‘Hesabê serdestan hebe yê gelê Şengalê jî heye!'

Berdevkê şandeya Şengalê ku çûbû Bexdayê, Faris Herbo diyar kir ku du lingê vê peymana di navbera Hewlêr-Bexdayê de hatî çêkirin hene; lingê ewlehî û lingê îdarî û destnîşan kir ku hesabên serdestan hebin yên gelê Şengalê jî hene.

9’ê Cotmeha 2020’î di navbera hikumeta Hewlêr û Bexdayê de li ser Şengalê, statû, rewşa wê ya îdarî, ewlehî-leşkerî hwd peymanek hatibû mohkirin. Heta niha bertek û nerazîbûnên sazî û xelkê Şengalê li hemberî vê peymana ku îradeya pêkhateyên Şengalê li ber çav nehatî girtin, zêde dibin.

Ji bo wê heta niha pêkhate û saziyên gel ên Şengalê gelek çalakî, meş û xwepêşandan pêk anîne. Bi vê armancê şandeyeke ku ji rûspî, serokeşîr, nûner û berdevkên saziyên Şengalê pêk dihat ji bo rêzehevdîtinan bike çûbû Bexdayê.

Şandeyê di gera xwe ya 8 rojan dewam kirî de şandeyê bi aliyê hikumet û mixaletefê re cuda cuda hevdîtin pêk anîn û 20’ê mehê vegeriya Şengalê. Berdevkê şandeya Şengalê ku ji rûspî, serokeşîr û nûnerên Şengalê pêk dihat û ji bo rêzehevdîtinan çûbûn Bexda Faris Herbo li ser mijarê ji ANF’ê re axivî.

Herbo yê ku bi bîranîna fermandarê HPG'ê ê Egîd Civyan ku 11’ê Îlonê di şerekî li dijî artêşa Tirk de şehîd bibû dest bi axaftina kir û got: “Di 9’ê Cotmeha 2020’î de di navbera hikumeta Bexda û Hewlêrê de peymanek hat ragihandin. Ev peymana ku li ser çapemeniyê hatî ragihandin ligel hûrgiliyên xwe li ser du xalên girîng pêk tê: yek xala ewlekariyê ye, ya duyem; xala îdarî û vegera koçberan e.”

Herbo di nirxandinên xwe de bal kişand ser van xisûsên bal kêş:

“Divê mirov destpêkê binêre ka ev peyman ji aliyê kî ve, ji bo çi hatiye kirin û çi armanc dike bi hûrgilî raxe ber çavan ku armanc ji vê rêkevtinê çi ye.

HELWEST BAŞ IN, LÊ JI BO VALADERXISTINA PLANÊ NEBESIN

Beriya her tiştî di serî de li Şengal û derveyî welat gelê me û dostên xwe nerazîbûn û bertekek baş raber kir û ev helwest cihê rêz û şanaziyê ne. Spasî û destxweşiyê li her kesî li hemberî vê rêkevtinê bûyî xwedî helwest û kiryar dikin. Lê belê divê em bizanin ku tenê gotin û kiryara ku em bêjin ‘em qebûl nakin’ têrî nake ku plangeriyên heyî vala derxe.

YÊN PEYMAN ÇÊKIR, TEMSÎLA CIVAKA ÊZIDÎ NAKIN

Yên ku ev peyman çêkirî, temsîla civaka Êzidî nakin, temsîla rast a xeta berxwedan û xwebûna gelê Êzidî ku li hemberî ferman û qirkirina li ber xwe dayî, xaka xwe neterikandî nake. Bi vê peymanê her du hikumetan jî bêrêzî li gelê Êzidî kirin, bêrêzî li hemberî cangorî û qurbaniyên ferman û qirkirinê kirin.

PEYMANEKE SIYASÎ YE; GIŞTÎ HIKÛMET TEVLÎ VÊ PEYMANÊ NEHATIYE KIRIN

Ev hevpeymaneke siyasî ye. Mirov dikare bêje ku peyman di navbera Mustafa Kazimî û PDK’ê de çêbûye, bi giştî hikumet jî tevlî peymanê nehatine kirin. Di sala 2021’ê de divê Mûstafa Kazimî li Iraqê hilbijartina pêşwext pêk bîne. Siyaseta heta niha Kazimî pêk anî, ne dilê ti alî û eniyên siyasî ye. Lewre gelek alî li hemberî hikumta birêz Kazimî bi bertek û nerazî ne. Ji bo Kazimî bikare temenê desthilata xwe dirêj bike û di hilbijartina bê kirin de dîsa bibe serokwezîr û li ser desthilatê bimîne, kete nav hewldanan. Ji ber siyaseta navxweyî û derveyî Kazimî têgihişt ku wê beşeke mezin a Şîa û Sunniyan wê di hilbijartinê de piştgirî nedinê. Lewre bi awayekî defacto peyman bi PDK'ê re çêkir ku di hilbijartinê PDK piştgirî bide Mûstafa Kazimî. Bi vî awayî Kazimî jî budçeya Herêma Kurdistanê pêşkêşî PDK'ê bike. Budçeya ku ji herêma Kurdistanê re tê veqetandin ligel ku têrê dike jî, ji bo ku PDK'ê nelirêtî û gendelî tê kirin niha mehaneyê karmendan jî nikarin bidin.

Yê ku herî zêde li hemberî vê nerazî û bertekdar biraderên me yên YNK'ê bûn û şirikê sereke ya hikumeta herêma Kurdistanê ne.

PEYMAN DI BIN ÇAVDÊRIYA NY, DYE Û FRANSA DE HATIYE KIRIN

Mijareke dîtir jî ew e ku ev peyman di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî (NY) Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) û Fransayê de pêk hatiye. Nemaze diyar dibe ku piştî Mûstefa Kazimî çûyî serdana washingtonê kirî zext li birêz Kazimî hatiye kirin ku bi wan re di nava tensîqekê de be û daxwazên wan pêk bînin. Diyar dibe ku ev peyman jî weke encama van zext û lihevkirinên hatî ziman derketiye holê.

Bi vî awayî li ser esasê ku li welat û herêmê temenê desthilatiya xwe dirêj bikin bi PDK'ê re peyman hatiye çêkirin.

Dîsa DYE weke berê nikare hebûna xwe ya li Bexda û Hewlêrê biparêze. Ji bo ku vê hebûn û bandora xwe li herêmê biparêze divê hinek tawizan bide PDK û wisa dixwaze pêşeroja xwe bixe bin ewlehiyê.

LINGEK YÊ VÊ PEYMANÊ ABORÎ YE

Lingê vê peymanê yê aborî ye, bêguman ji sala 2011’î heta niha şerê li herêmê qewînin giraniya xwe li ser aboriyê ne. Ew jî ew e ku di vê erdnîgariyê de ka kî qada bandorkeriya xwe heta Derya Spî bibe û vê qadê di bin destê xwe de bigire û rewşa xwe ya aborî dewlemend bike. Lif pişt vî şerî DYE û Rûsya hebin jî di qadê de li ser navê wan hêzên ku şerê wekaletê dikin hene.

Bi kurtasî ji bo ku xeta sêyemîn li vê herêmê pêş nekeve, xwe xurt neke, rêxistina xwe ya nava civakî pêk neyne bi pêşengiya DYE'yê gelek plangeriyên bi vî awayî tên pêşxistin. Dîsa xeteke ji aliyê aboriyê ve ku bi milyon dolaran kar û qezenca wê ya aborî heye. Ji bo wê ev hêzên navborî dixwazin serweriya vê xetê di destê xwe de bigirin. Di vê peymanê de lingê xwe yê aboriyê de esasê wê ev mijar e. Çimkî Şengal hem ji bo Iraqê hem jî ji bo herêm û cîhanê ji aliyê jeo-stratejîk û jeo-polîtîk ve cihekî gelek girîng e. Çimkî Şengalê weke deriyê ku vedibe gelek welat û erdnîgariyan. Lewma her kes dixwaze Şengalê bixe destê xwe û li ser serwer bibe.

GELEK PÊKHATE YÊN LI SER VÊ ERDNÎGARIYÊ DIBIN QURBANIYÊN VÊ SIYASETÊ

Li ser vê xetê bi dehan çand, milet û bawerî weke Êzidî, Kildanî, Mesîhî, Şebek, Ermenî hwd ku li vê erdnîgariyê dijîn, dibin qurbaniyê vê siyaset û berjewendiyên tarî û qirêj.

XELKÊ ŞENGALÊ JÎ XWEDÎ HESAB IN

Mixabin di van hesab û planan de gel û pêkhateyên Şengalê nîn in. Lê belê hesabekî gelê Şengalê jî heye, xwedî helwest e.

HÊZÊN LI ŞENGALÊ DI BIN ALA IRAQÊ DE NE

Ez ji hikumeta Kazimî dipirsim. Hûn dibêjin em ê biçin bikevin Şengalê. Ma hêzên niha li Şengalê heyî kî ne? Ma ne artêşa Iraqê, Heşdî Şabî, Emnel Watenî yên Iraqê ne? Ev nêzÎkatî nayê wateya heqareta li van hêzên heyî gelo? Yê ku ev peyman kirî jî baş dizanin ku ev hêz di bin ala Iraqê de ne. Hêj demeke kurt berê niha fermandariya operasyona giştî, rêveberiya Emnel Watenî hatin Şengalê û ji raya giştî re ragihandin ku tenê em weke hikûmeta Iraqê li Şengalê ne û li Şengalê aramî heye.

CIVAKA ŞENGALÊ XWEDÎ NÛNER, HÊZ Û ÎRADE YE

Çima ewqas hewl didin ku Şengalê ji destê xwediyê wê yê rastî derxin û serweriya ji keç û xortên wê bistînin û bidin kesên biyanî gelo? Heke armanc parastina Şengalê û xizmeta gel be ser çavan fermo jixwe li wê derê hêzek heye û ev tê kirin. Civaka Êzidî xwedî nûnere, xwedî hêz û îrade ye. Madem mebest çêkirin û weke tê angaştkirin xizmeta gel be, keremkin bi nûner û hêzên gelê Êzidî re bikin.

Ji bilî vê gotina ‘Şengal ne arame, em ê biçin li Şengalê nîzamê çêbikin’ derew û bêbextiyên li Şengal û pêkhateyên wê tên kirin in.

RAGIHANDINA PDK’Ê GEL DIXAPÎNE

Li ser ragihandina bi ser PDK'ê ve propagandeyeke reş a derveyî pîvanên exlaq tê kirin. Her roj qêreqêra wan e dibêjin ‘pêşmerge wê biçe Şengalê wê derê rizgar bike nizam çi û çi bike… Hatina pêşmerge hwd li aliyekî di peymana navborî de tişteke wiha nîne ku wê pêşmerge biçe Şengalê, di peymanê de tê gotin ku wê artêşa Iraqê, Heşdî Şabî û Emnel Watenî bê. Ev keyfxweşiya vê beşa ragihandinê çi ye! Hûn çima dixwazin gel bixapînî?

PDK TÊK ÇÛYE BI VAN LIHEVKIRINA DIXWAZE XWE LI SER DESTHILATÊ BIGIRE

PDK di nava mala xwe de têk çûye, dixwaze careke dîtir bi van plangeriyan serweriya xwe saz bike. Lê wisa nîne; vaye em jî bi pêşmergeyan re em bi hev re xaka Başûrê Kurdistanê ji dagirkeran rizgar bikin. Tu bi hesabê kî radibî û dibêjî biçe wê derê rizbar bike, aram bike… Şengal ne mihtacê we ye; ya we anî serê Şengalê bes e! Divê hûn destpêkê ji dîrokê lêborîn bixwazin.

RAGIHANDINÊ QEYMEQAMEK DIYAR KIRIYE; QEYMEQAM DAXIVE

Ya dîtir jî danûstandinên me jî bi hikumeta Bexdayê re hene. Hêj heta niha li ser qaymeqam lihevkirinek çênebûye. Vê ragihandinê li gorî xwe qaymekamek deraniye: Mihemed Xelîl! Ka birêz Xelîl tu niha li kû derê yî, weke qehremanekî diaxivî! Lê li şûna te yekî dîtir hatiye diyarkirin…

Bi kurtasî çapemeniya PDK'ê li ser gel şerekî taybet dide meşandin. Divê ev şêwaz bê terikandin.

WÊ TI PEYMANEK LI SER XÎWÎNA GEL HATÎ ÇÊKIRIN, NAYÊ QEBÛLKIRIN

Divê her kes baş bizane ku tu peyman li ser xwîna gel û destkeftiyên wê nayên qebûlkirin. Çi peymanên ku em nûner û îradeya gelê Şengalê ne di nav de bin, ne xwedî gotin û biryar bin em qebûl nakin û nagihin encamê jî.

SOZA ŞOPANDINA BIRYARÊ Û XWEDÎBÛNA HELWESTÊ HATIN DAYÎN

Me gelek alî, rêxistin, partiyên siyasî re hevdîtin kirin. Hinek aliyan biryar nebihîstibûn jî. Bi giştî hevdîtin di atmosfereke erênî derbas bûn û piştgiriya xwe ya ji bo Şengal û civaka Êzidî anîn ziman. Hema bêje hemû aliyan soz dan ku şopdarê vê peyamanê bin û li hemberî wê bibin xwedî helwest û kiryar.

Em bang li gelê xwe dikin ku bi van propagandayên reş nexapin. Bi gotina ‘ka mafê min’ kes mafê mirov nade, divê mirov bi xwe mafê xwe bidest bixe.”