Gerîla bi biryar e: Em şer dikin û em ê bi ser bikevin -NÛ BÛ

Gerîlayên ku li dijî hêzên hewayî û hemû amûrên şer ên artêşa Tirk li Heftanînê bi rengekî dîrokî li ber xwe didin, û bi çalakiyên xurt bersivê didin, diyar kirin ku wê têkoşîna xwe bidomînin û bi ser bikevin.

Gerîlayên ku li Heftanînê li ber xwe didin, têkildarî êrişên dawî yên dagirkeriyê yên artêşa Tirk ji ANF'ê re axivîn.

Gerîlayê HPG'ê Rustem Dilgeş diyar kir ku artêşa Tirk bi hemû derfetên xwe êrişê dike û ew jî bi çalakiyan bersivê didin êrişan. Gerîla Rustem Dilgeş xwest, kes guh nede propaganda derewîn a medya Tirk û destnîşan kir, gerîla ji destpêkê ve artêşa Tirk tengav kiriye, lewma artêşa Tirk li Şêladizê sivîl qetil kir.

Rustem Dilgeş got, "Haya me jê heye ku ev êriş ne tenê li dijî gerîla ne. Êriş li dijî gelê herêmê ye. Lewma ciwanên il herêmên Behdînan û Soran divê rabin ser piyan, êrişan qebûl nekin û bi tundî helwesta xwe nîşan bidin. Em li kîjan qadê dibin bila bibin, em ê her tim derbên giran li dewleta Tirk a dagirker bixin. Em ê bi ruhê Mazlûman, Gelhatan, Amarayan û Baharînan şer bikin."

LI DIJÎ TEVAHIYA GELÊ KURD E

Ji gerîlayên YJA Starê Rojda Cizîr jî bi bîr xist ku li qadên Kuro Jehro, Çemço û Metînayê gundî hatin qetilkirin û destnîşan kir ku ev şer ne tenê li Heftanînê yan jî li dijî gerîla ye; şer li dijî tevahiya Kurdistan û gel e. Cizîr diyar kir, divê gel bi vê têgihiştinê tevbigere û got, "Em hêzên gerîla; em ê dijmin li ser vê xakê nehêlin. Artêşa Tirk tenê bi teknîka xwe bi ser me ve tê, ji bejahî ve ji ber ku ditirse serî li vê rêbazê dide. Li dijî êrişên dagirkeriyê em bi ruhê Kasiman, Zîlanan, Egîdan şer dikin û em ê bi ser bikevin. Dewleta Tirk hîn jî windahiyên giran dide. Planên wan ên dagirkeriyê ji niha ve pûç bûye."

WÊ NIKARIBIN ENCAMÊ WERBIGIRIN

Gerîla Adil Amed jî got, "Dewleta Tirk a dagirker bi artêşa xwe êrişê tîne ser xaka Kurdistanê. Jê heye ku bi rêya teknîka xwe wê karibe gerîla biqedîne, lê belê ev konsepta wan têk diçe. Ji Xakurkê heta Zapê, ji Zapê heta Avaşînê ji operasyonên xwe heta ti encam negirt, lewma bi operasyona bi navê 'Pençe-Kartal' êrişê tîne ser Heftanînê. Bi van operasyonan wê nikaribe encamê werbigire. Ji ber ku em ê bi ruhê Kasiman bi ser dijmin ve biçin. Hevalên me li Heftanînê bi berxwedaneke mezin çalakiyan dikin û dijmin têk dibin. Em ê bi ruhê hevalê Kasim di vî şerî de dijmin li ser vê xakê biqedînin."