‘Hêzên navneteweyî berpirsên bûyerên li Hesekê ne’

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Abdulkerîm Omer got “Êrişên dagirker ên dewleta Tirk ji terorê re firsendan çêdike. Hemû hêzên navneteweyî berpirsên bûyerên li Hesekê ne.”

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Abdulkerîm Omer ji ANF’ê re qala êrişa li ser Girtîgeha Hesekê kir. Di vê girtîgehê de nêzî 5 hezar çeteyên DAÎŞ’ê hene.

Abdulkerîm Omer diyar kir ev êriş ne yên pêşîn û ne jî wê yên dawîn be û got “Ji ber ku raya giştî ya navneteweyî peywira xwe bi cih nayne, ev bûyer pêk hatin. Rast e li Baxozê me hebûna leşkerî ya DAÎŞ’ê qedadn. Lê terora DAÎŞ’ê neqediyaye. Serfirazî di warê leşkerî de bû. DAÎŞ hê jî zindî ye. Hucreyên wan ên veşartî her carê êrişan dikin. Li herêmên ku bi salan di bin kontrola DAÎŞ’ê de mane, hê jî îdeolojiya DAÎŞ’ê neqediyaye. Li girtîgeh û kampan çeteyên DAÎŞ’ê êrişan dike.”

Omer diyar kir ji bo qedandina terorê divê li herêmê îstîkrar were kirin û bal kişand ser vî tiştî ku êrişên li ser herêmê û polîtîkayên dorpêçkirinê ji êrişan re zemînê ava dike. Omer got “Dora herêmê hatiye girtin û li ser wê ambargo heye. Ev hemû tişt ji bo domandina terora DAÎŞ’ê dibin firsend. Bi girtina deriyên sînor ên Til Koçer û Sêmalka, rewşa aborî ya li herêmê xerab bû. DAÎŞ vî tiştî ji xwe re wekî firsendê dibîne û li herêmê dîsa xwe rêxistin dike. Êrişên dewleta Tirk didome û dorpêçkirina krîza aboriyê ya li herêmê, dibin sedem ku DAÎŞ dîsa zindî bibe.”

‘DIVÊ HÊZÊN NAVNETEWEYÎ BERPIRSYARIYA XWE BI CIH BÎNIN’

Abdulkerî Omer diyar kir ku li kamp û girtîgehên ku bi deh hezaran çeteyên DAÎŞ’ê hene, hêzên navneteweyî berpirsyariya xwe bi cih naynin û got “Me gelek caran ji bo DAÎŞ’iyên di kamp û girtîgehan de bang li raya giştî ya navneteweyî kir. Me hişyarî da ku ev rewş wê wisa nedome. Ji bo pirsgirêka DAÎŞ’ê divê raya giştî ya navneteweyî û koalîsyona navneteweyî peywira xwe bi cih bînin û divê dest bi darizandina DAÎŞ’iyan were kirin. Divê hemû welat werin hemwelatiyên xwe bibin. Yên ku nabin jî divê alîkariyê bidin me û DAÎŞ’î werin darizandin. Ji bo ewlekarî û pêdiviyên kamp û girtîgehên ku DAÎŞ’ê lê hene divê piştgiriyê bidin Rêveberiya Xweser. Li cihên wekî dibistanê bi hezaran çeteyên DAÎŞ’ê hene, ev jî xetereyê mezintir dike.”