Gerîlayê HPG’ê Artêş Welat bi merasîmekê hate bibîranîn

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi merasîmekê gerîlayê HPG’ê Artêş Welat Goyî hate bibîranîn.

Li Saziya Malbatên Şehîdan a Wargeha Mexmûrê gerîlayê HPG’ê Artêş Welat Goyî (Gabar Şengul) ku 29’ê Tîrmeha 2019’an li Herêma Xakûrkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbû, bi merasîmekê hate bibîranîn.

Merasîm ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre li ser navê Meclîsa Gel a Wargehê Ezîz Hezex axivî, di şexsê şehîd Artêş Welat Goyî de şehîdên têkoşîna azadiya Kurdistan bi bîr anî û wiha got; “Rêheval Artêş Welat Goyî ciwanê wargehê bû. Zilm û zoriya dijmin qebûl nekir û berê xwe da çiyayên azad. Fikir û ramanê Şehîd Artêş rêya azadiyê bû. Şehîd Artêş her tim digot, ‘xewn û daxwaza min ew e hemû ciwan ji bo gelê xwe timî xebatê bikin û li ber xwe bidin.’”

‘EM BI ŞEHÎDAN SERBILIND IN’

Piştre li ser navê malbata şehîd xalê şehîd Qedrî Yaman axivî û wiha got; “Têkoşîna şehîdên me ya li dijî dagirkeriyê ji me re rûmet e û em heya dawiyê pê ser bilind in. Şehîd Artêş li dijî zilma dijmin ya ku m neçarî koçberiyê kirine, serî rakir, serî ne tewand û tevlî têkoşînê bû. Em bi şehîdan serbildin, em ê heta dawiyê li ber xwe bidin, em ê ti caran ji dijmin re serî netewînin.”

Herî dawî dayika şehîd Gulîzar Şengul jî axivî û got; “Serê Rêberê Gelê Kurd û gelê welatparêz sax be. Spasiya gelê wargehê dikim ku xema me parvekirin. Şehîd Artêş ne tenê kurê min e, ew kurê me hemûyan e. Em daxwaza ax û welatê xwe dikin. Ji bo ku em ax û welatê xwe bigrin em neçarin şehîdên mîna Artêş bidin. Em bi şehîdên xwe serbilind in. Bila serê Sero Apo û hemû dayikên şehîdan saxbe. Bila serê gelê me yê welatparêz sax be.”

Merasîma bibîranînê bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin” û “Bijî Serok Apo” bidawî bû.