Hikumeta Elman ji bo Îmraliyê bang kir

Wezîrê Elman Roth diyar kir ku divê Tirkiye li gorî rapora CPT destûrê bide ku parêzer û malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pê re hevdîtinê bikin.

Parlamentera Partiya Çep Gokay Akbûlût, têkildarî tecrîda li girtîgeha Îmraliyê ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê tê girtin, hefteya derbasbûyî pêşnûme pirsek pêşkêşî hikumeta federal a bi serokatiya Serokwezîr Angela Merkel kiribû. Di pêşnûme pirsa kurt de ev tespîta Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) hate bibîrxistin: "Tecrîd li Îmraliyê mayinde bûye û li gel hişyariya sala 2016'an jî hîn guhertin nehatiye kirin." Gokay Akbûlût di vê der barê de ji hikumeta Merkel pirsî bê çi difikire.

Di pêşnûmeyê de işaret bi astengkirina hevdîtinên parêzer û malbatan a li Îmraliyê hate kirin û ev pirs hate kirin; "Di hevdîtinên we de yên bi nûnerên hikumeta Tirk re, şert û mercên girtîgeha Îmraliyê tê rojevê yan na?" Bi navê hikumetê, Wezîrê Dewletê yê ji Karên Ewropayê Berpirsyar Mîchael Roth bersiv da pêşnûme pirsa Partiya Çep.

ROTH: DIVÊ TIRKIYE ŞERTÊN PEYMANA MAFÊN MIROVAN A EWROPAYÊ BI CIH BÎNE

Roth bersiveke kurt da pêşnûme pirsê û bersiva wî li malpera înternetê ya Meclîsa Federal hate weşandin. Roth ji Tirkiyeyê xwest ku şertên Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) bi cih bîne ku ew jî endamekî Konseya Ewropayê ye. Wezîrê Elman destnîşan kir ku mafên têkildarî girtî û hikumxwaran ên bi PMME'yê hatine ewlekirin, divê neyên binpêkirin û got, "Hem Yekîtiya Ewropayê hem jî Hikumeta Elman a Federal di hevdîtinên bi Tirkiyeyê re bendewariyên xwe yên di vê mijarê de bi rengekî eşkere radigihînin."

Wezîrê Dewletê yê Elman Mîchael Roth bal kişand ser rapora CPT'ê ya 5'ê Tebaxa 2020'an a li ser tecrîda li Îmraliyê û xwest, ku şertên di raporê de tên xwestin bi cih bên anîn. Wezîrê Elman di vê mijarê de jî bi van gotinan bang li rejîma Enqereyê kir: "Mîna ku Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Ewropayê ragihand, ji bo dawî li her cûre kiryarên li dijî mirovahiyê û êşkenceyê bê anîn, ji bo malbat û parêzer karibin hevdîtinê bikin, hikumeta federal bang li hikumeta Tirk dike."

'DIVÊ GIRTIYÊN LI ÎMRALIYÊ KARIBIN HEVDÎTINÊ BI HEV RE BIKIN'

Wezîrê Elman her wiha têkildarî astengiya li ser hevdîtina bi hev re ya girtiyên li Îmraliyê bang li hikumeta Tirk kir ku vê astengiyê rakin. Xwediyê pêşnûme pirsê parlamentera Partiya Çep Gokay Akbûlût jî diyar kir ku ew vê banga hikumeta Merkel erênî dibînin û got, "Piştî vê bangê divê Elmanya bişopîne ku Tirkiye ji bo başkirina şert û mercan û bidawîkirina tecrîdê hewl dide yan na."