Hate îdîakirin ku jinekê xwe li Berlînê kuştiye

Hate îdîakirin ku Hûriye Ûçar a li Berlînê ji ber zexta malbatê dawî li jiyana xwe aniye.

Hate îdîakirin ku Hûriye Ûçar (38) a ku li herêma Tempelhof a paytexta Elmanya Berlînê dima, pêr êvarê xwe ji qatê 7'an ê avahiya ku lê dima avêt û dawî li jiyana xwe anî.

 Cenazeyê Ûçar rakirin nexweşxaneyê, di dawiya lêpirsînê de wê bişînin warê wê Bîrecîkê.

'MALBATÊ ZEXT LÊ DIKIR'

Saziya jinên Kurd DESTAN û hevalên nêz ên Ûçar gotin ku malbat û kekê Ûçar zext lê dikirin û wê nedixwest ku destgirtî bibe.

Ûçar jineke Kurd bû ku li herêmê dihate hezkirin.

'KUŞTIN Û XWEKUŞTINA JINÊ POLÎTÎK E'

Meclîsa Jinê ya DESTDAN, BINEVŞ EDESA (Meclîsa Jinê ya Êzidî), Meclîsa Jinê ya Jiyan, Flamîngo E.V. li ser mijarê daxuyaniyeke hevpar weşandin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku "kuştin û xwekuştina jinê polîtîk e" û hate gotin, "Sedema van kuştin û xwekuştinan şer e, xizanî ye, zext e, bêhêvîtî ye, sîstema serdestiya mêr e. Berpirsyarê van hemûyan jî dewleta bi zîhniyeta serdestiya mêr e."

'EM NE NAMÛSA KESÎ NE'

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em ne mal, milk û namûsa kesî ne. Hûn nikarin biryarê li ser beden, ruh, jiyana me bidin. Em ê li dijî her şêwe tundiyê heta dawiyê têbikoşin. Doh Hatûn Surucu, Semanûr û Yeter û bi dehan xwişkên me bûn. Îro jî Hûriye ji nava me birin. Hûriye ji ber ku bêçare hate hiştin dawî li jiyana xwe anî. Bi navê saziyên jinan em ê xwişkên xwe yên zîhniyeta serdest a mêr ew ji nava me birin ji bîr nekin û nedin jibîrkirin. Em ê li pêşberî qirkirina jinê bêdeng nemînin."

BANG

Di daxuyaniyê de bang li saziyên jinan û hêzên demokratîk hate kirin ku xwedî li cenazeyê Hûriye Ûçar derkevin.