi rengekî çalak piştgiriyê didin plana Tirkiyeyê ya li ser Idlibê. Tirkiye hewl dide li Idlibê plana DYE'yê bi cih bîne."

Hozat bal kişand ser helwesta Rûsyayê jî û got, "Rûsya jî dixwaze rêveberiya Rojava qels bike, teslîmî rejîma Sûriyeyê bike û peymanên xwe yên leşkerî û enerjiyê yên bi Tirkiyeyê re çêkiriye pêk bîne. Ji bo nakokiya navbera Tirkiye û DYE'yê jî kûr bike êrişên Tirkiyeyê dipejirîne. Li gorî hesabên xwe, bi vî rengî Tirkiyeyê ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne.

Ev hêzên navborî ji ber ku hesabên xwe ji destpêkê ve li gorî vê yekê kirine, nehiştin ku Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê beşdarî civînên Cenevre û Astanayê bibe."

DERVEHIŞTINA KURDAN TÊ WATEYA NEÇARESERIYÊ

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat destnîşan kir ku nedîtina daxwazên demokratîk ên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rê li ber çareseriyê venake û got, "Feraseta Cenevre û Astana ya heta niha ew feraset e ku li ser tinebûna Kurdan û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwaze çareser bike. Ev feraset, çareserî li aliyekî, di rewşa heyî de xwe bi xwe tasfiye dike. Destûra Bingehîn a bêyî Kurdan rewa nîne. Lewma kes nikare bi nedîtina daxwazên demokratîk ên Kurdan û gelan çareseriyekê biafirîne.

TIRKIYE VEGUHERIYE PIYONEKÎ

Tirkiye di destê DYE û Rûsyayê de veguheriye pîyonekî. Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê jê heye ku sûdê ji van her du hêzên hegemonîk werdigire, lê belê eşkere ye ku polîtîkaya êrişkarî-dagirkeriyê bi Tirkiyeyê dide windakirin. Polîtîkaya xwe ya li hundir û derve ya qirkirina Kurdan, Tirkiyeyê hîn bêhtir bi hêzên hegemon ve girê dide û qels dike. Hîtler jî Ewropa dagir kir û xwe nêzî Moskowayê kir. Encam çi bû? Xuya ye dawiya Erdogan wê ji ya Hîtler xerabtir be."

BERXWEDAN BIDOME WÊ SÎSTEMA ÇETE JI HEV BELAV BIBE

Besê Hozat berxwedana li dijî dagirkeriyê jî bi bîr xist û got, "Berxwedana Rûmetê ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk hem li Kurdistanê hem jî li herêmê û cîhanê gelekî bandor li gelan kir. Di serî de li Başûr gelê me li hundir û dervreyî welat bi heybetî li ber xwe da. Helwesteke yekîtiya neteweyî ya watedar nîşan da. Helwesta berxwedanê ya gelên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê gelekî hêja bû. Ereb, Asûr-Suryan û civatên etnîkî û olî yên li vê xakê li gel şervanên QSD'ê li ber xwe dan. Ev berxwedan bi rengekî bênavber dewam dike.

Hozat destnîşan kir, gelekî girîng e ku gelên cîhanê bi gelên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê re piştgiriyeke xurt bikin, berxwedana civakî mezin bikin û got, "Eger berxwedan bi xurtî bidome wê dawî li dagirkeriya dewleta Tirk a li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bê û sîstema çete ji hev belav bibe."

ÊRIŞA DAÎŞ'Ê YA LI SER ŞENGALÊ BI PIŞTGIRIYA DEWLETA TIRK HATIBÛ KIRIN

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat êrişên dewleta Tirk ên li ser Şengalê jî nirxand û got, "Desthilatdariya qirker faşîst a AKP-MHP'ê mîrateya polîtîkaya dewleta Osmanî ya li dijî Êzidiyan dewam kir. Dîroka Osmanî bi komkujiyên Êzidiyan dagirtî ye. Di dema Osmanî de bi dehan ferman li gelê me yê Êzidî rabûn, komkujî li wan hate kirin û bi berxwedanê heta niha hebûna xwe parastiye. Divê em ji bîr nekin ku êrişa DAÎŞ'ê ya 2014'an a li ser Şengalê êrişeke plankirî ya bi piştgiriya dewleta Tirk bû. Xwestin ku Êzidiyan qir bikin û biqedînin. Eger ne ji destwerdana HPG-YJA Star û YPG'ê bûya, eger ne ji avabûn û berxwedana YBŞ'ê bûya wê Êzidî bi rengekî mezin hatibûna qirkirin. Wê hatibûna tinekirin. Dewleta Tirk dewleteke ku dijminê Êzidiyan e. Ya ku bi destê DAÎŞ'ê nekarî bike niha dixwaze bi xwe yekser bike. Bi balafirên şer êrişê dibe ser Şengalê. Ewladên leheng ên gelê Şengalê qetil dike. Di şexsê fermandarê hêja yê YBŞ'ê Zerdeşt Şengalî û sê hevalên wî de şehîdên Şengalê hemûyan bi rêz û minet bi bîr tînim. Ez bawer im ku ciwanên leheng ên Şengalê wê xwedî li van şehîdên hêja derkevin û YBŞ'ê hîn mezintir û xurtir bikin.

HIN KESÊN BI MÎT'Ê RE DIXEBITIN HENE

Dewleta Tirk van êrişên xwe bi piştgiriya sîxuran dike. Eger ji ser erdê agahiyan wernegire gelekî zehmet e ku êrişên bi vî rengî ji hewayê bike. Ji ber vê yekê dewleta Tirk dema ku nûçeyên van êrişan diweşîne dibêje 'Operasyona artêşê ya bi piştgiriya MÎT'ê'. Mebesta xwe ji MÎT'ê jî sîxurên herêmî ye ku bi MÎT'ê re dixebite. Şehadeta Zekî Şengalî û hevalên bi wî re jî bi agahiya ji herêmê çêbû. Êrişên heta niha ji hewayê hatine kirin bi agahiyên sîxuran pêk hatine. Li Şengalê hin kes hene ku bi MÎT'ê re dixebitin. Ev kesên namerd ji bo çend qurişan xwe difiroşin dewleta Tirk û xwîna gelê xwe dirijînin. Kesên bi heman rengî li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê jî dixebitin.

DI NAVA ÎSTÎXBARATA BAŞÛR DE HIN KES JI MÎT'Ê RE DIXEBITIN

Di nava rêxistinên îstîxbaratê yên Başûr de jî hin kes ji MÎT'ê re dixebitin. Gerîlayan şehîd dixin û bi pereyê di berdêla vê yekê de werdigirin xwe têr dikin, li xwe dikin ziqqim. Yanî ev kesên namerd xwîna gelê Kurd, xwîna ewladên leheng ên Êzidiyan mîna avê vedixwin, canê wan jî mîna nan dixwin. Gelê me yê li Şengalê û Başûr divê van kesên namerd di nava xwe de ceza bike. Eger ji wan nayê ku ceza bikin hingî divê agahiyê bidin YBŞ'ê û Meclîsa Xweser a Şengalê. Gelê me yê li Başûr jî divê bi heman rengî helwestê nîşan bide, agahiyê bide yekîneyên gerîla. Ev tîpên ku ji bo zikê xwe têr bikin nirxên gel pêşkêş dikin, civakê dirizîne, qirêj dike, dijmin di nava civakê de bi cih dike û bi vî rengî zerarê didin nirxên civakê."

Hozat bal kişand ser bêdengiya hikumeta herêma Kurdistanê li pêşberî êrişan û bi bîr xist ku rêveberiya Başûr naxwaze Şengal di nava xaka Iraqê û Kurdistanê de bi rengê sîstemeke xweseriya demokratîk bimîne.

Hozat got, "Ev nêzîkatî û polîtîka rast nîne. Êzidî hucreya bingehîn a çanda gelê Kurd e. Divê em mîna çavên xwe li wan xwedî derkevin, ji ber ku civakeke hêja û xweser e ku cewhera me ya çandî diparêze. Ji xwe sala 2014'an eşkere bû ku bêyî xweparastin û xwerêveberiyê kes nikare Êzidiyan biparêze."

NE HÊZÊN HEGEMONÎK NE JÎ STATUKOPARÊZIYA HERÊMÎ

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat li ser rewşa heyî ya Iraqê jî got, "Di navbera DYE û Îranê de li ser xaka Iraqê şerekî mezin ê hêzê diqewime. Her du hêz jî hewl didin bandora xwe ya li Iraqê zêde bikin. Kuştina Qasim Silêmanî ji aliyê DYE'yê ve li Bexdayê, hem ji bo şikandina bandora Îranê ya li Iraqê û herêmê bû, hem jî pêwendiya xwe bi polîtîkayên DYE'yê yên destwerdana li Rojhilata Navîn ve hebû. DYE dixwaze herêmê li gorî berjewendiyên xwe ji nû ve dîzayn bike û bi lawazkirina Îranê dixwaze vê bike.

Helwesta herî rast a gelê herêmê ya li pêşberî vê rewşê ew e ku xwe bispêre hêza xwe, xwe bi rêxistin bike û biparêze. Gel ne mecbûr e ku xwe bide aliyekî hêzên hegemonîk an jî dewletên herêmê yên statukoparêz. Her du alî jî îrade û azadiya gelan nas nakin. Helwesta rast ew e ku xwe bi hêza xwe bi rêxistin bikin, tifaqa navbera gelan ava bikin û xeta têkoşînê ya serbixwe biafirîne. Bi xwerêveberî û xweparastinê feraseta siyaseta demokratîk bi rêxistin bikin. Tifaqa gelan a demokratîk, t3ekoşîna demokratîk şoreşger a xwe dispêre tifaqa gelan divê tercîha gelan be."

Hozat destnîşan kir ku tifaqa demokratîk a navbera gelan, bi taybetî jî tifaqa Kurd-Ereban gelekî girîng e û got, "Eger ev tifaq li gelemperiya herêmê serdest bibe wê encamên dîrokî ji bo gelan biafirin. Her wiha tifaqa Kurd-Fars jî wê bandoreke bi heman rengî ya erênî çêbike. Wezîfeya dîrokî ya hêzên pêşeng demokratîk û şoreşger e ku tifaqa gelan ava bikin. Komploya li ser gelên Rojhilata Navîn tenê bi tifaqa yekîtiya demokratîk a gelan dikare bê têkbirin."

BI DESTÛRA HÊZÊN NAVNETEWEYÎ ÇETEYAN DIŞÎNE LÎBYAYÊ

Li ser mijara şandina çeteyên dewleta Tirk ji bo Lîbyayê jî Hozat diyar kir ku desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê bi destûra DYE, dewletên Ewropa û Rûsyayê çeteyan dişîne Lîbyayê. Hozat got, "Ne rast e ku mirov vê mijarê weke ku haya van hêzan jê nîne binirxînin. Çeteyên ku li Sûriyeyê nikarin kontrol bikin dişînin Lîbyayê."

Hozat destnîşan kir ku ev polîtîkaya desthilatdariya AKP-MHP'ê wê têk biçe.

TIFAQA KURD-EREB DIYARKER E

Hozat helwesta welatên Yekîtiya Ereban a li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê nirxand û got, "Şermezarkirina êrişên dagirkeriyê û rabûna li ber dagirkeriyê gelekî girîgn e. Bêguman ev yek hestiyarek li dijî polîtîkaya dagirkeriyê ya dewleta Tirk nîşan dide. Lê belê têrê nake, divê welatên Ereb hemû li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bikevin nava têkoşîneke çalak. Dewleta Tirk li derveyî sînorên xwe siyaseteke dagirkeriyê dimeşîne. Dagirkeriya leşkerî dike. Deverên ku dagir kiriye bi ser xwe ve girê dide, li ser qirkirina gelên xwecihî sînorên xwe berfireh dike. Ya ku dewleta Tirk dike sûcê li dijî mirovahiyê ye. Têkoşîna li dijî vê yekê bi her rengî rewa ye.

Tifaqa Kurd-Ereb ji bo demokratîkbûna herêmê diyarker e, girîng e. Tifaqa Kurd-Ereb a li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ava bû pêşketinên bêhempa afirand. Nehişt ku Sûriye belav bibe, yekîtî pêk anî. Li dijî dagirkeriya DAÎŞ'ê û dewleta Tirk, ciwanên Kurd û Ereb bi hev re têkoşîneke mezin meşandin, encamên girîng bi dest xistin. Pêkanîna vê tifaqê li gelemperiya herêmê ji bo demokratîkbûna Rojhilata Navîn, azadî û aştiya li herêmê gelekî girîng e. Demokratîkbûna Rojhilata Navîn bi xurtkirin û mayindekirina tifaqa Kurd-Ereban dibe. Karê ji bo vê armancê wezîfeyeke gelekî hêja û pîroz e."