Guven: Kêliya herî tarî ya şevê, kêliya herî nêzî rojê ye

Hevseroka KCD’ê û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a piştî wekîliya wê hate betalkirin hate girtin got: “Weke jineke Kurd me soz daye gelê xwe. Heta gelê Kurd azad nebe wê têkoşîna me di her qonaxê de bidome.”

Guven di peyama xwe ya ji bo ajansa Jinnewsê şandî de got: “Bila dilê gelê me fireh be. Kêliya herî tarî ya şevê, kêliya herî nêzî rojê ye. Em jî pir nêzî serketinê ne. Yên di tengasiyê de ne em in.”

Guven di dewama peyama xwe de ev got: “Em nûnerên gelekî wisa nin ku nasname, çand û hebûna wê hatine înakarkirinin. Bûyîna nûnera gelekî ku hemû têkoşîna xwe ji bo hebûna xwe madî û menewiya xwe feda dike ne wer hêsanî ye."

Guven wiha domand: “Em jinên Kurd li Parîsê bûn Sara, li Rojava bûn Arîn Mîrkan, Li Başûr bûn Avesta Xabûr bi berxwedanê hebûna xwe nîşan da û li ser piyan ma. Tevî her tiştî em yên li pey mîrasekî têkoşînê dikine. Ji bo nûnertiya Kurdan kirin pêwîstî bi wekîlbûnê nîne. Weke hevalên xwe yên din em ê di her qada jiyanê de têkoşîna xwe bidomînin.

Weke jineke Kurd me soz daye gelê xwe. Heta gelê Kurd azad nebe wê têkoşîna me di her qonaxê de bidome. Di serî de ji bo Colemêrg û hemû gelê xwe silav û heskiriyên xwe pêşkêş dikim. Bila dilê gelê me fireh be. Kêliya herî tarî ya şevê, kêliya herî nêzî rojê ye. Em jî pir nêzî serketinê ne. Yên di tengasiyê de ne em in.”