Gerîla Hewraz: Ciwanên Hewraman divê li ber dagirkeriyê rabin

Gerîlayê Hewramanî Hewraz Hewraman ku bi destpêkirina êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk tevlî nava berxwedana Cenga Xabûrê bû, wiha axivî: "Ciwanên Hewraman ji bo pêşî li dagirkeriya dewleta Tirk bigire, divê tevlî refên berxwedanê bibin."

Gerîla Hewraz Hewraman ku ji herêma Hewraman tevlî nava refên gerîla bû û niha cihê xwe di nava berxwedana Cenga Xabûrê de digire, bang li ciwanên Kurd kir ku li dijî êrişên dewleta Tirk tevlî berxwedanê bibin.

Hewraz Hewraman bi taybetî bal kişand ser rola ciwanên li herêma Hewraman û got, "Ez ciwanekî ji Rojhilatê Kurdistanê beşdarî nava berxwedana Cenga Xabûrê bûm. Weke ku tê zanîn, dewleta Tirk li dijî herêma Metînayê dest bi êrişeke berfireh kir. Ji ber vê yekê me jî berê xwe dan qadên berxwedanê. Heta ku dewleta Tirk ji ser vê xakê biavêjin em ê têkoşîna xwe dewam bikin û ji bo gelê xwe bi ser bikevin.

Gelê me jî divê bi helwesteke welatparêziyê li dijî dagirkeriyê rabe ser piyan. Divê xwedî li berxwedana zarokên xwe ya li van çiyayan derkeve. Di serî de ciwanên Hewraman divê gelê me yê welatparêz tevlî vê berxwedanê bibe, li dijî dagirkeriya Tirk nerazîbûna xwe nîşan bide. Divê em nehêlin ku dewleta Tirk Başûrê Kurdistanê dagir bike. Her ciwanekî Kurd divê tevî gerîla mil bi mil şer bike û wezîfeya xwe ya neteweyî pêk bîne."