'Gerîla bi erk û berpirsyariya xwe ya dîrokî radibe'

Ji fermandarên HPG'ê Ferman Botan got, dewleta Tirk hesabê wê yekê dike ku eger Heftanînê kontrol bike wê tevahiya Başûr bi dest bixe û diyar kir, ku ew bi moral, motîvasyon û îradeyeke mezin li ber xwe didin û wê dest ji ti cihî bernedin.

Ji fermandarên HPG'ê Ferman Botan, êrişa dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li ser Heftanînê û berxwedana dîrokî ya gerîla ji Stêrk TV re nirxand. Ferman Botan diyar kir, dewleta Tirk Heftanînê weke deriyê sereke yê Başûrê Kurdistanê dibîne û got, "Eger karibe Heftanînê bi dest bixe wê karibe tevahiya Başûr bi dest bixe. Gerîla 40 sal in li Heftanînê ne. Eger nikaribe li Heftanînê encamê bi dest bixe, wê nikaribe li deverên din jî encamê bi dest bixe û nikaribe herêma tampon ava bike."

ÇAR CARAN HEWL DA LEŞKERAN DEYNE, LÊ NEKARÎ

Botan destnîşan kir ku êrişa li ser Heftanînê beşek ji planeke mezin e û dewleta Tirk dixwaze ya ku li Xakurkê, Girê Spî û Serêkaniyê kir, dubare bike. Fermandar Ferman Botan diyar kir, tevî ku di vê êrişê de teknîkeke giran tê bikaranîn jî gerîla bi çalakiyên mezin li ber xwe dide û got, "Teknîka ku li devereke din bi kar neaniye li vir bi kar tîne. Şevekê 50 herêm bombe kir û piştre jî bi helîkopterên êrişê lê reşand. Dûre jî hewl da bi helîkopterên Skorsky leşkeran li herêmê deyne, lê her carê li destwerdana gerîla rast hat. Artêşa Tirk texmîn nedikir ku berxwedaneke bi vî rengî çêbibe, kete nava şoqê. Her cara ku hewl da leşkeran li herêmê deyne, me derb lê da û nehişt. Çar caran hewl da leşkeran deyne ser girên Şehîd Adar û Xantûrê û piştre bi bikaranîna teknîkê leşker danî."

Fermandar Botan anî ziman ku 40 sal in ew li dijî artêşa Tirk şer dikin, bi hêza wan a bejahî zanin û got, "Em wan nas dikin, ew jî me nas dikin... Her kesên ku ji sînor ketine nava xaka Heftanînê û alîkariyê dide dewleta Tirk, di hedefa me de ne. Em careke din hişyariyê didin cerdevanan; destê xwe nexin nava xwîna zarokên vî welatî. PKK 40 sal in serî netewadiye, ji niha û pê ve jî serî natewîne. Em fedayiyên vî gelî ne."

BERXWEDAN DEWAM DIKE, EM Ê DEST JÊ BERNEDIN

Botan diyar kir, dewleta Tirk bêyî ku windahiyan bide nekariye xwe bigihîne ser ti girî û got, "Gund hemû vala kirin. Jin, zarok, sivîlan qetil dikin. Gelo teknîka wan a pêşketî nikare gel û gerîla ji hev derxîne? Belê ji hev derdixîne, lê tevî vê yekê jî lê didin. Yên şehîd bûn bi berxwedaneke mezin, bi îradeyeke mezin şehîd bûn. Berxwedan weke mîrateyekê ji me re hiştin. Rewşa herêman niha baş e. Li Xantûrê şer didome. Her roj çalakî dibin. Li Dûpişkê her roj çalakî dibe. Li Şeşdarayê berxwedaneke mezin heye. Ev berxwedan wê bidome. Em ê dest ji Heftanînê bernedin."

MORALÊ GERÎLA BILIND E

Ji fermandarên HPG'ê Ferman Botan bi bîr xist ku duyemîn mezintirîn hêza NATO'yê teknolojî û hêza xwe ya hewayî hemû seferber kiriye, lê tevî vê yekê jî hêzên gerîla bi moral û motîvasyoneke mezin li ber xwe didin û got, "Ne tiştekî hêsan e; 50 caran wê herêmekê bombe bike, lê windahiyeke me nîne. Berxwedana mezin dewam dike. Moralê gerîla di asta herî bilind de ye. Her bombeya ku diavêjin Heftanînê îradeya me xurtir dike. Moralê me bilind e, ji ber ku gerîla bi zelalî vê dibîne; artêşa Tirk bêyî teknîkê nikare bi gavekê jî bi pêş ve biçe. Haya me ji vê rastiyê heye û me ev dît."