Hêzên rejîmê tevahiya Helebê kontrol kir

Hêzêm rejîma Sûriye ku Îran û Rûsya piştgiriya wê dike piştî ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker reviyan gelek herêmên rojavayê Helebê kontrol kir. Hêzên Sûriyeyê berê xwe dan  Anedan a ku navendekî ya Îhvanan e.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin; hêzên rejîmê ku Rûsya ji hewayê û Îran jî ji bejahî ve piştgiriya wê dike gundên Kefer Hemra, Biyanûn, Harîtan û Heyyan ên dikevein rojavayê Helebê kontrol kir.

Bi vî awayî rêya dikeve navbera Heleb û Nûbul-Zehra ve kete destê rejîmê û ji sala 2012’an ve cara destpêkê ye ku rejîma tevahiya Helebê kontrol kir.

HÊZÊN REJÎMÊ NÊZÎ HELHA ÎHVANAN BÛ

Bi kontrolkirina gundên mijara gotinê re hêzên rejîmê nêzî deşta Anedan a ku weke kehla Îhvan Muslîmî (Birayên Misilman) ya li Sûriyeyê bûn.

Hate ragihandin ku çeteyên dewleta Tirk ji Anedanê direvin. Hate gotin ku çete ji ber nekevin dorpêça hêzên rejîma Sûriyê ku ji bakur û başûr ve operasyonan dikin, direvin.