Gerîla TV dîmenê çalakiya sekvaniyê ya gerîlayên HPG’ê ya li Heftanînê parve kir

Gerîla TV dîmenê çalakiya sekvaniyê ya gerîlayên HPG’ê ya 5’ê Tîrmehê ya li dijî leşkerên Tirk a dagirker a li Heftanîn parve kir.

Di dîmenên Gerîla TV parve kirî de yek ji leşkerên li gir e tê hedefkirin û dikeve erdê.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyê ev daxuyanî dabû:

“5’ê Tîrmehê hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de saet 14:20’ê li dijî artêşa TC’ê ya dagirker ên li Girê Koordîne ya girêdayî Heftanînê çalakiyeke ya sekvaniyê lidar xistibû û 1 leşkerek hatibû cezakirin.”