Gerîla Zagros: PKK kir ku xwe nas bikim

Yek ji gerîlaya YJA Starê Rojîn Zagros got, ''Hemû jiyana ku min xeyala wê dikir, min li nav PKK'ê dît''.

Gerîlaya YJA Starê Rojîn Zagros  behsa tevlêbûn xwe ya li nav PKK'ê kir û got bê ka PKK ji bo wê tê çi maneyê.

Zagros got,''Zaroktiya min li Libnan û Şamê derbas bû'' û domand, ''Lê tim bala min li ser Kurdistanê bû. Bavê min bi giştî em dûr dixistin, diya min bi ser xakê xwe ve bû û bi ser Kurdistanê ve bû. Bi PKK'ê re dengê jinê hate bihîstin, jin wêrek bû û dest bi axaftinê kir. Bandora rejîma Sûriyê li ser me hebû û min digot heke e ez bibim xwedî kar belkî mafê min ê gotinê çêbibe. Lê min dît her kes li dij wê ye k Kurd li ser piyan bin. Dema ku li derdor mirov nakokî hebin mirov dest bi lêgerînê jî  dike. Dema ku min PKK nas kir, dema ku min biryar dayî ku werim çiyan û tişta ku min xeyal kir piştî ku min dît, min biryar li ser da ku tişta ku min dîtî ev e.''

'27'Ê MIJDARÊ JI BO MIN ROJA XWEDÎTINÊ YE'

Zagros got, ''27'ê Mijdarê ne tenê ji bo PKK'ê, her wiha ji bo min jî roja xwedîtinê ye'' û domand, ''Li vir her tişt maneya xwe, manewiyata xwe parastiye. Dema ku hatim çiyan yek ji tişta ku herî pir bandor li min kirî ew bû ku hevrêyên te ji bo te canê xwe didin. Li  cîhaneke wiha ku takekesî pir pêş ketî, tiştekî wiha manewiyateke pir meezin e. Dema ku tu ji peywirê vedigerî yek ber bi te ve dibeze, avê dite te, ji çaya gerîla mirov bi hev re vedixwe, kir ku ez heyranî gerîla bim. Mînak li nav pergalê jin û mêr wiha bi hesanî nikarin werin cem hev, hema di cih de wê şaş were fêhmkirin,jin û mêr nikarin bibin hev lê li vir jin û mêr ji bo eynî dozê bi hev re ne, li van çiyan şer dikin, ev pir xweş e. Hebûna li eynî mewziyê, şerê ji bo Kurdistana azad pir pîroz e. Ev hêlên di nav PKK'ê de pir bador li ser min kirin.''

'JIN DIKARIN AZADIYÊ LI ÇIYAYAN BIBÎNIN'

Zagro got, ''Ev çiya bi qasî ku têra her kesî bikin mezin in, bi qasî ku her kesî vehewînin berfireh in'' û domand,''Gelek nirxên ku li nav PKK'ê wateyeke xwe heye, li nav pergalê hatine eciqandin, tinekirin. Ez bawer dikim gelek jin ji bo ku werin van çiyan, ji bo azad bibin, ji bo bi serbestî bikenin, biaxivin, şer bikin û ji bo jiyaneke watedar li rêyên têkoşînê digerin. Rêya herî pîroz û watedar a têkoşînê bi min PKK ye. Li van çiyan tişta herî xweş jiyana kêliyên azadiyê ye. Li serê girekî dema ku ba bi azadî li mirov dide, ev jî bes e ji bo ku mirov were van çiyan.''

'ROJAVA YEK JI NIRXÊ ME YÊ HERÎ MEZIN E'

Zagros diyar kir Şoreşa Rojava yek ji nirxê herî mezin ê têkoşînê ye û domand, ''Dewlet nikarin li hev bikin lê li Rojava gel biryar didin ku bi hev re bijî, bi hev re şer dikin.''

Zagros herî dawî got,''Em gerîlayên YJA Starê ne tenÊ hêza parastinê ya jinên Kurdan in, hêza parastinê ya gelên çewisandî, neheqî li wan hatî kirin, ya gelê me û jinan in. PKK bi berdêlan bi pêş ve çûye û bi ser ketiye. Damezirîna wê wiha ye, bi berxwedanê mezin bûye û geş bûye.''