Hêzeke bêsînor a şer a jinê heye

Gerilayê YJA-Starê diyar kirin hêza şer a jinê bêsînor e û gotin, ''Em hêzên YJA Starê em bi felsefeya Rêbertiya xwe têkoşîna xwe xurt dikin. Divê jin bi xwe bawer bin.''

Gerilayên YJA Starê Newal  Tohildan û Havîn Zagros derbarê rola şer a jinê axivîn. Tolhildan got di nav pergala nêr de jin her carê hatiye kêmkirin û wee ku nikaribe şer bike hatiye dîtin. Tolhildan got, ''Lê dema ku em li dîrokê dinerin li qadên şer cihekî girîng ê jinê çêbûye. Ji dîrokê heta niha her demê jin bi risteke pêşeng rabûye. Têkoşîna gerîlayên YJA Starê ya li çiyayên Kurdistanê, ya li ijî dijmin li ber çavan e. Mîrateya tecrûbeya şer a bi pêşengiya heval Bêrîtan û  Zîlan geş bûyî hê jî didome.

Di nav pergalê de tê gotin jin nikarin şer bikin, qels in lê di şexê PKK'ê û PAJK'ê de vîn û hêza şer a jinê derketiye holê. Li ser mijarên etîk û estetîkê jî dema ku mirov bi berfirehî dinere, bi jinê re wijdan û hîsên dadmendiyê pir li pêş in, ev jî nîşan dide ku di şer de çendî bi misyoneke pêşeng in. Di şerê bajêr de jî, li çiyayan jî hêza pêşeng a jinê hatiye çespandin. Jin dikarin li her deverê şer bikin.''

Newal bal kişande ser rola leşkerî ya jinê û got, ''Li kozikan, li çalaikyan li herî pêş jin şer dikin. Nîqaşên ku dibêjin jin ji leşekeriyê dûr in bi rola ku gerilayan daye ser milê xwe hildiweşin. Di sirûşta jinê de şer tine, lê di şertên berdest de li dijî tundî û êrîşên li ser gel, jin xwe li bara gel berpis dibîne û di şer de cih digire parastina gel dike. Em hêzên YJA Starê bi felsefeya Rêbertî têkoşîna xwe geş dikin. Divê jin bi xwe bawer bin. Bi ti awayî divê ji hêza xwe nekevin şikê. Her jin divê li tekoşîna xwe xwedî derkeve.''

JIN JI BO MAFÊN XWE ŞER DIKIN

Gerîlaya YJA Starê Havîn Zagros got berevaniya li gel û sirûtşê yek ji karê herî girîng ê jinê ye û got, ''Fikar, jin li malê zarokan mezin dike, malê paqij dike hêdî hêdî hilweşiya. PKK ev hemû hişmendî ji holê rakir.  Jin bi vîn û exlaqê xwe li çiyayan şer dike. Jin bi ramana xwe dikare her tiştî bike. Hebûna jinan a li çiyan pir girîng e, jinan di pratîka şer de hêza xwe dîtin .Bi mîrateya ku gerîlayên YJA Starê ji me re hiştî  jin di nav şer de weke hêza pêşeng cihê xwe didomînin. Ji bo vê pir berdêl dan. Bi îdeolojiya Rêbrtiya me jin bêhtir bi jiyanê ve hatin girêdan. Ji bo ku li heqê xwe bigere berê xwe da çieyê û bi têkoşîna xwe giha vîneke azad.''

Niha jî jin li her qadê dikarin xwe îfade bikin. Di şexsê jinên Kurd de hemû jinên cîhanê bawer dikin ku ew dikarin ji bo xwe tiştekî bikin. Jinên Kurd di serî de li çiyayan, li Rojava bi Arîn, Avesta, li Rjhilat bi Şîrîn Elemhûlî, li Bakur bi Sara û Bêrîtan, bi têkoşîna xwe pêşengiyê ji jinan re dikin. Li Rojava gelek hevalên jin ên enternasyonal tevlî şoreşê dibin û ev tevlêbûna wan a nav şoreşê mînak e.

Leşkerî ne cihekî wiha ye ku tenê mêr ne, jin jî dikarin lê bin û berevaniyaê li xwe û gelê xwe bikin. Têgîna leşkeriyê jî ji bo jinan kêm dimîne. Ji ber vê mirov bibêje gerîla hê rastir e. Ji ber ku ev dibe sedme ku em gerîla bi rengekî hê berfirehtir bibînin. Di vê sedsalê de ev di şexsê jina Kurd de ispat bûye. Li çar aliyên Kurdistanê bêhijmar mînakên vê hene.''