Hilmek nû ji bo şanoya Kurd: Teatra Sarya Baran

Şanoya Sarya Baran ku koma destpêkê ya şano ya jin e ku di nava Kevana Zêrîn de ava bûye, hewl dide bibe nefesek nû ji bo şanoya Kurd. Lîstikvan û derhênera komê Sarya Golan diyar kir ku ew dixwazin lîstikvan û derhênerên jin biafirînin.

Teatra Sarya Baran, ku yekem koma jinê ya şano ye di bin sîwana Kevana Zêrîn a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ava bûye, ji bo şanoya Kurd dixwaze bibe nefesek nû ku li çar parçeyên Kurdistanê di nava zor û zehmetiyên mezin de ye.

Koma Teatra Sarya Baran di sala 2018'an de li bajarê Qamişloyê di bin sîwana Kevana Zêrîn de ji aliyê 4 jinan ve hate avakirin. Heta niha bi lîstikên xwe yên bi navê "Jina bi tenê", "Diqîrim", "Aştî baskê çûkê de ye" û lîstika zarokan "Diziya Baxçe" derket pêşberî şanohezan.

Teatra Sarya Baran di Festîvala Şehîd Yekta Herekol de xelatên "Derhênera herî baş" û "lîstikvana jin a herî baş" wergirt û li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi tûrneyê kir. Di tûrneyê de jî eleqeyeke mezin jê re hate nîşandan.

Endama komê lîstikvan û derhêner Sarya Golan li ser karê şano ji ANF'ê re axivî û destnîşan kir, ku Teatra Sarya Baran bi gavên biçûk, lê qewîn hewl dide bi pêş ve biçe. Golan got, "Armanca me ya bingehîn ew e ku li ser bingeha çîrokên jinê lîstikvan û derhênerên jin perwede bikin, biafirînin."

'EM ÇÎROKÊN JINAN JI XWE RE DIKIN ESAS'

Sarya Golan got, "Şoreşa Rojava tevî pêşketina leşkerî, siyasî û dîplomatîk her wiha karên çand û hunerê jî bi pêş xist. Şano jî yek ji beşên vê hunerê ye" û wiha dewam kir: "Beriya şoreşê jî şano hebû, lê belê bi giranî lîstikên di Newrozan de dihatin lîstin bûn. Lê belê bi şoreşê re gavên cidî hatin avêtin û li her bajarî komên şano tên avakirin. Festîvalan dest pê kirin."

Sarya Golan diyar kir li Rojava êdî şano, şanoger û derhêner hene û destnîşan kir ku yek ji saziyên li vê qadê dixebite Kevana Zêrîn e.

Sarya Golan got, "Kevana Zêrîn karên xweser dike. Yek ji karên xwe jî şano ye. Ev cihêkarî nîne. Ji ber ku armanca xwe ya bingehîn perwerdekirina şanogerên jin û derhênerên jin e. Çîrokên jinan ji xwe re dike esas."

'XELATAN BARÊ ME GIRANTIR KIRIN'

Sarya Golan anî ziman ku koma Teatra Sarya Baran sala 2018'an ava bû û navê xwe jî ji du şoreşgerên jin wergirt û got, "Me bi 4 lîstikvanan dest pê kir. Temenê wan jî biçûk bû, piştî perwerdeyek ji 6 mehan me lîstikva 'Jina bi tenê' ya Darîo Fo amade kir û dest bi provayan kir. Bi wê lîstikê em tevlî festîvala Şehîd Yekta bûn û bi vî rengî karê me yê şanoyê yê profesyonel dest pê kir."

Sarya Golan diyar kir ew Teatra Sarya Baran ji bo xwe weke dibistanekê dibînin û di Festîvala Şehîd Yekta Herekol de xelatên "derhênera herî baş" û "lîstikvana jin a herî baş" wergirtin ku vê yekê di karê wan de hîn bêhtir hêz da wan.

Sarya Golan got, "Bû tecrûbeyeke baş. Me xelatên derhênera herî baş û lîstikvana jin a herî baş wergirt. Bêguman van xelatan barê me girantir kir û wezîfeya me zêde kir ku em şanoya Kurd, şanoya jinê xurtir bikin."

Golan anî ziman ku lîstikên Darîo Fo hîn jî rojane ne û got, "Tundiya li jinê, kuştin, destavêtin û destdirêjiya li jinê hîn jî tiştên rojane ne. Ji ber vê yekê lîstikên Darîo Fo tiştên qediyayî nînin. Mînak; eger serhidlana Ûlrîke Meînhof a li dijî dewleta Elman hebe, serhildana Sakîne Cansiz a li dijî dewleta Tirk heye, li Rojava serhildana YPJ'ê ya li dijî dewletê û DAÎŞ'ê heye."

Sarya Golan destnîşan kir ku çîrokên jinên berxwedêr, cih û dem cuda jî be dişibin hev.

'EM BI GAVÊN BIÇÛK, LÊ QEWÎN DIMEŞIN'

Sarya Golan diyar kir, dema ku ew lîstikên bilîzin hildibijêrin, li gorî hêza xwe tevdigerin û got, "Ji ber ku em hîn gelekî nû ne û hejmara me jî têrker nîne. Lewma nabe ku em berê xwe bidin lîstikên ku lîstina wan zehmet e. Lê belê planên me hene. Planên me hene ku em çîrokên jinên Kurd li ser dikê pêşkêş bikin. Em niha Teatra Sarya Baran weke dibistanekê dibînin. Em hewl didin bi gavên biçûk lê qewîn bi pêş ve biçin."

PROJEYÊN NÛ

Sarya Golan got, "Em di niha di nava şoreşê de ne. Em dixwazin çîrokên vê şoreşê nîşan bidin, pêşkêş bikin. Em dixwazin têkoşîna jinên Kurd, YPJ'ê û jinên Êzidî li ser dikê nîşan bidin. Ev ê bi demê re bibe." Li ser projeyên ku niha li ser dixebitin jî Sarya Golan got, "Dixwazim çîrokên Bêrîtan, Zîlan û Viyan Soran li ser dikê nîşan bidim. Dixwazim portreya her sê jinan, bi sê çalakiyên cuda, bi dans û şanoyê bi rengekî muzîkal li ser dikê pêşkêş bikim. Her wiha çîrokên YPJ'ê hene. Di wê mijarê de jî lêkolînên me hene. Em dixwazin nîşan bidin."

'XEBATÊN ÇANDÎ YÊN LI ROJAVA DORPÊÇKIRÎ NE'

Sarya Golan anî ziman ku li gel dorpêçiya siyasî, aborî û dîplomatîk a Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, her wiha dorpêçî li ser karên çandî jî heye û got, "Rojava di şer û têkoşînê de xwe bi her rengî ispat kir. Ji aliyê parastina şoreşê ve. Lê belê hîn zû ye ku mirov karibin vê yekê ji bo hunerê bêjin. Ji ber ku hîn ew derfet nînin. Herêmeke hîn dorpêçkirî ye. Ji aliyê karên çandî ve dorpêçkirî ye."

'ELEQEYEKE MEZIN JI BO LÎSTIKAN HATE NÎŞANDAN'

Li ser tûrneyên xwe yên li herêmê jî Sarya Golan got, "Bi van her du lîstikên xwe em li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derketin tûrneyê. Li Şehba û Helebê em tevlî Festîvala Çandê ya Mîtanê bûn. Eleqeyeke gelekî zêde hebûn. Salon tijî bûn. Mirovan li ser piyan lê temaşe kirin. Li aliyê din şer hebû û herêm dihate bombekirin. Tevî wê yekê jî eleqeyeke zêde hebû."

'ARMANCA ME YA BINGEHÎN GIHANDINA LÎSTIKVAN Û DERHÊNERÊN JIN E'

Şanoger û derhêner Sarya Golan destnîşan kir ku armanca wan a bingehîn gihandina şanoger û derhênerên jin e û got, "Komên din dema ku komeke jinan li ser dikê dibînin, hêzê jê werdigirin. Haya me jê heye ku barê vê giran e û divê em hîn bêhtir bi pêş ve biçin. Em dixwazin pêşengiyê ji vê re bikin. Em dixwazin şanoger, derhênerên jin, makyoz, kostumsazên jin perwerde bikin, biafirînin. Armanca me ya bingehîn ev e."